Komxebata Yekîtiya Neteweyî armanca ‘kongreya neteweyî’ da ber xwe

Encamnameya Komxebata Tifaqa Kurdistanê hate eşkerekirin.  Komxebatê diyar kir ku divê ew li her çar parçeyan bibin yek û ber bi kongreya neteweyî ve bimeşin.

Komxebata partiyên siyasî ya bi armanca Yekîtiya Neteweya Kurd hat li dar xistin, piştî niqaşên 2 rojan bi dawî bû. Nûnerên partiyan piştî niqaşên du rojan encamname bi daxuyaniyekê parve kirin. Endamê Meclîsa PDK-T Ozan Kardaş bi Kurdî û Serokê KKP'ê Sînan Çitfyurek jî bi Tirkî daxuyanî xwend. Daxuyanî wiha ye:

“Komxebata ku bi armanca Yekîtiya Neteweyî hat plankirin, di 18-19'ê 2020'an de li ser rojevên xwe bi awayekî serketî bi dawî bû.

Piştî axaftinên destpêkirin bi Kurmancî, bi Kirmanckî û bi Tirkî hat kirin, nêzî 130 siyasetmedar, akademîsyen, jin, ciwan, seyda û saziyên sivîl di Komxebatê de cih girtin. Beşdar li ser sê xalan bi nivîskî û bi devkî nerîn û pêşniyarên xwe anîn zimên.

Nîqaş û pêşkêşî, li ser hewcedariya tifaqa netewî, li ser model, bername, rêvebirinê û li ser kêşeyên pêşiya tifaqê û rê û rêbazên çareseriyê domiyan. Her wiha li ser êrîşên deskeftiyên gelê me yên hundirîn û dersînor û heta êrîşên li ser hebûna gelê me hat axaftin.

Bi taybetî, jin û ciwanan bi nerîn û pêşniyarên pêşiya komxebatê vekirin. Seyda û meleyên me, ji Îslamîstên siyasal heta komunîstan bi awayekî fireh parastina Yekîtiya Netewî kirin û ev yek balkêş û bi nirx bû. Banga dayikan a xurt û bi qêrîn, li siyaseta Kurd bû û hêja bû. Bi vê nezîkatiyê ev helwesta ku di komxebatê de bandorker bû ku, divê ne li ser îdeolojiyan bes li ser nirx û deskeftiyên netewî, xwedîderketin, mezinkirin û parastina deskeftiyan bê meşandin.

Qadro û partiyên Kurdistanî, banga tifaqa netewê ku kolanan bilind dibû bi awayekî zelal di Komxebatê de dan xuyakirin. Ev hewcedarî ku ji Qazî Mihemed heta îro hatiye, hewcedariya yekîtiya Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê û banga cîhanê ku ji me re dibêje “hûn bibin yek em ê piştevaniya we bikin” li qadro û partiyên me ferz kir ku em xwe bi yekîtiya netewî bigirin. Ev rewşeke erênî ye û belkî jî di dîroka Kurdistanê de cara ewil e di vê astê de tê xuyakirin!

Di van şert û mercan de qadro û partiyên me yên siyasî divê li ser Yekîtiya Netewî gav biavêje. Û bi perspektîfa komxebat re zor û zehmet be jî wê gava Yekîtiya Netewî bê avêtin. A muhîm ev e ku em ji vê gavê paşde nemînin. Yekîneyên Komxebatê perspektîfek diyar kirin û gotin “li ser armanca Tifaqa Yekîtiyê bi biryar û bi îstîkrar bimeşe lê lenezîne”. Ev yek hêleke din a Komxebatê ye. Di Komxebatê de xala hevpar ev bû ku ji bo Yekîtiya Netewî gava ku wê li Bakurê Kurdistanê bê avêtin li çar perçeyan divê bê geşkirin û ber bi Kongreya Netewî ve mezin bibe.

Xala din a Komxebatê, beşdarkirina partiyên din bû ku derveyî xebatên tifaqê mane. Ev nêzîkatî erênî û hêvîbexş e.

Em bi hêvî ketin Komxebatê û me dît ku di temamê Komxebatê de jî hêvî bandorker bû. Ji bo çalakkirina vê hêviyê Komxebatê ev peyam da; em hem nîqaş bikin û hem jî bi awayekî çalak bimeşin."