Konseya Ewropayê piştgiriyê dide qedexeya li ser madeyên plastîk

Welatên Yekîtiya Ewropayê ragihandin ku ew destekê didin telîmata ji bo qedexekirina berhemên plastîk ên ji bo carekê tên bikaranîn.

Bi navê Konseya Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku ew piştgiriyê didin pêşnûmeya li ser qedexekirina madeyên plastîk ku wê meha bê li Parlamenta Ewropayê were nirxandin.

Di civîna bilind a sefîrên bilind a 28 welatên Yekîtiya Ewropayê de li hev hatibû kirin û piştgirî ji qedexekirina madeyên plastîk ên ji bo carekê tên bikaranîn, hatibû dayin. Bi vî rengî pêşî li danûstandinên 6'ê Mijdarê yên navbera Parlamenta Ewropa û Konseya Yekîtiya Ewropayê hate vekirin.

Bi qedexekirina madeyên plastîk re tê xwestin, pêşî li sergoyê plastîk ê her sal bi milyonan çêdibe, bê girtin. Di çarçoveya qedexeyê de sênîk, kevçî, tasik û pîpetên plastîk ên ji bo carekê tên bikaranîn û avêtin, wê êdî neyên çêkirin.

Di pêşniyara Komîsyona Yekîtiya Ewropayê de her wiha tê xwestin, hevdana sergoyê plastîk û maliyeta paqijkirina wê, li ser şîrketên hilberîner bê ferzkirin. Konseya Yekîtiya Ewropayê ku hikumetên welatên endam temsîl dike, dixwaze ev maliyet ji aliyê şîrketên ku madeyên plastîk difiroşin an jî pêşkêşî bazarê dikin, bê dyain.

Xala herî girîng ku Konseya Yekîtiya Ewropa û Komîsyona Yekîtiya Ewropa li ser hemfikir in, ew e ku li ser berhemên plastîk ên vegera wan a li xwezayê zehmet e, etîketên taybet bên bicihkirin.

Yekîtiya Ewropa dixwaze, heta dawiya vê salê li ser qedexekirina madeyên plastîk li hev bike û di bihara sala 2019'an de prosedura qanûnî temam bike. Piştî ku li Parlamenta Ewropayê dengdan bê kirin û welatên endam qebûl bike, wê qedexeya li ser berhemên plastîk ên ji bo carekê tên bikaranîn, ji sala 2021'ê û pê ve bikeve meriyetê.

Çopên plastîk ji ber ku bi sedan salan di nava xwezayê de nahelin, gelekî metirsîdar e. Li nava deryayê jî gelek zindî ji ber ku madeyên plastîk dadiqurtînin, dimirin.