Kralê Urdunê: Bi hezaran çete ji Sûriyeyê çûne Lîbyayê

Kralê Urdunê Abdullahê II’emîn diyar kir ku bi hezaran çete ji Îdlîbê çûne Lîbyayê. Kral diyar kir ew bi fikar e ku li Sûriye û Iraqê DAÎŞ dîsa derkeve holê.

Kralê Urdunê Abdullahê II’emîn wê di van rojan de li Bruksel, Strasboûrg û Parîsê hin serdanan bike. Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê, kaosa di navbera Îran-DYE û krîza Lîbyayê di rojeva Kralê Urdunê Abdullahê II’emîn de ye.

Kralê Urdunê ji kanala nûçeyan a France 24’ê re axivî û got ku “Tişta ku herî zêde min dixe nav fikaran ev e ku DAÎŞ ne bi tenê li başûr û rojhilatê Sûriyeyê lê li rojavayê Iraqê jî çalak bibe.”

Kralê Urdunê Abdullahê II’emîn got ku “Ev tişt wê ji bo Bexdayê bibe pirsgirêk. Ji bo vê gefa li ser herêm, Ewropa û hemû cîhanê divê em alîkariyê bidin Iraqiyan.”

Kralê Urdunê Abdullahê II’emîn derbarê krîza Lîbyayê jî got ku “Ji Sûriyeyê gelek çete hatine şandin. Bi hezaran şervanên biyan ji sînorê bakur ê Îdlîbê çûne Lîbyayê.”

Dewleta Tirk ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî bin pê dike û çek û cebilxaneyan dişînin ji Biraderên Misilman ên li Trablûsê re. Tirkiye çeteyên DAÎŞ û El Nusrayê û leşkerên xwe dişîne Lîbyayê. Ji ber ku Urdun û Emîrtiya Ereban a Yekgirtî çekan dide hêzên Halîfe Hafter, Neteweyên Yekbûyî Urdun û Emîrtiya Ereban sûcdar dike.