KJK: Divê em daxwaza azadiya Rêber Apo û girtiyan xurtir bikin!

KJK:Di vê dema vîrûsa Koronayê de divê em daxwaza azadiya Rêber Apo û girtiyên siyasî hê zêdetir xurt û rêxistin bikin, divê ji her demê zêdetir ev daxwaz bê bihêzkirin û xurtkirin.

Koordînasyona KJK’ê, têkildarî vîrûsa Korona daxuyaniyek nivîskî da.

KJK’ê got: “Vîrûsa Korona ya ku ev demek yek ji rojeva herî girîng a cîhanê ye, nîşaneya xeteriya modernîteya kapitalîst a di jiyana mirovan de rû bi rû hatiye. Di sîstema kapitalîzmê de her demê jiyana mirovan di bin xeteriyê de ye. Ji ber ku hêsra fêdê ya kapitalîzmê bi lez vediguhere talanê, hemû çavkanî bi lez di tine dibin û bi sîstema ekolojiyê dilîzin. Cîhanê vediguherînin qadeke ku jiyan lê nebe. Atmosfer texrîb kirin. Ji ber vê yekê her rojê em bi encamên cihê re rû bi rû dimînin. Vîrûsa Korona jî yek ji vê ye. Îro di têkoşîna li dijî vîrûsê ya belavî hemû cîhanê bûye çareseriya dewletên cîhanî weke ‘li bendê bimîne bê ka wê çi bibe, yên sax bimîne ji yên me ne’ çareserî dîtiye.”

 ‘TIRKIYE JI MIRINA BERPIRS E’

KJK’ê bal kişand ku bi lez vîrûs belav dibe û rê li ber mirinê vedike. KJK’ê got: “Gelek welat bi zanabûn mudaxeleya wê taloq kirin û ji mirinên ku rû dane biberpirsin. Yek ji van welatna jî Tirkiyeye. Li Tirkiyeyê ya ku ji aliyê rejîmeke faşîst ve tê birêvebirin, bi rûtîniya nefikire, neaxive û nebîne mîna her demê bi hewaya ku het tişt di kontrolê de ye kirin. Lê raya giştî ev yek qebûl nekir û ev yek şermezar kir û nerazîbûn nîşanda. Pişte di daxuyaniyên ji aliyê hikûmetê ve hatin kirin hatin diyarkirin ku vîrûs pir bi sînorkirî ye û di vê mijarê de tedbîrên pêwîst girtine. Ya girîng di vê demê de hikûmetê leşker veguhestin Idlibê û li Bakurê Kurdistanê jî dest bi operasyonên Biharê kirin.

Operasyonên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bê navber dewam kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên leşkerî kirin û ava vexwarinê li ser gel qûtkirin û bi vê yekê milyonek mirov terkî qedera şewbê kirin. Bi vê jî sînordar nema dest danîn ser vîna gel 8 şaredariyan. Dîsa li gel vê bi vîrûsa şerê taybet çi dibe bila bibe divê çalakiya rûniştinê ya li ber derê avahiya HDP’ê ya Amedê wê bidome. Nexasim ên bi vîrûs wê çima ji vîrûsê bitirsin! Bi awayekî topyekûn desthilata AKP-MHP’ê ji ber ku bi qirkirinê ve mijûl bû, qet rê nehat ku dor bê tenduristiya civakê. Peremilîterên ku ti hiqûqa şerê û rêbazên wê nas nakin, mîna ku tenduristiya gel ji bo xwe nekirin dert, mirovên ku bi tenduristiya gel ve eleqedar jî dibin polîtîkayake ya cihêkarî û muxalîf da nîşandan şopandin. Ji ber vê ne kedkarên tenduristiyê û ne jî Yekîtiya Tabîban tevlî vê pêvajoyk kirin. Wezîrê Karê Hundir ê di şerê derûnî de kesê li pêşiya xwe nabîne jî Bakurê Kurdistanê îşaret kir û diyar kir ku gel li gorî tevdîran tev nagerin û wan dixina nava zoriyan.”

