Kurdistanî li Brukselê li dijî tecrîdê û bêdengiyê meşiyan

Li paytexta Belçîka Brukselê, ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn, meşeke navendî pêk hat.

Kurdên ji gelek welatên Ewropayê, tevî dostên xwe danê sibehê li Gare Central (Gara trenê ya navendî) ya li Brukselê li hev civiyan.

Ji gelek bajarên Belçîkayê, Elmanya, Fransa, Hollanda û Swîsreyê gelek kes tevlî bûn. Li gorî amadekaran zêdeyî hezar kes tevlî çalakiyê bûn.

Girseya gel bi otobus û wesayitên taybet hatin qada çalakiyê. Saet derdora 11:20'î jî kortej ji bo meşê hatin amadekirin.

Li refên pêş ên meşê jinên bi laçikên spî amade bûn û bal kişandin ser berxwedana dayikan a li dijî tecrîdê.

Gelek rêxistin û sazî jî tevlî çalakiyê bûn. Nûnerên TJK-E, SKB, AvEG-KON, ATÎK, HBDH, KNK, PYD, Partîzan, Eniya Ked û Azadiyê, Komîteya Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de işaret bi kiryarên li derveyî mirovahiyê û polîtîkaya tecrîdê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hate kirin û hate xwestin, girtiyên siyasî hemû bên berdan.

Çalakgeran dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Erdogan", "Bimire rejîma Tirk a faşîst", "Terorîst Tirkiye", "Bijî berxwedana zindanan" qîriyan.

Nûnerên KNK'ê û wekîlên berê yên HDP'ê jî tevlî meşê bûn.

Piştî meşa ji saetekê çalakger li meydana Luxembourg a li ber Parlamenta Ewropayê li hev civiyan. Mîtînga li meydanê didome.