KCDK-E: Divê Ewropa pêşî li Erdogan ê terorîst bigire!

KCDK-E'yê têkildarî êrişa li bajarê Nîceyê ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek da û diyar kir, "Yê ku fermana van êrişên terorê dide Erdogan e" û bang li Ewropayê kir ku "Erdogan ê terorîst rawestîne."

Li Dêra Notre Dame ya li bajarê Nice yê Fransayê, êrişek bi kêran çêbû. Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkildarî êrişê daxuyaniyek weşand ku di encamê de 3 kes mirin.

KCDK-E'yê diyar kir ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û çeteyên wî yên barbar li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyên terorê mirovên bêguneh dikujin û bi bîr xist ku di encama van êrişan de yên bi destê çeteyên DAÎŞ'ê hatin kirin, bi sedan mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, Erdogan dixwaze tirsê berde nava dewlet û gelên Ewropayê, bi çalakiyên terorê şantajê dike û bi vî rengî dixwaze zemîneke qanûnî ji qirkerî û dagirkeriya xwe re amade bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Me bi dehan carî bang li gel û dewletên Ewropayê kir ku hay ji vê yekê hebin, tawîzê nedin Erdogan ê terorîst faşîst û pêkanînan lê ferz bikin. Me di daxuyaniyên xwe de destnîşan kir ku Erdogan ê dîktator dijminekî gelan e, dijminê mirovahiyê ye.

Hîn nîqaşa li ser bûyera kuştina mamosteyekî Fransî neqediya bû, li bajarê Nice yê Fransayê li pêşiya Dêra Notre Dame 3 welatiyên Fransayê bi êrişeke terorê ya barbar hatin kuştin ku 2 ji wan jin bûn. Em gelekî bi vê êrişê êşiyane.Her wiha bi destê Erdogan ê dîktator li bajarê Lyon ê Fransayê çeteyên faşîst herikîn kolanan û bi çalakiyeke terorê dest bi êrişa lînçkirinê li dijî gelê Ermen kirin. Erdogan ew kes e ku fermana van êrişên terorê dide. Li konsolosxane û saziyên Tirkan çalakiyên bi vî rengî tên plankirin û bi cih anîn."

RAWESTANDINA ERDOGAN KU HÎTLERÊ SEDSALA 21'Ê YE, WEZÎFEYA MIROVAHIYÊ YE

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewletên Ewropayê yên li pêşberî komkujiyên li gelê Kurd tên kirin bi xemsarî tevdigerin, divê van rastiyan êdî bibînin û hate gotin, "Pêwîste Ewropa li qada navneteweyî Erdogan mehkûm bike û gelên xwe ji komkujî û çalakiyên terorê biparêze.

Gelên Ewropayê ku êşa giran a şerê cîhanê yê 2'emîn hîn ji bîr nekirine, ji bo rawestandina Erdogan ê terorîst divê bikevin nava liv û tevgerê. Rawestandina Erdogan ku Hîtlerê sedsala 21'ê ye, wezîfeya mirovahiyê ye.

Bi navê KCDK-E'yê, em bang li mirovahiyê, gelên Ewropayê, dewletên Ewropayê dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin û Erdogan ê terorîst rawestînin. Ji bo pêşî li êrişên nû yên terorê û komkujiyan bigirin, bang li gelan dikin ku li dora têkoşîna yekbûyî bicivin. Em sersaxiyê ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, ji gelan re dixwazin. Ji bo birîndaran jî şîfa xêrê dixwazin."

CDK-F: EM ÊRÎŞA BARBARÎ ŞERMEZAR DIKIN

Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) jî êrişa li Nice şermezar kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li bajarê Nice êrişeke cîhadîst hate kirin ku sê kes tê de mirin. Di demekê de ku Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan kîn û nefretê li dijî Fransayê belav dike, êrişeke bi vî rengî ya barbarî qewimî. Em vê êrişê şermezar dikin. Sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin. Em dibêjin ku em bi malbatên qurbaniyan û gelê Nice re ne.

Li dijî terorîzma cîhadîst û faşîzmê em bibin yek."