Krîza Qatarê: Ew ê çar welat zextên xwe bidomînin

Wezîrê Karê Derve yê Emîrtiya Ereban a Yekgirtî diyar kir ku ew ê çar welatên Ereb ên ku Katarê boykot dikin, wê zextên xwe bidomînin.

Li gorî rojnameya The Natîonal a ku nêzî rêveberiya Abû Dabiyê ye, Wezîrê Karê Derve Enver Gargaş diyar kir ku krîza bi Katarê re didome.

Di 5’ê Çileya 2017’an de Siûdî Erebistan, Emîrtiya Ereban a Yekgirtî û Misirê ji ber sedema ku Katar ‘terorîzmê fînanse dike û xwe nêzî Îranê dike’ têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Katarê re qut kiribûn.

Gargaş diyar kir ku Katar bi awayekî sîstematîk li dijî Siûdî Erebistanê sponsoriya mûxalefetê dike û ji bo serhildanan platforman ava dike. Gargaş got ku, “Ev kar wisa nameşe. Divê ew jî di bin banê Konseya Hevkariya Kendavê bin.”

Li gorî rayedar Gargaş heke Katar polîtîkaya xwe ji ber çavan derbas bike, ew ê têkiliyên wan wekî berê normalîze bibe.

Krîza Katarê salek e didome. Sînorê bejahî yê Katarê tenê bi Siûdî Erebistanê heye. Ev sînor jî ji ber krîzê hate girtin. Ciranên wê jî qada xwe ya hewayî girtin. Hemwelatiyên Katarê ji van welatan hatin derxistin. Tirkiye û Îranê di vê krîzê de piştgiriya Katarê kirin.
Wezîrê Karê Derve yê Katarê Mûhammed Bîn Abdûrahman El Tanî jî îddîa kir ku Katar û gelê Katarê piştî krîzê bêtir xurt in.

Ji bo çareseriya krîzê, hewldan negihiştin encamê. Ev rewş îstîkrariya li herêmê qels dike. Katarê di saleke dawîn de ligel DYA, Fransa, Îngîltere û Îtalyayê li ser çekan gelek peyman îmze kir.