KCDK-E/TJK-E ji bo mîtînga 22’ê Cotmehê banga seferberiyê kir

KCDK-E û TJK-E ji bo mîtînga ku vê 22’ê Cotmehê li pêşiya Konseya Ewropayê pêk bê banga seferberiyê kir.

KCDK-E û TJK-E bi daxuyaniyek nivîskî da û tê de ji bo tevlîbûna meş û mîtînga 22’ê Cotmehê banga seferberiyê kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi domandina êrîşên li ser çar perçeyên Kurdistanê hem ji bo erdnîgariya herêmê û hem Kurdistanê metirsiyê ava dike.

TİRKİYE VEGUHERİYÊ GİRTÎGEHEKÊ

Di dewama daxuyaniyê de bal hatiye kişandin li ser bêdengkirina kesên mixalif, yên dihizire, fikrê xwe diyar dike û bixwaze maf û huqûqa gerdûnî biparêze û wiha pêde çû: “Bi qetlîam û destdirêjiya li ser jinê ya di bin hişmendiya zilamê serdest de qirkirina jinê tê pêkanîn. Kedkar, berhemdar û hejar ji ber mêtingeriya rantxwaran û perê ku ji bo şer tê xerckirin di nava birsîtî û hejartiyê de dijîn. Tirkiyeya ku gihîştiye rewşekî ku azadî nemaye û jiyana mirovî ne pêkan bûye, bi îtîfaqa faşîst a AKP-MHP ya Erdoganê faşîst û dîktator serkêşiya wê dike veguheriye girtîgehekê.

Hema bêje tu welatê cîran nemaye ku bi dewleta Tirk a faşîst re di nava şer û pevçûnê de nebe.

Erdoganê faşîst û dîktator û desthilatdariya wî bi çeteyên hov ên DAÎŞ’ê erdnîgariya Rojhilata Navîn veguhertiye gola xwînê, ji bo Rojhilata Navîn, Kurdistan û hemû cîhanê metirsiyê ava dike.

‘EM BANG LI RAYA GIŞTÎ DIKIN KU FAŞÎZMÊ TEŞHÎR BIKIN’

Gelên Ewropayê di ferqa vê metirsiyê de ne û hikumetên xwe di vê mijarê de dixin bin pirsê û gavên pêwîst bi wan didin avêtin. Erdoganê faşîst û dîktator û îtîfaqa wî ya faşîst ku karnameya wê ji sûcên dijî mirovatiyê û qetlîaman tijeye, di rojên 22-23’ê Cotmehê li Konseya Ewropayê bi rûniştina ku wê pêk bê bibe rojev.

Rûniştina ku di bin sernavê qirkirina siyasî, tecrîd û faşîzma de li Tirkiyê vê du rojan bidiome, di encama têkoşîna bi bîryar ya me li Ewropayê meşandî de bûye rojev. Ji ber wê bi mebesta bandorkirina birayarên ku di rûniştina ya di navbera wan rojan de vê pêk bê û siyasetên faşîst ên dewleta Tirk teşhîr bike û raya giştî hişyar bikîn, emê meş û mîtîngê li darbixin.”

‘JI BO TEVLÎBÛNÊ DIVÊ SEFERBER BIBÎN’

KCDK-E û TJK-E îşaret bi merasîmên 22’ê Cotmehê kir û got: “Wek KCDK-E û TJK-E emê bi awayek bi bîryar bixebitin, bi hemû hêza xwe roja 22’ê Cotmehê li Place Klêber 67000 a Strasburgê di saet 11:00’an de kom bibin û saet di 12:00’an de em ê meş û li ber avahiya Konseya Ewropayê jî mîtîngê lidarbixin. Ji bo ku dengê xwe bigihînin Konseyê divê bi girseyî tevlî meş û mîtîngê bibin. Di serî de li Îsweçre, Elmanya Başûr û Fransayê, ji bo tevlîbûnê divê ji her cihî seferber bibîn.

Her wiha bang li hemû şoreşger, demokrat, rewşenbîr, mixalif û yên alîgirê mirovatiyê ye dikîn ku seferber bibin.”