KJK’ê bal kişand ser gotinên Wezîrê Karê Hundir û got: “Bi vê daxuyaniyê dixwazin bêjin ku eger li Kurdistanê mirin derbikevin jî wê bêjin ji xwe me gotibû. Yan jî dixwazin Kurdistanê di warê siyasî, abor, leşkerî, bazirganî-îzalasyonê bi rêve bibin û bi îzalasyona civakî meşrû bikin. Ev yek zelale ku wê rojên li pêşiya me bê fambikin. Ketine nava panîka ku qet li Kurdistanê tiştek nekirine, dîsa dixwazin polîtîkayên cihêkariyê yên xizmetên di warê tenduristiyê binixûmînin de ne. Dixwazin bi sûcdarkirina gel bala li ser dewletê bidin aliyekê û hesabê veşartina ewlekariyên nekirine dikin.Dixwazin wisa bidin nîşanda ku weke ku li Ege, Anatoliya Navîn, Karadenîz her kes li gorî pîvanan tev geriyaye, gelê Kurd pîvanan binpê dike dixwazin bidin nîşandan. Şer taybet bi vê yekê tim li Kurdistanê kiriye. Niha jî di warê tenduristiyê de vê dike.”

 ‘DIVÊ ROLÊN GÎRÎNG BÊ LÎSTIN, PIŞTEVANÎ BÊ KIRIN’

KJK’ê di daxuyaniya xwe be bal kişand ser rola rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî, tevgerên jinan, ciwan û partiyên siyasî ya ji bo derbas kirina şewbê û rola wan a girîng a têkoşîn ya li dijî şewbê. KJK’ê got: “Divê komîteyên tenduristiyê xwe bigihînin tax û gundan, bi maseyên krizê gel rast agahdar bikin, hişyar, perwerde bike di warê xweparastina ji vîrûsê. Balê bikişînin ser hevkarî û piştevaniya çandî. Divê ciwan alîkariya kalan bike, piştevaniya hejaran bê kirin û di vê demê teng de kes bi tenê neyê hiştin. Mayîna bendê ku dewlet bike ev tê wateya xwe xapandinê. Eger ku dewletê bikira wê hê zû bikira. xizmetên tenduristiyê yên li Kurdistanê mirov dikare bêje hema tine. Ne cîhanzên nefesê, ne jî cîhazên ku test bên kirin, her wiha beşên lezgîn. Ji ber vê ku eger sazî tedbîran negire, dîsa piştevaniyeke cidî ya gel di vê mijarê de aktîf nebe wê windahiyên cidî derkevin.”

JI BO GEL HIŞYARÎ Û BANG

KJK’ê bang û gel hişyar kir û wiha pêde çû: “Divê gelê me cidî nêzî vê pêvajoyê bibe. Ev vîrûs vegûherî şewbeke cîhanî û ber belav dibe. Li gorî rêyên xweparastina ji vîrûsê tevger kirin û dîsa xwe ji qadên qelebalix dûrxistin, wê bike ku rê li ber belavbûna vîrûsê bigire. Divê gelê me bê ku bêje tiştek nîne nekeve kolanan û cihên qelebalix, navber bê dayîna serdanên malbatan, çalakiyên civakî bên sînordarkirin, dîsa dawetî, şîn û civîn li gorî berê neyên kirin. Divê em li gorî tedbîr û pêwîstiyên xwe li dijî şewbê bibin xwedî tedbîr û tim bi tedbîr bin. Gelê me divê bi rêgeza piştevanî û xwedî li cîran û taxên xwe derbikevin. Ji bo vê divê civakek bi tendurist erka dikeve ser milê her kesê bi cih bîne û xebatên rêxistinkirinê ji bo civakek bi tendurist tevger bê kirin.”

 ‘XWEDÎ LI RÊBER APO Û GIRTIYAN DERKEVIN’

Herî dawî KJK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ku divê xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyan bê derketin û got: “Bi salan e dewleta Tirk bi darê zoarê bi hezarna girtiyên siyasî avêtine zindanan û tecrîda herî giran li ser Rêber Apo tê kirin. Ji ber ku piraniya cîhanê ev demek di bin îzolasyonekê de ye. Lê Rêber Apo û girtiyên siyasî yên di nava îzolasyonê de qîr bikin dengê wan nayên bihîstin, bimirin jî kesek nîne ku destê xwe dirêj bike. Ji ber ku di nava avahî û cihekî teng de ne ku bi hucreyên heyî her cure mafên wan tên xwarin û mekanîzmayên şidandî yên kontrolê, zextên pîskolojîk, pêkanînên mîna çavdêriyê û ve yek bi sîstematîk tê kirin. Ji bo vê di serî de divê hemû raya giştî,gelê Kurd, ciwan û jin xwedî li Rêber Apo û girtiyên siyasî derkevin. Di vê dema vîrûsa Koronayê de divê em daxwaza azadiya Rêber Apo û girtiyên siyasî û hê zêdetir xurt û rêxistin bikin divê ji her demê zêdetir bê bihêzkirin û xurtkirin.”