Lavrov: Pêkanînên DYE'yê yên li ser îranê êrişkar û îllegal in -NÛ BÛ

Li dijî pêkanîna çekan a ku bi zexta DYE'yê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve li ser Îranê hate ferzkirin, Rûsyayê helwesteke zelal nîşan da û diyar kir ku hevkariya wan a leşkerî ya bi rêveberiya Tehranê re wê zêde bibe.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxwaza DYE'yê ya ji bo dirêjkirina dema pêkanînên çekan ên li dijî Îranê weke 'êrişkar û îllegal' pênase kir.

Lavrov piştî hevdîtina li Moskowayê ya bi hempîşeyê xwe yê Îranê Cevad Zarîf got, "Rûsya wê ti carî polîtîkay axwe li ser vê daxwaza êrişkar û îllegal a DYE'yê ava neke." Lavrov îdîa kir ku DYE'yê ji aliyê dîplomatîk ve hemû hunera xwe winda kiriye.

Biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser qedexekirina çekan ji bo Îranê, yekemcar di sala 2007'an de hatibû wergirtin û piştre hatibû berfirehkirin. Dema qedexeyê 18'ê Cotmehê bi dawî dibe. Rêveberiya DYE'yê îdîa dike ku Îran Peymana Nukleerê ya sala 2015'an binpê dike û ji ber vê yekê jî dixwaze ku dema pêkanînan bê dirêjkirin.

Ji bo karibe dema pêkanînan dirêj bike, tevî endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê Rûsya, Çîn, Fransa, Brîtanya Mezin û DYE, ku mafê xwe yê vetoyê heye, divê ji 10 endamên demkî jî herî kêm piştgiriya 4 endaman werbigire. Lê belê di kîjan astê de piştgiriyê werbigire jî eger endamekî daîmî veto bike, hingî nepêkane ku ev biryar bê wergirtin.