Karayilan: Em di serdema hesabpirsîna dîrokî de ne

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrad Karayilan got, eger dewleta Tirk hîn bêhtir bide nava xaka Başûrê Kurdistanê wê nema bi taktîka parastinê rabin, wê êdî bi hesabpirsîneke dîrokî Başûrê Kurdistanê li dewleta Tirk bikin dojeh.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrad Karayilan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û taktîka serketî ya çalakiyan a gerîla nirxand: "Hema hema li hemû eyaletan bi mehên Adar û Nîsanê re pêvajoya çalakiyan dest pê kir. Ev pirr erênî bû. Ev pêvajo dewam dike. Muhtemel e ku ji niha û pê ve, bi avantajên demsalê re tempoya çalakiyan a gerîla jî wê zêde bibe.

Herçî terza çalakiyan e, çawa ku li pêvajoyê tê, taktîkên ketina nav dijmin, sabotaj, sekvanî û kemînvedan me dane ber xwe. Hin çalakiyên din jî bûn ku bal kişandin ser xwe. Eyaleta Botanê çend caran bi taktîkên êrîş û ketina nava dijimin çalakî kirin; vê bal kişand ser xwe. Wekî din çalakiyên kemînvedanê yên Eyaleta Zagrosê hebûn. Li devera Xakurkê bi kemînvedanê rakirina sîlehan hebû, ev çalakiyên balkêş in. Çalakiya Gurbulakê ya sabotajê jî balkêş bû. Dema tekmîl tê, weke ku ji rêzê be diyar bû, lê dema dîmen hatin, xuya kir ku çalakiyeke gelekî encamgir bûye."

MEHÊ 100 LEŞKER LI SER GIREKÎ TÊN KUŞTIN

Karayilan işaret pê kir ku sansûreke dijwar li Tirkiyeyê heye û hem çalakî hem jî kuştiyên artêşa Tirk bi temamî tên veşartin: "Çalakiyên me bi ti awayî di çapemeniyê de xuya nakin. Derbarê çalakiyan de ti kes nikare ti agahiyê bide çapemeniyê û medyaya civakî. Qaşo hin çalakiyên me nîşan didin. Lê me fêm nekir ka pîvana wan çi ye. Belkî, dema ku miriyên wan gelek bin, yek yan didu miriyan li çapemeniyê eşkere dikin. Di çalakiya Gurbulakê de 33 leşker îmha bûn, di destê me de dîmen hene bi awayekî eşkere xuya dike ka çawa cenaze yek bi yek tên rakirin, tevî vê jî yek leşkerên xwe yên kuştî jî eşkere nekirin. Wekî din li Lêlîkanê mehê 100 leşker tên kuştin, lê di çapemeniyê de ev hîç xuya nake. Li Girê Koordîne jî gelek kuştiyên wan çêdibin, lê çapemenî behsa navê wê jî nake."

HÊZA ŞER A ARTÊŞA TIRK LI BEJAHIYÊ ŞIKESTIYE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrad Karayilan got, ji belavbûna çalakiyan û wêde ew dixwazin, xwe bigihînin asteke xweyî, balkêş û encamgir: "Hin çalakiyên di vê çarçoveyê de pêk tên hene. Xisûsa di van çalakiyan de herî zêde derdikeve pêş ew e ku; di hemû çalakiyên ji bejahiyê ve yên li dijî artêşa Tirk de yên xwe berdana nava dijmin-êrîşê de leşkerên Tirk li ber xwe nadin, di cih de vedikişin, yanî direvin. Hin dîmen hene ka çawa direvin. Heta niha gerîla êrîş biribe ser ku derê, ji wir encam wergirtiye. Di demeke kurt de hedef hatiye fetihkirin. Ji vir jî derdikeve holê ku hêza artêşa Tirk a şerkirinê gelekî kêm bûye. Em nabêjin, hîç nîne, lê gelekî kêm bûye. Hewl dide vê valahiyê bi hêza hewayî, îstîxbarat û teknîkê tijî bike. Yan na, hêzên bejahî ji performansa xwe ya berê gelekî bi dûr e. Wekî din hin giran digirin ku ti teba û heywan jê nîne.

LEŞKER BI SER GERÎLA DE NAYÊ

Berê li gelek cihan şerê sîng bi sîng diqewimî. Niha şerê sîng bi sîng pirr kêm e. Esker bi ser gerîla de nayê, heta niha em rastî tiştekî wisa nehatin. Carinan di çalakiyên gerîlayan de şerê sîng bi sîng diqewime. Carinan jî, artêşa Tirk dema xwe nêzî girekî dike ku difikire vala ye, bi gerîlayan re rûbirû dibe; hingê şerên sîng bi sîng diqewimin. Bi pirranî di van rewşan de ya derdikeve holê ew e ka îradeya şer a artêşa Tirk çiqasî kêm e. Ya ku di pratîkê de diyar dibe ew e ku bêyî şer bike vekişe, yan jî çawa li berxwedanê rast tê, ji hev belav dibe. Ne ku em dijminê xwe piçûk bibînin, lawaz nîşan didin, lê ev rastiya dijminê me ye. Hêza sereke ya artêşa Tirk a şerker bi pirranî JOH û POH in. Ango dixwaze li bejahiyê bi hêzên bi pere û paramîlîter vî şerî bi rê ve bibe. Di van eskerên bi pere de performansa şer nîne. Ev hêzên wisa ne ku zor li wan dibe direvin, bi qaçaxî şer dikin.

