KCK: Biryara DYA’yê berdewama komploya navdewletî ye

Konseya Rêveber a Hevserokatiya KCK’ê: Ev biryara bê bingeh a DYA’yê wergirtî, berdewama komploya li dijî Rêber Apo ye. Li hemberî vê helwesta ku parçeyekî komployê ye divê gelê me û hêzên demokrasiyê lezgîn rabin ser piyan û nerazîbûna xwe raber bikin.

Ji bo biryara ku DYA’yê di derbarê sazkar û rêveberên PKK’ê de derxistî, Konseya Rêveber a Hevserokatiya KCK’ê bertek raber kir û got: “Li hemberî vê êrîşa ku weke berdewama komployê ye gelê me û hêzên demokrasiyê divê demildest rabin ser piyan û bertek raber bikin. Li hemberî vê biryarê gelê me têkoşînê bilind bike û li her derê Kurd û dostên xwe rabin ser piyan û wisa bersiv bidin vê biryarê.”

Daxuyaniya nivîskî ya Konseya Rêveber a Hevserokatiya KCK’ê wiha ye:

“DYA’yê di derbarê hevrê me Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan ku sazkarên PKK’ê, kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd ku niha di nav rêveberiya PKK, KCK û HPG’ê de cih digirin, biryareke bê bingeh û tometbar ku destgîrkirinê ferz dike daye û daye zanîn ku kî/ê cihê Wan bêje wê bi pereyan bê xelatkirin. Ev helwest û biryara siyasî ya dijminane ku li dijî Tevgera azadiyê hatiye dayîn, tu bingeha wê ya siyasî,  civakî, exlaqî, wijdanî û hiqûqa gerdûnî nîne. Biryareke ku bi giştî bi sedemên îdeolojîk û polîtîk hatiye dayîn. Lê belê bi feraseta dijminane ev biryara hatî dayîn, di kesayetiya rêhevalên me de tenê ne li dijî PKK, KCK HPG’ê, li dijî tevahiya gelê Kurd ê têkoşîna demokrasiyê dimeşîne hatiye dayîn.

 Bêguman dewletên ku li dijî Rêber Apo, PKK'ê û Tevgera Azadiyê û pêşengên wê polîtîkayên qirkirinê meşandine û hê di serî de paşverûtiya herêmî û hevkarên wan ên navdewletî dijmintî kirine, bi êrîşan xwestine tasfiye bikin. Komploya ku 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêber Apo hat destpêkirin û 15’ê Sibata 1999’an bi dîlketina Îmraliyê encam bû, ev komplo bi kîjan armancê pêk hatibe ev êrîş jî xwedî heman armancê ye. Ev biryara DYA’yê ya bêbingeh berdewam û parçeyekî komploya li dijî Rêber Apo ye. Komploya 1999’an bi hêz û lêhûrbûna kûr a Rêber Apo û têkoşîna PKK’ê di asteke mezin de vala hatiye derxistin, Tevgera Azadiya Kurd bûye aktoreke girîng a bandor li polîtîkayên Rojhilata Navîn dike. Yekser têkiliya van êrîşan bi vê yekê re heye.

Li aliyê din, têkoşîna azadiya Kurd bandor li têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn kiriye, ji bo tevahiya têkoşîna azadî û demokrasiyê ya cîhanê deriyekî nû vekiriye û gihandiye qonaxeke nû. Rêber Apo li dijî feraseta netewe dewletê, alternatîfa rêveberiya civakî ya konfederal derxist holê û weke çareseriya hemû pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî danî danî holê. Ligel vê li Îngilistanê ku weke niştimana sendikayan tê zanîn sendîkavan, hemû hêzên demokratîk yên cîhanî, nivîskar, rewşenbîr, entelektuelan ji bo tendirûstî, ewlehî û azadiya Rêber Apo kampanyayeke girîng dan destpêkirin; di pêvajoyeke ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi dirûşmeya ‘em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ ji bo azadiya Rêber Apo dayî destpêkirin de girtina biryareke wiha bi armanca pêşîlêgirtina vê pêşketinê ye.

Demê biryara vê daxuyaniya li dijî Tevgera Azadiyê ya me ku tê wateya êrîşekî dijminan e, dema ku bi awayekî gelemperî em bigirin dest, bandora ramanê Rêber Apo ya di pêşketinê siyasî yên li Rojhilata Navîn û rola PKK’ê li ber çav bê girtin, ev nêzîkatî tê wateya komployeke li dijî Tevgera Azadiyê û êrîşekî bêexlaqî ya li dijî gelê Kurd. Têkoşîna gelê Kurd a li her derê pêş ketî; Kurd pir nêzî jiyana azad û demokrasiyê bûne. Ev komploya ku dixwazin li dijî PKK’ê bikin, tê wateya paşxistina têkoşîna me û destekkirina hêzên mêtînger ên ku dixwazin li ser Kurdan serweriya xwe bidomînin.

Di hemû bûyerên 40 salên dawî yên li Kurdistanê rû dayîn de , rola ber bi çav a PKK’ê heye. Her wiha bandoreke ber bi çav li ser hebûna hêzên siyasî û mûxalîfên Kurd a têkoşîna 40 salî ya PKK'ê heye. Di hemû bûyerên siyasî, netewî û civakî yên li her çarparçeyên Kurdistanê pêk hatîn de, rola PKK’ê li ber çav neyê girtin, nirxandin ne mimkûne. Herî zêde dijimaniha li Kurdan, Rêber Apo û PKK’ê xwe di vê ferasetê de dide der. 

