Komîteya Amadekar: Ji bo hesabpirsînê, em li Parîsê bicivin

Komîteya Amedekar diyar kir haziriyên meşê îro qediyane û bang li Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Ewropayê kir ku tevlî meşê bibin.

Li gel ku 6 sal di ser komkujiya Parîsê re ya 9'ê Çile ya 2013'an re çûne, ku di encamê de sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez hatibû qetikirin, hê jî dadgeha Fransayê kesên li pişt komkujiyê derxistine holê. Piştî ku tetîkkêş Omer Guney li girtîgehê bi rengekî ku guman li ser heye mir, doz bi temamî ket.

Li paytext Parîsê meşên girseyî têne organîzekirin. Meşa ku ji hêla Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê(CDK-F) ve tê organîzekirin sibe saet 12.00'an li Gar edu Nordê dest pê dike û li Meydana Repûblîque bi mîtîngekê wê bi dawî bibe. Meş bi dirûşma ''Kujer diyar in lê dadmendî di tarîtiyê de'' bi tevlêbûna malbatên sê jinên şoreşger, nûnerên saziyên Kurd û raydarên Fransî wê pêk were.

Haziriyên meşê ku ev bi mehan e tê kirin qediyan. Komîteya Amedekar li navenda CDK-F'yê şevê dî civîna xwe ya dawî kir û peywir li hev par ve kirin. Ji bo meşê wê 800 kes peywirdar be.

CEYLAN: EM Ê HELWESTA XWE NÎŞAN BIDIN

Yek ji endamê Komîteya Amadekar Murat Ceylan got hazirî hema hema qediyane û got, ''Wê rojê em helwesta xwe bi rengekî tund diyar bikin. Hem li dijî dewleta Tirk û hem jî li dijî dadmendiya Fransayê. Ji bo vê jî em bang li gelê xwe dikin ku werin Parîsê û deng bidin vê çalakiyê.''

POLAT: RAYA GIŞTÎ YA FRANSAYÊ LÊ XWEDÎ DERDIKEVE

Berdevkê Dîplomasiyê yê CDK-F'yê Agît Polat jî got, li gel Kurdan wê gelek partî û nûnerên saziyên Fransî jî hazir bin û got, ''Raya giştî ya Fransiz pir xwedî lê derdikeve. Hêvî dikim meş û mîtîng xurt be. Bi vê wesîleyê em dixwazin ji rayedarên Fransî re bibêjin ku doz bi dawî nebûye. Em ê bi biryardarî û israra xwe nîşan bidin ku em dev ji vê dozê naqerin. Em ê hewl bidin ku doza di tarîtiyê de hatiye hiştin were ronîkirin û kujer werin darizandin.''

ANDOK: DIVÊ JIN Û CIWAN BUHERIKIN PARÎSÊ

Endama TJK-Ee'yê Zelal Andok jî got di serî de jin divê ciwan li Parîsê hazir bin û domand, ''Ji bo ku dadmendî di tarîtiyê de nemîne em dengê xwe bilind bikin. Ji bo vê jî em bang li her kesî dikin ku sibe biherin Parîsê.''

BINGOL: EM HESAB BIPIRSIN

Hevserokê CDK-F'yê Vedat Bîngol jî li dijî rayedarên Fransiz helwest nîşan da, got, li gel ku kiryar diyar in jî cînayet nayê ronîkirin û ev jî wan dide fikirandin. Bîngol got, ''Di serî de gelê me yê Ewropayê, em bang il hemû hêzên demokrasiyê dikin ku sibe tevlî meş û mîtîngê bikin û em hesab bipirsin.''