Koalîsyona Jamaîka wê Erdogan tengav bike!

Li Elmanyayê, piştî hilbijartinên federal hewl tê dayin koalîsyona Jamaîka bê avakirin. Tê meraqkirin bê ev koalîsyon wê desthilatdariya Erdogan hê tengav bike yan na.

Lîderên partiyên Keskan û FDP'ê, ku Merkel danûstandinên ji bo koalîsyonê bi wan re dike, beriya hilbijartinê bi têra xwe bi ser Erdogan ve diçûn û ew rexne dikirin.

Piştî ku 12 welatiyên Elman ji aliyê rejîma Erdogan ve dîl hatin girtin, ku rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan jî hene, Elmanyayê di meha Tîrmehê de hin pêkanîn li dijî rejîma Erdogan xistibû meriyetê.

Lîdera demokratên Xiristiyan Angela Merkel, ku piştî hilbijartinên federal ên 24'ê Îlonê wê careke din bibe Serokwezîr, tê meraqkirin ku bi rejîma Erdogan re têkiliyeke çawa deyne.

Partiya Angela Merkel Xiristiyanên Demokratîk (CDU), bi rêjeya 33 ji sedî di hilbijartinê de bû partiya yekemîn. Di dema kampanya xwe ya hilbijartinê de gotibû ku wê mijara rawestandina danûstandinên bi Tirkiyeyê re, ya jî betalkirina danûstandinan, di meha Cotmehê de bixe rojeva Konseya Ewropayê.

Nayê zanîn bê Merkel vê soza xwe ya ji bo hilbijartinê dabû bi cih bîne yan na. Lê belê, xuya ye yek ji mijarên ku hikumeta nû ya bi navê 'koalîsyona Jamaîka' tê destnîşankirin li ser bisekine, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan e. Ev koalîsyona ku ji ber rengên CDU/CSU, FDP, Partiya Keskan navê Jamaîka lê hatiye kirin, wê ji kesayetên ku qet Erdogan ji wan hez nake, pêk were.

FDP ERDOGAN ŞIBANDIBÛ HÎTLER

Li gorî lîderê Partiya Demokratên Azad (FDP) Chrîstîan Lîndner, ku di hilbijartinê de bû partiya çaremîn û wê bibe yek ji hevkarên Merkel, Erdogan lîderê Nazî yê roja îro Adolf Hîtler e. Lîndner diyar kiribû, ku bûyerên piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê li Tirkiyeyê diqewimin, dişibin şewata Reîchstagê, ku Naziyan beriya 2. Şerê Cîhanê ji bo azadiyan li Elmanyayê ji holê rake, derxistibûn.

Tê payin ku Lîndner di hikumeta nû de bibe wezîrê aboriyê ya jî alîkarê Serokwezîr. Yek ji sozên Lîndner ên dema hilbijartinê jî, zêdekirina pêkanînên li ser rejîma Erdogan bû.

Lîndner destnîşan kir, ku Erdogan tenê ji tundiyê fêhm dike û got, "Divê em pêkanînên welê li Tirkiyeyê bikin, ku Erdogan vê yekê ji kûranî ve hîs bike."

Navbera Partiya Keskan û rejîma Erdogan jî qet nebaş e. Hevserokê Partiya Keskan Cem Ozdemîr li qadên hilbijartinê ji dengdêran re gotibû, "Eger em bibin desthilatdar, ez ê hişyariya ger û geştê ya ber bi Tirkiyeyê ve biweşînim."

EGER OZDEMÎR BIBE WEZÎRÊ KARÊN DERVE, WÊ ERDOGAN ÇI BIKE?

Ozdemîr, yek ji wan kesan e ku pêşnûmeya qirkirina Ermeniyan xiste rojava meclîsa Elman a federal. Ozdemîr bû yek ji kesên ku yekser û bi awayekî vekirî bû hedefa Erdogan. Erdogan têkildarî Ozdemîr daxuyaniyek nîjadperestî dabû û gotibû, "Divê mirov bi rêya testa xwînê, Tirkbûna Cem Ozdemîr bipîvin."

Li gorî axaftina li kûlîsan, di koalîsyona Jamaîka de wê Ozdemîr bibe wezîrê karên derve. Hevdîtinên fermî yên ji bo avakirina vê koalîsyonê, tê payin ku piştî 15'ê Cotmehê dest pê bikin. Hemû partiyên di nava vê koalîsyonê de cih bigirin, li dijî pêvajoya endametiya Tirkiyeyê ya li nava Yekîtiya Ewropayê ye. Dixwazin ev pêvajo bê qedandin ya jî bê rawestandin.

2 EYALET BI KOALÎSYONA JAMAÎKA HATE BIRÊVEBIRIN!

Koalîsyona Jamaîka, ne cara yekemîn e ku li hikumeta federal hatiye ceribandin. Du eyaletên Elmanyayê, bi hikumeta ji CDU, Keskan û FDP'ê pêk tên, yanî bi koalîsyona Jamaîka hatibûn birêvebirin.

Koalîsyona Jamaîka cara yekemîn li Eyaleta Saarlandê di sala 2009'an de hate avakirin. Ji ber nakokiyên navxweyî yên li nava FDP'ê, sala 2012'an bi rengekî neserketî qediya bû. Lê vê carê jî li eyaleta Schleswîg-Holsteînê koalîsyona ji CDU, FDP û Keskan hate avakirin.

Li pêşiya koalîsyona Jamaîka ya federal a bi Serokwezaretiya Merkel, gelek astengî hene. Ev her du partî li aliyên cuda yên qada siyasetê ya Merkel disekinin. Lewma tê meraqkirin bê Merkel wan çawa îqna bike. Ji ber ku FDP û partiya Keskan di mijarên enerjî, hawirdor, ewlekarî, koçber û bacên ji dewlemendan bên girtin de ji hev cuda difikirin.

Ji ber vê yekê, Serokê Daîreya Serokwezaretiyê Peter Altmaîer, ku weke 'destê rastê' yê Merkel tê naskirin dabû xuyakirin, ku avakirina koalîsyonê dibe ku heta sala 2018'an bidome.