PKK, LI DIJÎ ÊRÎŞÊ DAÎŞ’Ê BERXWEDANA HERÎ MEZIN BI RÊ VE BIR

Salên dawî yek ji mijara herî zêde  siyaseta Rojhilata Navîn û cîhan eleqedar  û mijûl kirî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê bûne. PKK li Şengalê pêşî li qirkirina civaka Êzidî ya yek ji çand û baweriya herî kevin a mirovahiyê bû, dersekî exlaqî  di serî de da hêzên herêmî û hêzên siyaseta navdewletî  ji bin tohemeteke giran xilas kir. Yên ku rê li êrîşa DAÎŞ’ê ya Hewlêrê û deriyê Hewlêrê girtin gerîlayên HPG û YJA Starê bûn. Yên ku li Kerkûk û Silêmaniyê li gel hêzên Pêşmergeyan pêşî li gef û êrîşên DAÎŞ’ê girtin, gerîlayên HPG’ê û YJA Starê bûn. Di serkeftina Kobanê ya ku hemû gelên cîhanê û hêzên demokrasiyê piştgirî kir, roleke mezin a gerîlayên HPG’ê û YJA Star ên li gel şervanên YPG/YPJ’ê yên bi ruhê fedayî şer kirin û berdêlên giran dane heye. PKK ne tenê li gel DAÎŞ’ê şer kir, bi hişmendiya netewa demokratîk ji bo ji nû ve avakirina Rojhilateke Navîn a xwe dispêre biratiya gelan ên Ereb, Kurd, Tirk, Sûriyanî, Ermenî, Çerkez û Farisan gavên mezin girîng avêtine.

Şervanên YPG/YPJ’ê yên ku dibêjin em li ser xeta Rêber Apo  şer dikin, li Qeserên Fransa hate pêşwazîkirin, Nûnerên Şoreşa Rojava li salon Têkiliyên Karê Derve yê DYA’yê hatin mêhvankirin ev li ber çavê hemû cîhanê pêk hatin. Di nava van salan de yê herî zêde têkiliya wê bi DAÎŞ’ê re heyî û dihate lêpirsîn Erdogan û desthilata AKP’ê bû. Niha jî DYA ji bo îxbarkirina berpirsên PKK, KCK û HPG’ê yên di têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de berdêlên herî giran biha dane xelat dane û ev tê wateya destekkirina polîtîkaya dijminahiyê ya Tayyîp Erdogan û AKP’ê ya li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê. Niha yên li dijî DAÎŞ’ê têkoşînê dikin dixwazin tasfiye bikin; yên di nava têkiliyan de jî xelat dikin.

DIVÊ GELÊ ME Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ BI LEZGÎN RABIN SER LINGAN

Divê hemû gelên cîhanê û hêzên demokrasiyê vê yekê baş bizanibin ku; yên di xeta azadiya jinê ya Rêber apo de rêberên azadiyê, Rêberê têkoşîna azadiya PKK’ê û di nava HPG’ê de yên ji bo azadiya gelê Kurd ên yek ji gelên herî dîrokî têkoşînê dike hêzên  gerîla ne. Sedemên polîtîk û îdolojiya DYA’yê, bi hincetên bê bingeh vê rastiyê nikare berovajî bike. Rêveberiya DYA’yê, meşrûtyeta ji gelê Amerîkî girtî jî nikare vê îtirafên qirêj bide bawerkirin. Ev biryar û nêzîkatiya DYA’yê ji ber destkeftiyên aborî û bûye hevkarên sûcên hêzên mêtînger ên qirker. Di demekê de ku diviya bû DYA helwestekî ya rexnedayînê ya di komploya li dijî Rêber Apo ya sala 1999’an pêk anî  de bide, nêzîkatiyeke wiha raberkirin, wê îro hesab bide gel û sibe jî li pêşberî dîrokê bê darezandin.

Divê gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û hemû hêzên demokrasiyê yên cîhanê li dijî vê biryara bêbingeh û dijî exlaqî bêdeng nemîne. Di van rojan de ku daxwaza azadiya Rêber Apa tê kirin û dîsa nîqaşên di derbarê derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê ya Ewropa tê kirin de, li dijî vê êrîşa li ser hevrêyên me Dûran Kalkan, Cemîl Bayik û Mûrat Karayilan, divê gelê me û hêzên demokrastiyê xwedî helwestekî teqez raber bike, divê xwedî sekin û têkoşer î be. Li dijî vê êrîşa ku parçeyek ji komploya li dijî Rêber Apo ye, di serî de divê gelê me û hêzên demokrasiyê bi lezgîn rabin ser lingan. Hewlwesta li dijî vê êrîşê divê bi têkoşîna li dijî komplo û azadiya Rêber Apo ve diyar bibe, li gel vê divê têkoşîn li her cihê Kurd lê ne, li gel hêzên demokrasiyê belav û bidomîne. Divê ev êrîşa di kesayeta hevrêyên me de ku Tevgera Azadiya Kurd tesfiye dike neyê pejirandin; li dijî van êrîşên ku qirkirina gelê Kurd dike hedef û destek dike têkoşîn bê kirin û bi awayekî bi hêz ev bê raberkirin."