Şer bi madiyat û pereyan nabe. Şer meseleyeke baweriyê ye. Peywendiya şerî bi bawerî û îdeolojiyê re pirr xurt e. Li cem van leşkerên bi pereyan aliyê îdeolojîk na, lê aliyê madî li pêş e. Ji ber vê yekê, di pratîkê de kapasîteyeke wan a şer xuya nabe. Heger bi rêya dronan daimî desteka hewayî nebe, li hemberî hêza gerîla ew nikarin ti deverî bigirin. Li hemberî êrişan ew ê ji hev de bikevin."

DEWLETA TIRK LI ROJAVA KETIYE NAVA AVZÊMEKÊ

Mûrad Karayilan işaret pê kir ku konsepta şer a dewleta Tirk li tevahiya Kurdistanê heye, ev jî li ser esasê tifaqa AKP-MHP-Ergenekon û xeta El-Qaîdeyê dibe û wiha dewam kir: "Konseptên wê hene ku dixwaze li dijî Rojavayê Kurdistanê bi pêş bixe. Ew jî li Efrînê bi berxwedaneke mezin re rûbirû bû. Bi awayekî cidî di warê eskerî û aborî de êşiyan.

Li aliyê din sîstema konjukturel a li Rojava a halê hazir, destûrê nade ku dewleta Tirk tiştekî zêde bike. Derbarê Minbicê de gelek tişt gotin. Lê ya li Minbicê heyî, pûçbûna planên wan e. Li rojava dewleta Tirk bi pêş neketiye, ya esas ketiye nav avzêmekê û teqiniye.

EV JI BO WAN NE LI XÊRÊ YE

Ji vê rewşê em binirxînin; esas, ji bo ku konsepta xwe ya li dijî Başûr pêk bînin, difikirin ku zemîn ji wan re guncawtir e. Li vir hêzeke xurt a tevgera me heye û ew xwe ji vê yekê vedidin. Li dijî Başûr ji par ve hewldanên wan hene. Pêşî li Zapê li Girê Kordîne bi cih bû. Ev der sînor tê qebûlê, 500 metroyî li aliyê hundir e. Paşê li peralelî vê 500 metro ta kîlometroyekê li Xeregolê kete hundir û mewzî çêkirin. Di nava Deşta Heyatê de Girê Kevortê heye. Ev gir girt. Ji wir weke tîpa L ji kêlekê ve berê xwe da Lêlikanê. Bi êrişên hewayî û topan kete Lêlikanê. Niha navbera sînor û Lêlikanê 20 kîlometro ye. Lê Artêşa Tirk di nav erdên me de ji Kevortê 3 yan 4 kîlometroyan bi pêş ketiye. Niha wiha li van deveran bimîne, ev ji bo wan ne li xêrê ye. Lewma li van deveran, di pozîsyoneke wiha de ye ku bêhtir dibe hedefê gerîlayan. Ji ber vê yekê, di serî de Girê Lêlikan, li dijî van deveran timî çalakiyên gerîla çêdibin. Gerîla bi performanseke baş û di mesafeya sekvaniyê de li derdora Lêlikanê çeperên xwe girtine. Dijmin bi derbên ji hewayê, nikare gerîla ji vir bike der.

LI HEVANBENDAN DIGERIN

Di rewşeke asayî de di warê leşkerî de, diviya li deverê bi pêş keve û hukmê xwe li herêmê deyne da ku hêzên xwe biparêze. Ji bo vê yan wê bi pêş bikeve yan jî wê vekişe. Dewleta Tirk ji biharî ve li deverên lê ye disekine. Ya rastî ji ber ku tam cesaret nake, hîna di qonaxa biryardayînê de ye. Eger ji deverê vekişe, ev bibinketin e û naxwaze vê bike.

Li gorî konsepta wan a li dijî Başûr divê êriş bikin. Lê ji bo bipêşketinê bi tena serê xwe cesaret nakin, ji ber ku dizanin wê berxwedaneke xurt a gerîla re rûbirû bibin. Ji ber vê yekê li hevalbendan digerin. Em dizanin ku bi Îran û Iraqê re di astên cihê de hevdîtinan dikin. Heta, van her sê dewletan li Bexdayê hevdîtin kirin. Ev hevdîtin niha jî pêk tên carinan. Di hevdîtinan de tişta sereke ya aliyê Tirk didin pêş ev e: Em li dijî PKK´ê operasyoneke hevbeş bikin, PKK'ê bi temamî ji holê rakin, paşê Başûra ku ji bo me hemûyan bûye serêşî û statuya Kurdan li wir ji holê rakin. Bi vî rengî em ê li ser Kurdan mutleq serwer bin. Ev armanca wan a sereke ye.

JI BO ME VEGUHERE FIRSENDEKÊ

Biryara me ev e; Eger dewleta Tirk ber bi hundirê Başûrê Kurdistanê ve bi pêş ve biçe, ev ê ji bo me veguhere firsendekê. Û em ê li hemberî wan bi hêza xwe ya heyî, taktîka parastinê ji xwe re nekin esas. Bêguman em ê hêzên xwe biparêzin, lê belê, taktîka me ya esas ew e ku bi hesappirsîneke dîrokî Başûr veguherînin avzêmeke tê de bist bibe, veguherînin dojehekê. Eger ew bên, hedefa me ya sereke wê bibe ew ku em hewldanan wan ên dagirkirinê berepaş li wan vegerînin û bi têkbirineke dîrokî wê veguherînin serketinekê."