KCK: Heta ku parêzer neçin Imraliyê divê meydan neyên terikandin

KCK: Parêzerên Rêber Apo bilez divê biçine Imraliyê, rastî ji gelê me û raya giştî re werin vegotin. Bêyî ku parêzer û malbat biçine Imraliyê û werin û daxuyaniyê bidin, gelê me, dostên me, jin û ciwan divê meydanan neterikînin.

Hevseroktiya Rêveber a KCK'ê derbarê şewata daristanê ya li Imraliyê daxuyaniyeke niviskî da. KCK'ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser van hêmanan:

ŞEWATA ZIVISTANÊ FIKARAN BI MIROV RE ÇÊDIKE

''Li girava  Imraliyê ku ev 21 sal in tecrîd li ser Rêber Apo tê danîn, rayedarên dewleta Tirk gotin şewata daristanê derketiye. Di rewşeke wiha de ku li Tirkiyê û herêmê geşedanên pir krîtîk dibin, qirkirina li ser Kurdan girantir didome, desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ketiye pêvavjoya hilweşîne, divê her kes bi guman û cidîyetekê nêzîkî bûyera şewatê ya li Imraliyê bibe. Di pêvajoyeke wiha girîng de ku Tirkiyê û herêmê serûbinî hev dike, li giraveke wiha ku bi pergaleke tevdîrên jidiyayî tê rêvebirin, zivistanî, agahiya şewata daristanê mirov dide fikirandin û fikaran dide mirov.

JI HEMÛ TIŞTÊN LI IMRALIYÊ DEWLETA TIRK Û PERGALA NAVNETEWÎ BERPIRS E

Li devereke ku Rêber Apo lê rehîn tê girtin her bûyera ku tê jiyîn û her cure nêzîkatî xwedî maneyeke siyasî ye. Ji hemû tiştên ku li Imraliyê tê jiyîn û wê werin jiyîn dewleta Tirk û pergala navnetewî berpirs e. Pergala li Imraliyê her wiha pergaleke wiha ye ku hêzên navnetewî ava kirine û ew kontrol dikin. Nexasim Konseya Ewropayê ku Tirkiye endama wê ye û CPT ya ku bi ser Konseyê ve bi berpirsyariyeke mezin in.

LI DIJÎ TECRÎDÊ DIVÊ HER KES RABE SER PIYAN

Ti mane û nirxên daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk nîn in ku li ser Kurdan qirkirinê dikin, ev 21 sal in tecrîda mitleq li ser Rêber Apo datînin. Tevgera me û gelê me ji daxuyaniyên vê desthilata faşîst a dijiminê Kurdan bawer nake. Ji ber vê parêzerên Rêber Apo demildest  divê biçine Imraliyê, rastiyê ji gelê me û raya giştî re vebêjin. Heta ku parêzer û malbat neçin Imraliyê û daxuyaniyê nedin divê gelê me, dostên me, jin û ciwan meydanan neterikînin. Gelê me li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt divê helwesta xwe bi asta herî bilind nîşan bide, meydanan tije bike. Gelê me li her deverê divê seferber bibe, heta ku parêzer rastiyê hîn nebin divê meydanan bernede.

Bi vê çarçoweyê em bang li gelê xwe, gelan, hêzên demokrasiyê, hemû derdorên dij faşîst, jin û ciwanan dikin ku li dijî tecrîdê rabin ser piyan û helwesta xwe bi asta herî bilind nîşan bidin! Careke dî me dît, heta ku pergala tecrîdê ya li Imraliyê ji holê ranebe û pirsgirêka tenduristî, ewlehî û azadiyê ya Rêber Apo çareser nebe, azadî, demokrasî, aştî û dadmendî nayê Tirkiyê.''