KCK’ê ji bo Pîr Alî Buyukşahîn peyameke sersaxiyê weşand

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê ji bo Pîr Alî Buyukşahîn ê ku ji ber Covîd-19’ê jiyana xwe ji dest daye, peyameke sersaxiyê weşand.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê di peyama xwe ya sersaxiyê de ev tişt diyar kir:

“Em bi xemgînî hîn bûn ku ewledê Ocaxa Uryan Xizir Pîr Alî Buyukşahîn jiyana xwe ji dest daye. Malbata wî ya hêja di serî de em sersaxiyê ji ewledên Ocaxa Uryan Xizir re dixwazin.

Wefata Pîr Alî Buyukşahîn Ocaxa Uryan Xizir di serî de ji bo Ocaxa Elewiyên Kurd ên Rêya Heq ji rê li be windabûneke mezin vekiriye.

Pîr Alî Buyukşahîn ligel xizmeta ji bo Elewîtiyê wekî ronakbîr û entellektuelekî jî xizmet kiriye. Ew ne bi tenê wekî rêberekî baweriyê lê wekî zana jî dihate dîtin. Ne bi tenê meseleyên ji bo Elewîtiyê, di meseleyên civakî de jî li gorî edeb û exlaqa rêya Elewî jî xizmeta gel dikir. Ji ber van taybetiyên xwe di nav gelê Bûlamê û di nav talibên xwe de bûye Pîrekî ku bi gotina wî dihate kirin.

Xwedîlêderketiya bîranîna şexsiyeyên wekî Pîr Alî Buyukşahîn pêdiviyeke baweriya Elewîtiyê ye. Elewiyên Kurd ên Rêya Heq di serî de em bawer in wê civaka Elewî xwedî li nirxên wekî Pîr Alî Buyukşahîn derkevin.

Elewîtî rêyek e, Ocax mekanê bîra vê rêyê û Pîr jî vê bîr û dîrokê vediguhêzin. Pîrtî di nav baweriya Elewîtiyê de ruhê deman temsîl dike. Pîrên Ocaxzadeyên Rêya Heq di serî de em bang li Pîrên Elewî dikin ku li gorî pêdiviyên Elewiyan tevbigerin.

Em careke din sersaxiyê ji hemû Ocaxzadeyan dixwazin. Gelê welatparêz ê Bûlamê di serî de em sersaxiyê ji hemû Elewiyan re dixwazin.”