‘Kurd bi peyva Kurdistan nayên xapandin’

Welatiyên Amewê axaftina Bînalî Yildirim a Amewê "nejidil" nirxandin û gotin: “Tu gotinên AKP’ê ji hev nagrin. Em ne zarokin ku me bixapînin.

Welatiyên Amedê bertek nîşanî Bînalî Yildirim ê AKP’yî da diyar kirin ku AKP siyaseketeke du rû û qirêj dimeşîne. Amediyan got, “AKP, di nav siyaseta rojane de hin peyvan li gorî berjewendiyên xwe pir hêsanî bi kar tîne. Dema ku ev peyv kêrî wan neyê jî pir hêsan terk dikin. Îro li Amedê dibêjin Kurdistan heye, sibê li Stenbolê dikarin bibêjin tune ye. Mejiyê wan mejiyê masiyan e. Ev siyaseteke ne ji dil û têkçûyî ye. Em wan baş nas dikin.”

Namzetê AKP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Bînalî Yildirim beriya hilibijartina Stenbolê ya 23’ê Hezîranê, hefteyek beriya niha hate Amedê û piştgirî xwest. Yildirim di hilbijartina 31’ê Adarê de êrîşî HDP’ê ku ji sedî 62’ê dengên Amedê digire kiribû û angaşt kiribû ku HDP nûneriya Kurdan nake. Yildirim di çarçoveya serdana xwe ya Amedê de serokatiya AKP’ê ya bajêr ziyaret kir û berovajiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ku li qadên hilbijartinê digot, “Li welatê min herêmeke bi navê ‘Kurdistan’ tune ye” û “bicehmin biçin Kurdistanê”, “Mebûsê Kurdistanê” bibîr xist.

Yildirim di axaftina xwe de wiha gotibû: “Gazî Mûstafa Kemal dema dest bi têkoşîna serxwebûnê kir, di salên şer de li Enqereyê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê civand û di nav nûnerên gel ên ku vexwendî de mebûsê Kurdistanê jî hebû, mebûsê Lazistanê jî hebû, li her dera Anatoliyayê nûner hebûn.”

Welatiyên Amedê ev gotina Bînalî Yildirim a Amedê "nejidil" nirxandin.

‘SIYASETA AKP’Ê TÊK ÇÛYE’

Welatiyê bi navê Mehmet Resul Yoldaş diyar kir ku Bînalî bi gotina Kurdistanê dibêje qey wê Kurd deng bidinê û wiha axivî: "Tu gotinên wan hev nagire. Em ne zarok in ku wê me bixapînin? Hikûmet di nav siyaseta rojane de hin peyvan li gorî berjewendiyên xwe pir hêsanî bi kar tîne. Dema ku ev peyv kêrî wan neyê jî, pir hêsan terk dikin. Ev gotinên ku Bînalî bikar anî, beriya niha Erdogan jî bi kar anîbû. Lê Erdogan paşê înkar kir. AKP li aliyêkî dibêje Kurdistan û li aliyekî jî li Kurdistanê tabelayên Kurdî radike. Zimanê dayikê tune dihesibîne. Li gorî hesabên hilbijartinê îro Kurd hene û li ser vê yekê zimak ji xwe re çêkirine. Îro li Amedê dibêjin Kurdistan heye, sibê li Stenbolê dikarin bibêjin tune ye. Mejiyê wan mejiyê masî ye. Ev siyaseteke ne ji dil û têkçûyî ye. Em wan baş nas dikin.”

‘DEMA EW BI KAR TÎNIN NABE PIRSGIRÊK’

Ciwanê bi navê Dilo Sevimlî jî anî ziman ku dema hikûmeta AKP’ê peyva Kurdistan bikartîne nabe pirsgirêk û lê dema Kurdek bikar tîne, dikare bi salan cezayê girtîgehê bidinê. Sevimlî anî ziman ku peyva Kurdistan polîtîkayeke AKP’ê ya berî hilbijartinê ye û ev tişt got: “Bi nêzbûna hilbijarinên Stenbolê re difikirin ku Kurdan bixapînin û li gorî armancên xwe beralî bikin. Dema ku Kurd van peyvan bi kar tînin qiyametê radikin. Kurd van polîtîkayên hukumetê ji nêz ve nas dikin. Ji bo dengê Kurdan bistînin serî li vê rêbazê dane. Tu Kurd li Stenbolê deng nade van polîtîkayan.”

‘MUXATAB RÊBER APO YE’

Welatiyê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike jî ev tişt gotin: “Pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ye. Heke li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasî, ked, aborî bên çareserkirin, divê hûn di vê rê de derbas bibin. Muxatabên çareseriyê hene. Bi hevdîtina ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê bi Rêber Apo re hat kirin ev yek careke din derket holê. Ti Kurdek bi gotina peyva Kurdistanê naxape. Li vî welatî pirsgirêk heye û muxatabê sereke jî Rêber Apo ye.”

‘TIRKIYE TÊK DIÇE’

Welatiyê bi navê Enver Yilmaz jî got, dema ew peyva Kurdistan bikar bîne wê ji aliyê polîsan ve were binçavkirin û wiha got: “Peyva Kurdistan ji bo me Kurdan qedexe ye, lê ji bo Bînalî Yildirim û Erdogan serbest e. Tirkiye li ber rewşa têkçûnê ye û ji vê re jî kêm ma ye. Namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglu bi xêra Kurdan bi ser ket. AKP bi têkçûna xwe qebûl nekir û gotin, deng hatine dizîn. Ka çawan diziye? Her cih we dagirkiriye. Hûn tenê dikarin xwe bixapînin. Weke welatiyekî dema ez derewan bikim, ez ji xwe fedî dikim derkevim nava civakê. Lê ne fedî û ne jî exlaq bi van re heye. Sibeh û êvara wan direw in. Ez nikarim zêde baxivim dibe ji ber van axaftinên min ez êvarê wer im girtin.”