Krîz bandoreke giran li xizmên 'koçberan' dike

Welatên ku beşek hatineya xwe li ser koçberên xwe yên li Ewropayê ne, bi rawestîna herikîna pereyan a ji ber Covîd-19 di nava zor û zehmetiyan de ne.

Parzemîna Efrîkayê ku gelek koçberên xwe li Ewropa û welatên pêşketî yên li parzemînên din hene, yek ji wan herêman e ku ketiye bin bandoreke giran a krîza aboriyê. Ji ber ku ev koçber bêkar dimînin û ji ber astengiya şandina pereyan, ev rewş bandoreke yekser li milyonan mirovên li Efrîkayê dike.

Tenê sala 2018'an 300 hezar Efrîkayiyan koçî welatên OECD ên pêşketî yan jî bi pêş dikevin kiribûn. Li gorî daneyên sala 2016'an, li 34 welatên OECD, zêdeyî 12 milyon Efrîkî hene. Ev koçber di heman demê de piştgiriya aboriyê dide bi dehan milyon kesên li welatên xwe.

MÎNAKA MALÎ: 7 JI SEDÎ YÊ HATINEYA XWE YA NETEWEYÎ JI KOÇBERAN E

Yek ji welatên ku şewbê bandoreke giran lê kiriye Malî ye ku welatekî li rojavayê Efrîkayê ye. Maliyiyên ku koçî Ewropa û parzemîn3en din kirine, hema bêjin çavkaniya herî girîng a hatineya welêt in.

Ev welat piştî Senegal û Komara Kongo ya Demokratîk ew welat e ku herî zêde pere jê re tê şandin. Dema ku ji aliyê hatineya milî ve bê nirxandin, ev welat di aboriya xwe de herî zêde bi welatiyên xwe yên li koçberiyê ve girêdayî ye. Li gorî daneyên Bankaya Cîhanê sala 2017'an koçberên Malî zêdeyî milyarek dolar alîkarî ji malbatên xwe re şandin. Ev yek jî 6.7 ji sedî yê hatineya neteweyî ya Malî ye.

Ji sala 2012'an û pê ve şerê ji ber zexta li gelên Berberî rû dan û ji ber şerê li dijî çeteyên El Qaîde û DAÎŞ'ê, bi milyonan mirov gihîştin asta birçîbûnê. Li welatê ku nifûsa xwe zêdeyî 14 milyon mirov in, di bin sînorê xizaniyê de ye ku Neteweyên Yekbûyî sînorê xizaniyê yê salane 290 dolar diyar kiribû. Tenê li Fransayê derdora 120 hezar mirovên ji Malî hene  û ev yek ji sê parên alîkariya ji welêt re dişînin.

HERÎ KÊM YEK JI ÇAR PARAN KÊM BÛ

Li gorî daneyên dawî ji ber şewba Covîd-19 tranfera pereyan a li tevahiya cîhanên bi rêjeya 20 ji sedî kêm bû. Ev rêje li parzemîna Efrîkayê bû 23 ji sedî. Her wiha krîza aboriyê ya ji ber şewbê hîn tam bandora xwe nekiriye. Li gelek welatên Ewropayê ji bo çend mehan maeş ji karkeran re yan jî piştgiriya bêkariyê ji karsazan re tê dayin.

Eger krîz girantir bibe di serî de li parzemîna Efrîkayê li welatên ku pêwîstiya xwe bi pereyên koçberan heye, wê bi dehan milyon mirov bikevin rewşeke zor û zehmet.