Le Monde: Bêyî Kurdan Trûmp nikare têkçûna DAÎŞ’ê pîroz bike

Rojnameya Le Monde diyar kir ku kuştina Ebûbekir Bagdadî yê ku şefê DAÎŞ’ê bû, destûrdayîna Serokê DYE’yê Donald Trûmp a ji bo dagirkeriyê naguherîne.

Di rojnameyê de bi navê Alaîn Frachon nivîseke edîtor hate weşandin. Di nivîsê de bal hate kişandin ku bi kuştina Bagdadî re hewl tê dayin Trûmp tişta ku li Kurdan kiriye bide jibîrkirin.

Di nivîsê de hate gotin ku “Trûmp îxanet li Kurdan kir û bêyî Kurdan ew ê nikaribe serfiraziya li hemberî Kurdan pîroz bike. Serokê DYE’yê bi kuştina Bagdadî re dixwaze bide jibîrkirin ku wî Kurd avêtiye ber Tirkiye û komên girêdayî wê. Lê divê ev jî were zanîn ne ji Kurdan bûya wê cihê Ebûbekir El Bagdadî nehata deşîfrekirin. Trûmp şaş difikire. Kuştina serokê DAÎŞ’ê wê tiştekî bi me nede jibîrkirin. Ne vekişandina leşkerên Emerîkayê, ne dagirkeriya Tirkiyeyê û ne jî şehîdbûna çalakgera Kurd Hevrîn Xelef wê neyê jibîrkirin.”

Di nivîsê de bal tê kişandin ser vî tiştî ku stratejiya Trûmp bi ser neketiye û li Sûriyeyê li hemberî tekane tifaqa xwe nankor tevgeriyaye.