Çalakiyên li Iraqê didomin

Li Iraqê xwepêşandanên li dijî hikumetê didomin. Hêzên dewletê ji bo herêmên li Bexdayê di destê xwepêşandêran de ne werbigirin ketin nava liv û tevgerê. Tevgera Nasr jî îdîa kir ku Îranê bi şerê navxweyî gef li Iraqê xwariye.

Xwepêşandanên li dijî hikumetê yên li Iraqê ku li Bexda, bajarên başûrê Iraqê yên Şîa Necef, Kerbela, Basra, Zîkkar, Mîssan, Mûssena, Dîvaniye, Nasiriyeyê dest pê kirin didomin. Xwepêşandêran gelek navendên Basrayê û beşeke girîng a Bexdayê bi dest xistibûn. Li deverên kontrol kirin heta bicihanîna daxwazên xwe radiwestin. Di nava hefteyekê de di serî de paytext Bexda li her devera ku xwepêşandan lê hene bêdengî heye. Tê gotin ku xwepêşandêr li benda encama hevdîtinên rayedarane, lewma bêdengî heye.

PARLAMENTÊ BIRYAR WERGIRT

Di çarçoveya daxwazên xwepêşandêran de Parlamenta Iraqê ji bo îmtiyazên neheq ên Serokkomar, Serokwezîr, Serokê Parlamentê û parlamenteran bên rakirin pêr êvarê li hev kom bû. Piştî civîna ku heta serê sibehê dom kir bi daxuyaniyekê hate gotin ku Serokkomar îmtiyaz hemû ji holê rakiriye. Biryareke din a di civîna parlamentê de hate wergirtin, der barê mafên Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentê de wiha ye:

Ji bo Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentê wê tenê 5 wesayit bên pêşkêşkirin. Ji bo alîkarên Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentê jî wê çar wesayit bên pêşkêşkirin. Ji bo wezîran sê, ji bo alîkarên wan jî wê du wesayit bên pêşkêşkirin. Ji bo midûrên giştî wê wesayitek bê pêşkêşkirin. Mafê Serokkomar ê kirêkirina balafira taybet hate betalkirin. Li gorî qanûna nû wê parlamenter nikaribin bi rengekî luks mêvanên xwe pêşwazî bikin, ji wan re wesayitan kirê bike. Li gorî biryareke nû wê cudahiya navbera maeşên teqawîtiyê wê bê rakirin û hemû maeşên teqawîtiyê wê mîna hev bin. Bi vê biryarê re tê gotin ku wê pirsgirêka bêkariyê ya zêdeyî 250 hezar kesên li Iraqê.

HÊZÊN DEWLETÊ HEWL DAN DEVERÊN HATINE KONTROLKIRIN JI NÛ VE WERBIGIRIN

Dema ku hikumeta Iraqê biryarên xwe yên nû eşkere dikir, li Bexdayê jî hêzên dewletê ji bo jinûve kontrolkirina herêmên di destê xwepêşandêran de ne operasyon kirin. Di vê çarçoveyê de hêzên dewletê destpêkê êriş birin ser Pira Ehrar a Bexdayê û ji destê xwepêşandêran wergirtin. Di dema êrişa hêzên dewletê de gaza ku çavan dişewitîne hate bikaranîn û di encamê de 25 xwepêşandêr birîndar bûn.

Dema ku hêzên dewletê li Pira Ehrar êrişî xwepêşandêran kirin xwepêşandêr jî li herêmên cuda ketin nava liv û tevgerê û xwepêşandanên xwe dom kirin. Di serî de herêmên Bexdayê xwepêşandêrn li bajar û navendên cuda yên Iraqê ketin nava liv û tevgerê û çalakiyên xwe yên şermezarkirinê dom kirin. Xwepêşandêran rêyên ber bi bîrên petrolê yên li Basrayê asê kirin û rêya Deriyê Sînor ê Sefwanê yê li Qûweytê asê kirin û bersiv dan êrişên hêzên dewletê.

HIN KOMÊN LI ÎRANÊ: EM Ê BIKIN KU ŞERÊ NAVXWEYÎ RÛ BIDE

Di navbera hikumeta Iraqê û çalakgeran de rewş bi vî rengî ye. Di vê navberê de ji Tevgera Nasir a bi serokatiya Serokwezîrê berê Haydar Abadî îdîayeke cidî hate kirin. Seorkê Koalîsyona Nasar Adnan Zerfî got, hin komên siyasî yên li Îranê gef xwarine ku eger hikumeta Abdulmehdî bê têkbirin wê li Iraqê şerê navxweyî rû bide.

Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî ji bo rawestandina xwepêşandanan xwest bi rûspiyên hin eşîrên li Kerbela û Necefê hevdîtinê bike. Lê belê lîderên eşîrên li Kerbelayê pêşniyara Abdulmehdî red kirin.