KENY’yê pêkirinên giran li ser Koreya Bakur danî

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bi yek dengî pêşnûmeya ku pêkirinên giran li ser Koreya Bakur deyne qebûl kir.

Di dengdana KENY’yê de ji ber sedema bernameya nukleerî û ceribandinên moşekên nav-parzemînî bi yek dengî biryar hate standin ku li ser Koreya Bakur pêkirin bibin.

Tekane welatê ku bi Koreya Bakur re xwedî têkiliyên aborî ye, Komara Gel a Çînê jî pêşnûme pejirandin, di serî de petrol, li ser gelek berên îthalata sînor têne danîn.

Bi pêşnûmeyê re ku ji hêla DYA’yê ve hate amadekirin, derfet çêdibe ku xebatkarên ji Koreya Bakur ên li derveyî welat dijîn derî sînor werin kirin.

Koreya Bakur îsal gelek caran ceribandinên moşekên parzemînî kiribû û her wiha gotibû ev moşek dikarin bi serikên nukleerî jî bin. Di van demên dawî de her çendî di navbera DYA û Koreya Bakur de gotinên tund hatibin gotin jî, tê zanîn ku bersiveke erênî dabû daxwaza navbeynkariyê ya Rûsyayê.