Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb bi bîr anî

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê: Di salvegera yekemîn şehadeta hevrê Helmet de pêwîstiya Kurdistane ji her demê bêhtir bi pêşengên şoreşger ên mîna Helmet, Zîn û Kasim heye.

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bi daxuyaniyekê endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet) bi bîr anî ku 5'ê Tîrmeha 2019'an di encama êrişeke hewayî de şehîd bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gelê Kurd ji bo rastiya xwe û rastiya dijminê dagirker nas bike, hevalê Helmet hem li qada îdeolojîk, perwerde û akademiyê kar kir, hem jî ji aliyê pratîk û siyasî ve gelekî hewl da."

Daxuyanî wiha ye:

" Di salvegera yekemîn a şehadeta endamê konseya me û hevrêyê me Diyar Xerîb de em careke din pêşengê partiya me yê têkoşer bi bîr tînin. Bi rêzdarî û bi hurmet bejna xwe li hemberî hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ditewînîn. Di şexsê heval Helmet de girêdanbûna xwe ji xeta azadiyê re careke din dubare dikin. Di vê demê de ku êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li ser nirxên gelê me ji her demê bêhtir tê kirin, me du hevrêyên xwe yên hêja û pêşeng Kasim Engîn û Zîn Avesta şehîd dan. Her du hevalên me yên di rêveberiya PKK de cih digirtin, li pey xwe mîrateyeke bi rûmet hiştin. Em; hevalên wan ên dozê, di şexsê her du hevalan de soz didin ku her cûre êrîşên li hemberî rastiya Kurd tên kirin, têk bibin. Kurdistaneke azad û herêmeke demokratîk ku xeyalên hemû hevalên me yên şehîd bûn, em ê teqez misoger bikin.

'SERKETINA BÎRDOZIYA AZADIYÊ MISOGER DIBE'

Di felsefeya têkoşîna tevgera Apoyî de şehîd di asta herî jor de nûnertiya heqîqetê dike û nirxê herî mezin e. Ji ber ku şehîd bi ked, fedakarî û xwîna xwe bûye parêzvanê nemir ê welat û jiyana azad. Şehîd, bi nirxên dîrokî yên gelê xwe bûye yek û sembola pêdagiriya gel li ser xwebûn û azadî ye. Ji ber vê yekê Rêber Apo, şehîdan wek rêberê manewî û PKK'ê wek partiya şehîdan pênase dike. PKK ji destpêka avabûna xwe ve parêzvanê rûmet û hebûna gelê Kurd e. Wekî Rêber Apo jî dibêje 'şehîd me bilind dikin û biryara azadiyê nûjen dikin'. Çawa ku bi şehadeta hevalê Hakî Karer biryara partîbûnê hate dayîn û meşeke azadiyê hate destpêkirin bi heman şêwazê îro jî bi şehadetên weke hevrêyên me Diyar Xerîb re jî misogeriya bîrdoziya azadiyê tê dayîn.   

Şehîd hevrê Helmet yek ji pêşengên mezin ê tevgera Apoyî ye ku bi ked û fedakariyeke mezin di nav têkoşîna azadîxwaziya gelê Kurd cih girt û heya nefesa xwe ya dawî milîtantiya xeta Rêber Apo kir. Heval Helmet bi civakbûna xwe, gelperwerî, zanebûna xwe, bi dilnizmî û hevrêtiya xwe ya germ û bi coş dihate nasîn. Êşa gelê xwe heya mejiyê hestiyê xwe dijî, birînên dîrokî yên nîştimana dayik di kûrahiya dilê xwe de hîs kiribû. Ji ber vê yekê hevrê Helmet bi eşqeke mezin ji bo azadiyê xebitî, bi kîneke mezin li hember dagirker û xayinan şer kir û bi baweriyeke mezin ji bo avakirina jiyanek nû ked dida. Heval Helmet ji bo ku gelê Kurd rastiya xwe û dijminên dagirker bi başî nas bike, him di warê bîrdozî, perwerde û xebatên akademîk û him jî di warê pratîkî û siyasî de kedek pir mezin da. Di çarçoweya felsefe û ramanê Rêber Apo de, ronahî xiste ser aliyên veşartî yên dîroka Kurd û Kurdistan. Heval Helmet xizmeta ji bo gelê xwe her tim ji xwe re kir pîvan, li hember qirkirinê, neheqî û zilma ku dagirkeran û hevkarên wan li gelê Kurd dikin, bû çepera berxwedan û parastina gel. Heval Helmet milîtanekî fedayî, kadroyekî pêşeng û bi ezmûn, rêveberekî zane û dilsoz, hevrêyekî dilsoz û nimûneya Kurdayetiya azad bû ku hêvî, evîn û vîna azadiyê her tim dijiya û dida jiyîn. Bi ruhê berpirsyartiya mezin fikir, dil û mêjiyê xwe ji bo yekîtiya gelê kurd, avabûna neteweya demokratîk û avakirina Kurdistanek azad yek kiribû. Şehîd Heval Helmet xoşewîstiya gel di fikir, zikir û çalakiya xwe bingeh digirt, ji ber wê jî xoşewîstî gel bû. Her ji ber vê karakterê bû ku heval Helmet ji aliyê dijminê xwînmij û aliyên herî noker, sîxor û gendel hate hedef girtin. Lê şehîd  Heval Helmet bi şehadeta xwe êdî bûye nirx, hezkirin û ronakiyek nemir di nav dil û mêjiyê Kurdên azad de.

