Kiryarên dewleta Tirk li Parlamena Swêdê hate vegotin

Parlamenterên Sosyal Demokrat Kadir Kasirga, endamê komîsyona têkiliyên derve ya Parlamena Swêdê parlamenter Enders Ostenberg û Dr. Abbas Mansûrî têkildarî kiryarên dewleta Tirk li Parlamena Swêdê civînek lidarxist.

Îro li Parlamena Swêdê bi pêşengiya parlamenterên sosyal demokrat bi armanca eşkerekirian bikaranîna çekên kîmyewî û çekên dn ên qedexikirî ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê civînek hate lidarxistin.

Civîn ji aliyê parlemanterên sosyal demokrat Kadir Kasirga û endamê komîsyona têkiliyên derve ya Parlamena Swêdê parlamenter Enders Ostenberg û Dr. Abbas Mansûrî hate lidarxistin. Bi dehan siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl beşdarî civînê bûn.

Destpêkê Dr. Abbas Mansûrî qala êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir û li ser bikaranîna çekêm kîmyewî jî axivî. Li aliyê din Mansûrî qala berxwedand gel û derfetên kêm yên nexweşxanê û kêmbûan derfetan ên di encama ambargoyê de li ser herêmê.

Piştre sînevîzyonek hate nîşandan ku qala rewşa kesên bi çekên qedexekirî birîndar bûne û dermankirina wan a bi derfetên kêm.

Civîn bi pirs û bersivan dom kir. Li ser pirsa dewleta Swêdê wê bi çi awayî alîkariya birîndara bike û destekê bide sîstema Bakur û Rojhilatê Sûryeyê, parlamenter Anders osterberg got ku wê van mijaran bibin civîna parlamenê.