Konseya Ewlekariyê lihevkirina DYE-Talîbanê pejirand

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, peymana dawiya meha Sibatê di navbera DYE û Talîbanê de hate îmzekirin bi yekdengî pejirand. Serokkomarê Efgan jî ragihand, wê 5 hezar endamên Talîbanê bi şert berdin.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî roja Sêşemê li hev kom bû û peymana navbera DYE û Tevgera Talîbanê bi yekdengî pejirand. Tê gotin ku ev dengdan yek ji dengdanên kêmdîtî ye, ku di bin sîwana Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de li ser peymana navbera dewleteke biyanî û tevgereke gerîla de hate kirin.

BIRYARA MATMAYÎ: DU XALÊN VEŞARTÎ HENE

Aliyê matmayî yê biryarê ew e ku du xalên veşartî yên di peymanê de cih digirin hatin pejirandin. Hate ragihandin, ev her du xal têkildarî têkoşîna li dijî terorê ye û endamên konseyê jî nikarin xwe bigihînin van xalan.

Talîbanê di encama danûstandinên bi DYE'yê re roja 22'ê Sibatê agirbest ragihandibû. Di daiwya vê pêvajoyê de jî 29'ê Sibatê li bajarê Doha yê Qatarê di navbera DYE û Talîbanê de peymanek hatibû îmzekirin. Di berdêla garantiya ewlekariyê ya Talîbanê de DYE û hevalbendên wê soz dan ku di nava 14 mehan de hêzên xwe bi temamî ji welêt vekişînin. DYE'yê her wiha vekişandina hêzên xwe bi şertê destpêkiria danûstandinên Talîban û hikumeta Efgan ve girê da.

YEKÎNEYÊN DYE'YÊ JI DU BAREGEHAN DEST BI VEKIŞÎNÊ KIRIN

Di vê navberê de artêşa Emerîkayê di çarçoveya peymanê de dest bi vekişînê kir. Hate ragihandin, yekîneyên Emerîkî dest bi vekişîna ji baregehên li paytexta eyaleta Helmandê Leşker Gahê û eyaleta Heratê kirin. Eyaleta Helmandê bi berfirehî di bin kontrola Talîbanê de ye.

Li gorî peymanê DYE wê heta nava meha Tîrmehê hejmara leşkerên xwe ji 12 heta 13 hezarî daxîne 8 hezar 600 kesî. Bi gotineke din, 5 ji 20 baregehên Emerîkî yên li welêt wê bi temamî bên valakirin.

HIKUMET WÊ 5 HEZAR GIRTIYÊN TALÎBANÊ BERDE

Li aliyê din berdevkê Serokkomarê Efganistanê Eşref Ganî roja Sêşemê bi rêya Twîtterê daxuyaniyek da û ragihand, eger di rewşa ewlekariyê de başbûnek xuya bike wê 5 hezar girtiyên Talîbanê berdin.

berdevk Sedî Sedîkkî got, "Efûkirin û berdana 1500 girtiyên Talîbanê wê roja Şemiyê dest pê bike û her roj 100 girtî bên berdan." Sedîkkî destnîşan kir ku dema di navbera rêveberiya Kabîlê û Talîbanê de danûstandinan dest pê kirin û tundî bi rengekî berbiçav kêm bû, wê her hefte 500 girtiyên Talîbanê bên berdan.

DANÛSTANDIN DERENG KETIN

Danûstandinên navbera Talîbanê û hikumetê diviyabû 10'ê Adarê dest pê kiribûna. Lê belê tê gotin ku ev rewş bi berdana girtiyên Talîbanê ve girêdayî ye. Di çarçoveya peymanê de di berdêla berdana 5 hezar endamên Talîbanê de divê Talîban jî nêzî hezar leşker û polîsan serbest berde. Talîban vê xalê weke şertê destpêkê yê danûstandina bi hikumeta Efgan re dibîne.

OPERASYONA HEVPAR A DYE Û TALÎBANÊ

Piştî vê lihevkirinê hate ragihandin ku Talîbanê û Emerîkayê li dijî DAÎŞ'ê hevkarî kirine. Şefê Fermandariya Navendî ya Artêşa Emerîkayê General Kenneth McKenzî ji Meclîsa Nûneran re got, Talîbanê kapasîteya xwe ya şerê li dijî DAÎŞ'ê nîşan da.

General McKenzîe got, "Mehên dawî li rojhilatê Efganistanê li eyaleta Nangarharê Talîbanê dawî li hebûna Dewleta Îslamê ya li qadê anî û eciqand. Ev yek jî bi xurtî kirin."

McKenzîe got, "Ji aliyê ve me piştgiriyeke gelekî kêm hebû" û bi vî rengî yekemcar eşkere kir ku DYE û Talîbanê hevkariya leşkerî kirine.