'HEVALÊ HELMET JI BO PÊŞÎ LI QIRKIRINA KURDAN BIGIRE GELEKÎ HEWL DIDA'

Armanca ku heval Helmet dabû pêşiya xwe û ji bo pêkanîna wê têdikoşiya, avabûna yekîtiya demokratîk a neteweyî di navbera Kurdan de bû. Ji ber ku ev yek diket xizmeta azadî û serketina gelê Kurd. Heval Helmet ji bo parastina nirxên neteweyî yên gelê Kurd, têkoşînek mezin li dijî feraseta teslîmkarî û xwefiroşî kir. Ji ber ku ev feraset û siyaseta ji aliyê beşek ji rêxistinên Kurd li ser bingeha vê ferasetê pêş dikeve, li her çar parçeyên Kurdistan û bi taybetî li Başûrê Kurdistan, gelê Kurd rûbirûyê metirsiya qirkirinek mezin û ji navçûn kiriye. Heval Helmet ji ber ku kûrahiya karesatên mezin weke Enfal û kîmiyabarana Helebçe fêm kiribû, ji bo pêşî li karesatên wiha û li qirkirinê gelê Kurd bigre, hewldan û xebatek mezin dikir.

Dewleta faşîst a Tirk bi awayekî hovane êrîşên xwe bênavber berdewam dike. Ji êrişên tên kirin divê bê fêhmkirin ku dijmin biryara qirkirina Kurdan a gelemperî daye û ji bo serxistina vê jî her cûre êrişan dike. Tecrîda girankirî a li ser Rêber APO, zext û zoriyên li ser gelê me, êriş û komkujiyên li çar parçeyên Kurdistanê û dagirkeriya li ser qadên azadiyê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê, ev planên qirêj radixe ber çavan. Her roj bi têkoşîn û berxwedana gerîlayên azadiyê re rû bû rû hat. Dewleta Tirk li cihên qaşo girtiye xetimî û hertim kuştî da. Bi êrişa xwe ya dawî ya li Heftanînê jî xwest ku careke din xwe biceribîne, lê li hemberî xwe ji her demê zêdetir berxwedaneke mezin dît. Tevî hemû îmkanên teknîkî bi dehan kuştî û birîndarên xwe çêbûn û wê çêbibin. Ev bersivdayîna dîrokî ya gerîla dide diyarkirin, xeta şehîd heval Helmet ku di oxira wî de xwe feda kir çiqasî xurte û serî lê nayê tewandin. Di çarçoweya dagirkirina Kurdistanê û qirkirina gelê Kurd de, êrişên hovane û namerdane li ser gelê me û tevgera me çê dibin. Nirx, pîrozî û destketiyek ku ayîdê Kurdane bi hovane êrişê wî dike. Çawa ku cehş, sîxûr û yixanetkaran di şehîdxistina heval Helmet bûne hevkarê rejîma faşîst a Erdogan, îro jî heman rêxistin û alî di dagirkirina xaka Başûrê Kurdistan û şehîdxistina hemwelatiyên Kurd de rolê dilîzin û destê wan di xwîna gelê me de heye. Dewleta Tirk van êrîş û biryaran bi tena serê xwe nade û nake. Her kesekî/e dizane ku dewleta Tirk di dema xwe ya herî lewaz de ye.

