Kurdistaniyên li Elmanyayê wê ber bi Sefaretxaneya DYE'yê ve bimeşin

Kurdistaniyên li Elmanyayê wê di 28'ê Tîrmehê de tevî dostên xwe li ber Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê li hev bicivin û ji ber bêdengî û hevkariya bi êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, DYE'yê şermezar bikin.

Kurdistaniyên li Elmanyayê xwe amade dikin ku tevı dostên xwe, DYE'yê şermezar bikin ku li pêşberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bêdeng dimîne. Bi vê armancê wê di 28'ê Tîrmehê de roja Çarşemê saet di 11:00 li pêşiya Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê çalakiyeke girseyî bê lidarxistin. Çalakî wê bi dirûşma "Emerîka; nebe hevparê qirkirina gelê Kurd û dagirkirina Kurdistanê" pêk were.

KON-MED û FED-KURD'ê bi daxuyaniyeke hevpar ji bo çalakiyê banga tevlîbûnê kirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk ji 23'ê Nîsanê ve êrişê dibe ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hate gotin, "Rasthatin nîne ku ev êriş piştî hevdîtina Tayyîp Erdogan û Biden destpê kir. DYE'yê ji bo berjewendiyên xwe gelek di nava qirkirinê de hişt û destûr da êrişa dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Heta ku ev rastî neyê dîtin, ne êrişên tên kirin ne jî konsepta tasfiyeyê ya li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tê meşandin nikarin bêne fêhmkirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di şexsê Tevgera Azadiyê ya Kurd de êriş li dijî hebûna Kurdan tê kirin û hate gotin, "Lewma êriş berfireh û metirsîdar e. Kurd û Kurdistan ji her demê bêhtir di nava metirsiya qirkirinê de ne. Li dijî êrişeke bi vî rengî ku li hemberî hebûna Kurdan tê kirin, divê gelê Kurd bi rengekî topyekûn li ber xwe bide. Ti ji rêxistinî, sazî û gelê Kurd nabe ku li derveyî vê berxwedanê bimîne. Her kes divê bi ruhê parastina neteweyî tevlî vê berxwedanê bibe.

Em bang li Kurdistaniyên li Elmanyayê û dostên gelê Kurd dikin ku 28'ê Tîrmeha 2021'ê roja Çarşemê saet di 11:00 de beşdarî çalakiya girseyî ya li pêşiya Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê bibin. Em destnîşan dikin ku di demeke dîrokî de ne û divê dengê xwe bilind bikin.

Em bi hev re ji DYE'yê re bêjin; nebe hevparê qirkirina gelê Kurd û dagirkirina Kurdistanê."