Komên Filistînî avêtina guleyan a Îraîlê rawestandin

Li Filistînê Hamas û komên di nava îtîfaqê de ne ragihandin ku avêtina guleyên roketan a li hember Îsraîlê rawestandin.

Piştî nakokiyên di saetên şevê de yên nava alî û rayedarên hikûmetê û qewimî û şûnde Hamas û komên wê yên di nava îtifaqê de ne diyarkirin ku ji roja Pêncşemê û şûnde wê avêtina roketan bide rawestandin.

Li gorî nûçeya AFP’ê endamekî yê fermandariya hevpar a van koman diyarkiriye ku hemû operasyonên bergirî yên li dijî êrîşên Îsraîlê dane rawestandin. Li gorî rayedarên Filistînî, ‘Ev pêvajoya bi alozî bi dawî bûye.” Rayedarekî Hamasî jî rawestandina avêtina guleyan piştrast kir.

Li gorî çapemaniya Îsraîlê di şeva Çarşemê de ji sînorê Şerîda Xezeyê li dijî xaka Îsraîlê 180 roket hatine avêtin. Di van êrîşan de 23 Îsraîlî birîndar bûne. Artêşa Îsraîlê jî 140 nuqteyên girêdayî Hamasê bombe kirine. Di êrîşa Îsraîlê de 2 jê sivîl, 3 hemasî bi giştî 5 kes hatine kuştin.