Hêzên derve ku dibînîn fikir û ramanê Rêber APO her ku diçe li milê gelê Rojhilata Navîn tê pejirandin û xwesteka misogerkirina vê birdoziyê heye, ji bo paşeroja xwe wek gefekê dibînîn. Ji biryara Amerîka ya li ser rêveberiyên Partiya me girt û vir de şahadetên hevalên me yên pêşeng pêda pêda rû dan. Rêveberên me bi teknîka hêzên derve tên hedefkirin. Her kes dizane ku alîkariyên hêzên derve nîn be, faşîst Erdogan û Bahçelî nikarin li hemberî berxwedan û têkoşîna tevgera azadiyê li ser piyan bimînin. Çawa ku plan û stratejiyên dewleta faşîst a Tirk li hemberî Kurdan dike tê deşîfrekirin, bi heman şêwazê pêwîstî bi deşîfrekirina planên hêzên derve li ser Kurdan jî heye. Esas aqilmendê biryara qirkirina Kurdan dide kî ye, divê baş bê naskirin. Binxistina faşîst Erdogan tê wateya binxistina hêzên hegemonîk û kapîtalîst. Dema ev yek pêk hat wê bibe serketineke cîhanî ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê.   

'ÊRIŞÊN LI DIJÎ GELÊ KURD LI DIJÎ PAŞEROJA DEMOKRATÎK A HERÊMÊ YE'

Divê raya demokratîk bizanibe ku êrîşên li ser gelê Kurd tên kirin ne tenê li dijî me, li dijî jiyan û paşeroja demokratîk a herêmê ye. Çawa ku gelê Kurd li her qadeke lê dijî li hemberî faşîzma Erdogan li ber xwe dide û bedelên mezin dide, heman rengî divê hêzên demokratîk, ekolojîk, azadîxwaz û dostên gelê me jî bi vê ferasetê û ruhî, vê pêvajoya xeter pêşwazî bike.

Di salvegera yekemîn a şehadeta hevrê Helmet de, Kurdistan ji her demê zêdetir pêwîstiya xwe bi pêşeng û şoreşgerên mîna hevrê Helmet, Zîn û Kasim heye. Divê kî/ê yê ku destê wan di xwîna heval û gelê me de hene neyên hewandin û ji wan re nerazîbûnên tund bên diyarkirin. Ger ku yên dijminên nava xwe xelas neke, gelo çawa dikare yekbûna neteweyî pêk bîne? Ji ber vê ji bo ku dara me ya azadî û yekîtiya neteweyî şîn û geş bibe, divê ji kurmên darê bê paqijkirin. Divê bi sedan Zîn û Memên hemdem ên aşiqê gelê xwe ne, ji bo careke din bi xiyanetên Bekoyan têk neçin û jiyana xwe ji dest nedin, divê Bekoyên vê serdemê bên xelaskirin.  Ji bo ku pêşî li qirkirina gelê Kurd were girtin, destketiyên Kurdan were parastin, faşîzm û dagirkerî were hilwişandin, yekane rê pêdagirî di têkoşîna Helmet û Kasiman e. Li hember êrişên wiha, em fermanê ku şehîdên me yê mezin Heqî Karer, Mezlûm Doxan, Kemal Pir, heya Berîtan, Zilan, Sema, Viyan, Şirin,  Helmet , Zîn Avesta û Kasiman dane em ji xwe re bikin bingeh. Fermana wan ji bo me, 'Berxwedan li hember dagirkeran, faşîst û xiyanetkaran' e. Çawa ku dewleta faşîst a Tirk ji rastî û têkoşîna me ditirse, divê heman şêwazî xiyanetkar jî ji hêza me bitirsin. Çawa ku sonda me ji bo xelaskirina faşîmê heye di heman demê em soz didin ku xwîna hevalên me yên erdê nemîne. Em careke din bang li hemû ciwanan û bi taybetî li jinên Kurd, dostên gelê me, rewşenbîr, hunermend, saziyên medenî, hêz û kesên demokrat û azadîxwaz dikin ku ji bo têkoşîna li hemberî dagirkeran, li tevahiya Kurdistan û Tirkiye li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û qirkirina li ser gelan têkoşînê bilind bikin û li ber xwe bidin. Dem dema yekitiya gelê Kurd e, dem dema li nirxê xwe xwedî derketine, dem dema hesabê dirokî ji dijminan pirsîne û azadiya Reber Apo, jinan û tevahî gelan misoger kirine."