KENY: Divê pêkanînên Koreya Bakur alîkariya mirovî asteng neke

Bi pêşniyara DYA’yê li dijî Koreya Bakur pêkanîn hatibûn erêkirin, Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî (KENY) biryar da ku alîkariya mirovî ya ku ji van pêkanîna bandor dibe, bi hêsanî bike.

Di metna ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ya hatî KENY’ê  tê xwestin ku pêşiya gihiştina alîkariya mirovî ya ji bo nifûsa Koreya Bakur bê vekirin ku nîvê nifûsa wê pêdiviya wan bi alîkariyê heye.

Di metna biryarê de hate bibîrxistin ku biryarên pêkirinê yên van salên dawîn ên li ser Koreya Bakur şertê ‘astengnekirina alîkariya mirovî’ heye û tê xwestin ku ev werê pêkanîn.

Meha derbasbûyî di pêşniyara DYA’yê ya ji bo KENY’ê de, daxwaz hatibû kirin ku bi asanî destûr ji Komîteya Pêkanînan bê girtin  ya ku pêkanîna saziyên alîkariya mirovî ya NY kontrol dike. Duh ev daxwaz ji aliyê serokatiya komîteyê ve hatibû qebûlkirin ku  Hollandaya hê jî endamê demî yê KENY ye û serokatiya komîteyê dike.

Li gorî daneyên NY, ji 25 mîlyon kesên li Koreya Bakur 10 mîlyon kes bi kêmanî xweyîd ibin û pêdiyva welat bi alîkariya mirovî heye. Rêveberiya Koreya Bakur ragihandibû ku dawî li ceribadina moşekan û nukleerê aniye. Ev pêngav di hevdîtina serokê welat Kîm Jong-ûn  bi serokê DYA Donald Trûmp re di meha Hezîranê de hatibû avêtin.