KJAR'ê encamnameya kongreya 3'emîn eşkere kir

KJAR'ê encamnameya kongreya xwe ya 3'emîn eşkere kir ku di navbera 2 û 4'ê Nîsanê de bi şiyara "Bi rêxistiniya jinên Rojhilat em dikarin neteweya demokratîk ava bikin" hate lidarxistin.

Encamnameya kongreya 3'emîn a Komalgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) wiha ye:

"Kongreya KJAR'ê ku di  duduyê Nîsana 2020’an de bi kombûyîna tevahî nûnerên pêkhateyên KJAR'ê dest pê kir di çarê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de kar û xebatên xwe bi serketî temam kir. Kongreya me bi coş, kelecan û berpirsiyariyek mezin dest pê kir û bi rojeveke berfireh nîqaşên girîng meşandin. Kongreya me di pêvajoyeke wisa de pêk hat ku him li qada navneteweyî de hem jî li herêmê tekoşînek  mezin tê meşandin û guhertin bi awayeke lez pêk tê. Kongreya me bi van biryarên ku di vê pêvajoya girîng de girtî di şexsê jina Kurd de xeta pêşketinê ya tevahiya jinên herêmê diyar kir.

Kongreya me a sêyemîn beriya her tiştî ji têzên Rêber Apo ên ku ji sedsala nû re bûye rênîşandayînek, perspektîfên ku hatibû komkirin û pêşkêşkirin nirxand. Hat pênasekirin ku paraznameyên Rêber Apo di tevahî dîrokê de asta herî bilind, kûr, berfireh û bi pergalî ye ku mirovatî xwe gehandiyê. Ev manifestoya ku wek manifestoya moderniteya demokratîk hatiye binavkirin û felsefeya wê ya jiyanê, xeta wê ya birdozî û siyasî, rûmet û exlaqa wê li tevahî tevgera me, jinan û bi gelê me dane fêmkirin û gehandina raya gişti a sosyalîst û demokratîk wek erkeke bingehîn destnîşan kiriye.

Kongreya me bûyerên siyasî û tekoşîna li Rojhilata Navîn, di bingeha xeta moderniteya demokratîk de bi pir alî nirxandiye. Hat gotin ku bi destpêkirina şerê cîhanê ê seyemîn re qada Rojhilata Navîn hevsengiyên siyasî hatinê diyarkirin û hêzên hegemon bi vî şerî vê qadê li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dizayn dikin û ev yek jî ne tenê li ser herêmê wê bandoreke mezin li tevhiya cîhanê bike. Kongreya me diyar kir ku bi hilweşandina pergalê re êdî dema guhertin û veguhertinê destpê bûye û bi şewba koronayê jî ev gehiştiyê asta navneteweyî. Hêzên hegemon bi şerê cîhanê ê sêyemîn re her roj dibin sedema bi hezaran mirinan û koçberiyê, lê belê ev hêz qîma xwe bi wê jî nîne. Weke encama kapîtalîzmê,  şewba korona jî li gorî berjewendiyên xwe dişixulîne. Şewbê ji bo ku împaratoriya  tirsê hîn zêdetir pêş bixîne vegerandiye êrîşek biyolojîk û qirkirin kûrtir kiriye. Bi şer re tişrs zêdetir mezin kiriye û bi vî rengî xwestiye ku mirovan bi tevda girêdayî desthilatdarî û dewletan bikin. Li beramberê tevahî pêkanînên pergalê bêdeng bike û dixwaze civakeke wisa ava bike ku tenê bikeve taya canê xwe. Di kongreya me de hate tespîtkirin ku hêza pergala kapîtalîst modernitêyê têrê nake ku pirsgirekên civakî ên di roja me a îro de ne çareser bike. Ev jî nîşan dide ku pergal êdî ber bi belavbûyînê ve diçe û werdigere xeta modernîteya demokratîk. Ev rewş çiqasî berdewam bike bila berdewam bike kîjan rêbazê bi kar tînin bila bikar bînin di encama têkoşîna ku hatî kirin de wê pergaleke navneteweyî ku aştî û demokrasiya hemdem esas digire pêk were. Di vê bingehê de ji bo ku di vê pêvajoyê de xwinrijandin û texrîbatên heyî dakeve  asta herî kêm  kongreya me pêwîst dît ku destpêkê jin û ciwan piştre jî tevahî gel û hêzên demokratîk bikevin tevgerê û xwe hîn zêdetir rêxistin bikin û têbikoşin.   

