Laboratûvareke li Çînê: Em dikarin salê 100 milyon aşî hilberînin

Laboratûvareke li Çînê diyar kir ku li dijî Covîd-19’ê ew dikarin salê 100 milyon aşî hilberînin.

Labaratûvara bi navê Sînovac Bîotechê diyar dike ku wan aşî peyda kirine.

Hê vê aşîyê xwe îspat nekiriye lê labaratûvarê diyar kir ku ew dikarin salê 100 milyon aşîyê hilberînin. Di sala 2009’an de vê komê li dijî şewba berazan a H1N1’ê jî derman peyda kiribû.

Li gorî nûçeya AFP’ê vî dermanê bi navê Coronavac li ser meymûnan ceribandine û encamên baş wergirtin.

Li gorî Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê aşîyek ji 12 mehan heta 18 mehan dikare were peydakirin.

Sînovac diyar dike ku di dawiya meha Hezîranê de ew dikarin ji ewlebûna aşîyê piştrast bibin. Ji bo fêm bikin ev aşî bi kêr tê ji bo qonaxa sêyemîn divê ceribandin were kirin.