Keştî noq bû: Gelek koçber mirin

Li peravên Yemenê keştiyek noq bû. Tê gotin ku gelek koçberên di keştiyê de bûn jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyan, keştiya ku 100 koçeberên ji herêmên Etiyopya, Cîbûtî, Somalî û Erître tê de bûn, li peravên Yemenê noq bû.

Tê gotin, 40 kes xeniqîne, 39 kes hatine rizgarkirin û 16 kes jî winda ne.

Bûyer li herêma Hadramevt a li rojhilatê Yemenê qewimî.

Tê gotin, koçberên ji Afrîkayê ji bo xwe bigihînin Erebîstana Siûdî û welatên din ên kendavê, hewl dan xwe bigihînin Yemenê. Beşek ji koçberan li Yemenê bûn ku ji sala 2014'an û vir ve şer lê diqewime.