Krîza însanî ya li Sûdan a Başûr giran dibe

Li Sûdan a Başûr ku du sal piştî serxwebûna wê şerê navxweyî lê der bû, şer ji nû ve dest pê kir. Vê yekê jî rewşa bi sed hezaran penaberî giran û zehmet kir.

Li Sûdan a Başûr ku sala 2011'an ji Sûdanê rizgar bû û bû welatekî serbixwe, di dawiya sala 2013'an de ji ber cihêkariya li nava rêveberiyê di nava gelan de şer derket. Gelên Dînka û Nûer ku du ji gelên damezrîner ên welêt in, tevlî vî şerê navxweyî bûn. Piştî salekê, şerê navxweyî ji nû ve dest pê kir.

Şer li eyaletên Unity, Jonglei, Upper Nil û Central Equatoriayê diqewime. Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser rewşa bi sed hezaran penaberan bang kir.

REWŞA ÎNSANÎ GIRAN DIBE

Rêveberê mîsyona Sûdan a Başûr ê NY Hîroko Hîrahara diyar kir ku beriya destpêkirina hevdîtinên aştiyê ku wê vê mehê li Etiyopyayê dest pê bikin, şer bi zanebûn hatiye destpêkirin. Hîrahara da xuyakirin ku aliyên şer ji bo di danûstandinan de destê xwe xurt bikin, hewl didin hîn bêhtir herêman kontrol bikin û hişyarî da ku ev yek jî rewşa însanî gelekî giran dike.

Dibe ku şer li aliyê rojava yê welêt belav bibe. Herî kêm 2 milyon kes li welatên cîran bûne penaber. Bi sed hezaran mirovên li nava welêt jî neçar in li wargehên ji konan ên Neteweyên Yekbûyî ava kirine bijîn.

LI KAMPEKE TENÊ 30 HEZAR ZAROK JI DIBISTANÊ MAN

Li kampa li bajarê Bentiuyê 120 hezar koçberên navxweyî dimînin. Hişyarî tê dayin ku xeteriya nexweşiyan li ser penaberên li kampê heye. Ji ber ku şer li herêmên nêzî kampê diqewime, pirsgirêkeke mezin a ewlekariyê heye. Tê gotin, herî kêm 30 hezar zarokî ji neçarî dest ji dibistanê berdane.

Li gorî agahiyan, nêzî 6 milyon kes li nava welêt di xelayê de ne û li dijî nexweşiyan jî tedbîrên pêwîst nayê girtin. Li kampa Bentiuyê, ji ber nebûna xwarinê bi sedan kes tên dermankirin.

Aloziya ku ji ber şer rû da li kampên penaberan jî xwe da der. Tenê li kampa li Bentiuyê, di nava 5 slaan de zêdeyî 100 xebatkarên alîkariya însanî hatin kuştin.