Komarger û Demokratan helwesteke hevpar nîşan dan

Gelek nûnerên ji baskên Demokrat û Komargeran ên li Emerîkayê li dijî biryara Serokê DYE'yê Donald Trump a der barê Bakurê Sûriyeyê û gefa dagirkeriyê ya dewleta Tirk nerazîbûn nîşan dan.

Endamên kongreyê Elîse Stefanîk (Komarger), Jason Crow (Demokrat), Abîgaîl Spanberger (Demokrat) û Chrîssy Hoûlahan (Demokrat), piştî serdana Tirkiye, Efganistan û sînorê Sûriye-Urdunê daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Stefanîk li malpera xwe daxuyanî weşand û got, "QSD di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de bû hevparê me yê bingehîn ê li herêmê."

Nûneran diyar kirin, Kurdan ji bo parastina destketiyên li dijî DAÎŞ'ê hatine afirandin li refên herî pêş têdikoşin û gotin, "Eger Tirkiye êrîşî leşkerên Kurdan bike hingî rîskeke giran heye ku şervanên DAÎŞ'ê yên di destê wan de ne birevin û li qada şer vegerin."

Ji bo daxuyaniya rêveberiya Emerîkayê ya der barê Sûriyeyê jî hate gotin, "Li dijî berjewendiyên me yên li qada ewlekariya neteweyî rewşeke felaket e". Nûneran hişyar kirin ku biyar wê herêmê bêhtir nearam bike.

Senatorê ji partiya Komargeran Dan Sûllîvan jî bi rêya Twîtterê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir, biryara Trump wê bibe sedem ku "Îran hîn bêhtir bi bandor bibe." Sûllîvan got, "Tevî ku qebûl nakim ku yekîneyên me heta bi hetayê li Sûriyeyê bimînin, vekişîna bi bayê bezê wê hevalbendên me yên Kurd bi tenê bihêle û ev yek jî karê hêzên hevpar bi Emerîkayê re zehmet bike."