Di kongreya me de, têkoşîna li dijî dagirkeriyê ya li Rojhilata Navîn bi berfirehî hate nirxandin. Her wiha, li Îranê li dijî xwestekên gelan ên demokratîk bi taybetî jî yên jinan bi kûrkirina  şovenîzma rejîma dagirker êrîşên çêbûnî hatin nirxandin û polîtîkayên rejîma Tirkiyeyê yên li ser gelên Kurd êdî qetlîam jî derbas kiriye û vegeriyayê qirkirinê. Kongreya me, sedemên dîrokî û rojane yên ku rê li ber vê rewşê vekirî bi kûrahî lêpirsîn kiriye û diyar kiriye ku nêzîkatiya rast û çareserker pêwîste çawa bibe. Li gorî vê tespîtê diyar kiriye ku nêzîkatiya olperest, zayendperest, zanistperest û milliyetgirî li şûna çareseriyê bêçarêserî û şîddetê diafirîne. Lewra kongreya me ya sêyemîn diyar kiriye ku li gor serdema şaristaniya demokratîk tenê dikarin bingeha şoreşa zihnî û ronakbirî de di xeta yekitî û guhertina demokratîk de pirsgirekan çareser bikin. 

Di vê bingehê de kongreya me tevahî hêzên navneteweyî û heremî dawet kiriye ku hîn zêdetir  baldar, çareserker, demokratîk, wekhev û li gorî mafê mirovan nêzîkatî nîşan bidin. 

Kongreya me di esasî de di kongreya 2. de faaliyetên pratîkî ku hatin meşandin û di vê bingehê de asta xebatên xwe yên ji nû ve avakirinê nirxandiye. Li ser esasa rapora ku koordinasyonê pêşkêşkirî faaliyetên sê salan bi awayeke berfirehî nîqaş kiriye. Di bingehê de xebatên înşayê sala 2014'an bi avakirina pergala KJAR’ê ve hatibû destpêkirin.  Kongreya me li ser vê esasê piştî kongreya duyemîn   xebatên înşayê guhertin û pêşketinên ku çêbûnî, zor û zehmetiyên ku hrû dan û kêmasiyên ku derketinî bi berfirehî nirxandiye. Di vê bingehê de perspektîfa, 'jiyana azad û neteweya demokratîk'  ji hêla birdozî û teorî ve hatiye fêmkirin, êdî pêvajoya dema pêşiya me jî pêvajoya pêkhatineye û ji bo viya jî pêwîste kadroyê înşayê ji hêla fikir, zikir û çalakî ve xwe biafirîne û di rêxistinbûyînê de gaveke mezin bavêje. Li ser esasa ev tespîta ku hatî kirin şîara;  'Bi Rêxistinkirina Jinên Rojhilat Em ê Neteweya Demokratîk Ava bikin’ wek slogan destnîşan kiriye.

Kongreya me, ji bo jinên ku dildarên azadiyê ne, tê wateya bi azadî û berxwedanê ji nû ve hevpeyman û ji nû ve destpêkirinê. Tevgera me tenê tevgera rizgariya jinan nîne di heman demê de tevgera rizgariya hemû civakê ye. Ji bo ku em civakê bi nirxên azadî, wekhevî, ekolojîk, demokrasî, etik-estetîk ve ji nû ve ava bikin em xebat dimeşînin. Di vê wateyê de tevgera jinên azad ên Kurd KJAR,  têkoşîna avakirina jiyana azad bi awayeke bê eman bi biryardarî, îddia û ji xwebawer wê pêşengtiya jin û militaniya wiya bike, ev îddiaya xwe di kongreyê de dûbare kiriye.   

Kongre baweriya xwe aniye ziman ku di  pêşengtiya jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin de mirovatî wê ji qalip, dogma, koletiya jiyana kapîtalîst modernitêyê rizgar bibe.  Her wiha kongreyê soza xwe nû kiriye ku jina ku dixwaze azad bibe wê jiyana azad biafirîne. Di vê bingehê de ji tevahî gel û jinên li Îranê bi feraseta, 'xwerêxistin bike, bibe yek, têbikoşe û azad bibe' ji nû ve bang kiriye ku yekitiya jinan ava bikin.

Kongreya me ji hêla polîtîk û pratîk ve di her qadê de ji bo ku kar bimeşîne biryarên berfireh girtin.  Kongreya me bi nêzîkatiya ku KJAR'ê ji kêmasî, nebesî û xeletiyan xelas bike û aliyên wê yên bi hêz û xweş pêş bîxîne û mezin bike ve tevgeriyaye. Di dawiya kongreyê de desteya rêveberiyê hatiye hilbijartin û bi vî awayî ji bo ku sistema xwe bigihijînê paşerojê bi biryar tevgeriyaye û bi vî awayî jî sonda xwe dûbare kiriye."