Koça ber bi YE'yê li gorî van 5 salên dawî kêm bûye

Hate gotin hijmaran koçberên ku bi rêyên ne yasasyî diçin welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) li gorî van 5 salên dawî pir kêm bûye.

Li gorî daneyên rêxistina ewlehiya sînor a YE'Yê Frontexê van 10 mehên pêşî 118 hezar û 900 koçber gihaştin Ewropayê. Ev hijmar li gorî heman dema 2017'an 31 ji 100'î ye.

Li gorî daneyên Frontexê hijmara koçberên ku  bi rêyê ne yasayî derbasî welatên Ewropa bûne li gorî van 5 salên dawî îsal pir kêm bûne.

HERÎ PIR SPANYA

Hate gotin îsal hijmara koçberên ku di ser Libyayê re derbasî Italyayê bûne pir kêm bûne.

Hijmara koçberên ku Çile-Cotmeha 2018'an derbasî Italyayê bûne 81 ji 100'î kêm bûye û bûye 21 hezar û 600.

Hate gotin Cotmehê 60 ji 100'yî yên koçberên ku hatine welatên Ewopayê di ser Spanyayê re hatine.