Kerîmî: Dijmin êrişî hebûna me dike; divê em li ber rabe

Nivîskar Elî Kerîmî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê weke êrişên li ser hebûna gelê Kurd pênase kir û destnîşan kir ku divê her kes li ber vê yekê rabe.

Nivîskar Elî Kerîmî qala êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Metîna, Avaşîn, Zap ên Herêmên Parastinê yên Medyayê û dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê kir.

Kerîmî bal kişand ser dijminahiya dewleta Tirk a li gelê Kurd û got: "Sed salên bihurî dijminên gelê Kurd, Kurd weke gel qebûl nekirine û êrişî wan kirine. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem Kurdistan hate dabeşkirin. Welatên ku Kurdistan li ser hatin dabeşkirin ti carî hebûna Kurdan qebûl nekirine. Ji van dijminan dewleta Tirk ji hemûyan xirabtir e. Di asta yekem de dijminahiya wê vedigere sala 1920’an a felsefeya yek ziman, yek netewe û yek al e. civakên ne Tirk hemû tune kirin, têk birin. Lê civaka Kurd ti carî serî li ber dijmin netewand û her carê serî rakir, kar kir. Ti carî serî li ber dewleta Tirk a li ser bingeha tinekirina civakan hatiye avakirin, netewandiye."

Kerîmî got: "Em bi dijminekî welê re rû bi rû ne ku bi ti şêweyî ne çand, ziman, cihlûberg, hebûn û nasnameya gelê Kurd qebûl dike. Ji bo wê ye divê li aliyê me zelal be ku dijmineke wiha me heye û êrîşî hebûna me dike. Divê em hemû xwe li gorî vê amade bikin. Dewleta Tirk her sal êrişî destketiyên Başûrê Kurdistanê dike, dîsa Îran toparan dike, Heşdî Şebî hêdî hêdî êriş dike. Dewleta Tirk ji Efrînê destpê kir, piştre êrişî gelek deverên din ên Rojava kir. Tirkiye di di bin navê ‘terorê’ de rewatiyekê ji bo xwe dibîne û êriş dike. Lê di rastî de li ser wan xakan Tirkiye biyanî ye û hebûna wê ne rewa ye. Ji bo wê divê welatên Rojavayî li hember vê rabin û qebûl nekin. Ji ber ku Tirkiye li Rojhilata Navîn terorê ava dike.”

'EMERÎKA QIRKIRINA ERMENIYAN ERÊ KIR, LÊ LI BER ÇAVAN KURD TÊN QIRKIRIN; BÊDENG IN'

Nivîskar Elî Kerîmî bal kişand ser rola şervan û gerîlayên azadiyê ya di têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê ya dijminê mirovahiyê dd û wiha pêde çû: "Şervan û gelê Kurd li şûna hemû cîhanê şerê DAÎŞ’ê kir. Piştî vî şerî ji bo min pir balkêşe piştî 60 salan û şûnde Kongreya Emerîka Komkujiya Ermeniyan weke jenosîd erê dike. Lê niha li ber çavê hemû cîhanê dewleta Tirk êrîşî gelê Kurd dike, qir dike. Lê mixabin di serî de Emerîka û cîhana Rojava bêdeng in."

'SIYASETA EMERÎKA DURÛ YE'

Kerîmî qala siyaseta Emerîka ya li ser herêmê û nêzîkatiya wê kir û got: "Divê em gelê Kurd ji siyaseta durû ya Emerîka baldar bin. Divê em dengê xwe li civaka navdewletî bilind bikin ku eger ew jî kêmek rewşenbîrî û mirovahî lê mabe. Divê zextê li Emerîka bike û bide nîşandan ku Tirkiye ji bo hemû welatên navçeyê metirsiye, lê tevî vê jî Emerîka çavê xwe li vê digire. Ev siyaset siyaseteke direwîn e. Dibêjin; ‘Em dostên Kurdan in’ lê di rastî de Emerîka ji bo talan û dizîna petrolê hatiye herêmê. Li aliyekî Komkujiya Ermeniyan weke jenosît dinase, li aliyê din ji bo destgîrkirina sê serkirdeyên şoreşa gelê Kurd pere pêşkêş dikin."

'SEDEMÊ ÊRÎŞAN NEBÛNA YEKÎTIYA KURDAN E'

Kerîmî diyar kir ku yek ji sedemê herî esasî ew e ku Kurd ne yek in û wiha domand: "Kurd di nava xwe de dijmin e. Bi dehan sale hê me nekariye hêzeke nîştimanî ava bikin. Her hêzeke siyasî çekdarên xwe hene. Eger me bikariba hêzeke nîştimanî di damezirandina Kurdistanê de ava bikira, wê demê wê Heşdî Şebî li Pirdê nekariba 2 pêşmerge şehîd bikiriba. Tirkiye wê nikarîba êrîşî çiyayên Kurdistanê bike. Me gelek hewl da ku Kongreye Neteweyî ava bikin, lê aliyên siyasî rê nedan ku kongre bê avakirin. Her yek dibêje em serok in."

'EGER PDK HEVKARIYA TIRKIYE NEKE, WÊ TIRKIYE NIKARE BIKEVE XAKA KURDISTANÊ'

Nivîskar Elî Kerîmî rexneyên tund li Partiya Demokratîk Kurdistan (PDK) û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kirû got: "Di demekê de ku Kak Mesûd Barzanî digot; ‘Qet qebûl nakin ku bi ti awayî dagirker bikevin nava xaka Kurdistanê’, lê em dibînin ku li ber çavê me tevan Wezîrê Parastinê yê Tirk bê ku hesabek ji bo Herêma Kurdistanê û Kak Mesûd Barzanî bike, tê nava xaka Herêma Kurdistanê û sengerên şer ên dagirkeriyê daniye. Di dema referandûmê de dewleta Tirk bû ku di serî de heqaret û henekên xwe bi Kak Mesûd Barzanî û PDK’ê kir. Tevî van hemû heqaret û henekan jî PDK rê dide Tirkiye hevkariya wê dike ku bikeve nava xaka Herêma Kurdistanê. Eger PDK hevkariya Tirkiye neke, bi ti awayî Tirkiye nikare bikeve xaka Herêma Kurdistanê. Ev jî vê rastiyê bi me dide nîşandan ku PDK nûnertiya Kurdê kole û stûxwar dike."