Lêpirsîna FBI ya li ser hilbijartina DYA kûr dibe

Lêpirsîna li ser destwerdana Rûsyayê li hilbijartina 2016'an a serokatiyê ya DYA dewam dike. Sûcdariyên di vî warî de li Paûl Manafort tên kirin, zelal dibin, ku Manafort wextekê yek ji kesên herî zêde nêzî Donald Trûmp bû.

Li ser destwerdana Rûsyayê li hilbijartina Mijdara 2016'an, buroya Washîngton D.C. a Buroya Lêpirsîna Federal (FBI) 'Fîeld Offîce' lêpirsîn vekiribû. Ev lêpirsîn derbasî qonaxeke nû bû.

Paûl Manafort, ku heta Tebaxa 2016'an şefê kampanya hilbijartinê yê Serokê DYA Donald Trûmp bû, ji aliyê dadgerekî federal ve hate cezakirin û bi hepsa li malê hate mehkûmkirin. Der barê Manafort û hevkarê wî Rîchard Gates de sûcdariyên 'li dijî welêt komplo kirine', 'beyanên sexte dane' û 'di hesabên derveyî welat de beyanên derew dane' hatin kirin. Manfort û Gates ev sûcdarî red kiribûn.

Di lêpirsîna FBI de, ku ji aliyê lêpirsînerê xwedî erka taybet Robert Mueller ve tê meşandin, li gel Manafort sûcdariyên tund li şêwirmendê berê yê polîtîkaya derve George Papadopoûlos jî tê kirin. Mueller ku lêkolîn dike bê Rûsya 'di kîjan astê de dest li hilbijartina li DYA werdaye', li ser mijarê raporek amade kir. Li gorî vê raporê ji ber karê lobî yê demdirêj ji Ûkraynayê re pere ji Manafort re hatiye dayin. Tê îdîakirin ku ev pere ji aliyê derdora Serokkomarê berê Vîktor Yanûkovîç ve hatiye dayin, ku Yanûkovîç piştre xwe li vî welatî girtibû.

Tê gotin, Manafort bi rêya têkiliyên xwe yên li Ûkraynayê pêwendî bi Rûsyayê re daniye û bi saya vê yekê di manîpulekirina hilbijartina DYA de rol lîstiye. Di dema kampanya hilbijartinê de Partiya Demokrat ku hevrika Trûpm Hîllary Clînton endama wê ye, bûbû hedefa êrîşeke hacker. Piştî van îdîayan, Donald Trûmp neçar mabû ji Manafort bixwaze ku îstifa bike.

Yek ji sûcdariyên ku li Paûl Manafort tê kirin ew e ku 'komplo li dijî DYA kiriye'. Tê îdîakirin ku Manafort ji ber ku têkiliyên xwe yên li Ûkraynayê vedişêre û li gorî qanûnan agahiyan li ser karên xwe yên lobî nade, sûc kiriye.

Tê îdîakirin ku Manafort hê beriya bi Trûmp re bixebite, ji hesabên veşartî yên li Qibrisê pere qebûl kiriye.

Navekî din, ku wê serê Donald Trûmp biêşîne jî, George Papadopoûlos e ku di dema kampanyayê de şêwirmendiya polîtîka derve dikir. Tê îdîakirin ku Papadopoûlos bi kesên guman jê tê kirin ku ajanên veşartî yên Rûs e, xwedî 'têkiliyên bi guman e'. Tê texmînkirin ku li ser emalên ji navenda Partiya Demokrat hatin dizîn û sala 2016'an ji aliyê WîkîLeaks ve hatin weşandin, hevdîtin kiriye.

Derketibû holê ku Papadopoûlos hem li ser kesên ji Rûsyayê yên têkiliya xwe pê re heye, hem jî li ser emailên Hîllary Clînton agahiyên şaş dabû FBI.

Tê îdîakirin ku gilînameyên li ser rêveberên kampanya hilbijartinê ya Trûmp hatine amadekrin, dikare bandorê li paşeroja siyasî ya Serokê DYA bikin.