Karayilan: Divê dengek jî ji faşîzmê re neçe

Karayilan: Li Kurdistanê divê ji faşîzmê re yek deng jî neçe. Faşîzm û dûvelingên wê ji Kurdistanê divê werin hilqetandin û avêtin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan got demokratîkbûna Tirkiyê bi serkefitna HDP’ê pêkan e û domand, ‘’Di mijara şikestina faşîzmê de û pêşketina demokrasiyê de divê rola kilîd a HDP’ê were dîtin û li gor vê helwestek were nişandan.’’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê tevlî bernameya taybet ya du beşî ya Stêrk TV’yê bû, di beşa duyem de li ser hilbijartinên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê yên 24’ê Hezîranê axivî:

FAŞÎZM Û DÛVELINGÊN WÊ DIVÊ WERIN HILQETANDIN

Gelê me divê bi hişmendiya girîngiya hilbijartina 24’ê Hezîranê nêz bibe. Ji metropolan ta bi Meraşê, ji Meraşê ta bi Dersimê, ji Dersimê ta bi Serhed, Xerzan, Botan û Amedê her herêmek roleke cuda dikeve ser wan. Kurd divê layiqî rûmeta xwe helwesta xwe diyar bikin. Tifaqa bi hêzên şoreşger, çepgir û demokratîk ên Tirkiyê re ji bo Tirkiyê û Kurdistanê wê bi roleke mezin rabe. Ji bo vê jî her herêm bi temamî divê serkeftineke xurt nîşan bidin. Mînak li bajarê me Amedê li têkoşînê de tim bi roleke mezin rabûye. Di vê hilbijartinê de jî divê bi roleke mezin rabe û bike 12-0. Helwesteke wiha pir girîng e. Dersim divê bike 2-0. Faşîzm û dûvelingên wan divê ji Kurdistanê werin hilqetandin û avêtin. Ji bo vê jî ji bajarên Kurdistanê divê yek deng ji faşîzmê re dernekeve.

BOTAN Û COLEMÊRG BI KONSEPTEKE TAYBET E

Hin dever hene ku dijmin pir hesaban li ser dike û zextan dike. Hem bi giştî li Botanê û hem li Colemêrgê dijmin bi konsepteke taybet nêz dibe. Du wekîlên Colemêrgê jî girtî ne. Selahattîn Demîrtaş û  Abdullah Zeydan li Girtîgeha Edîrneyê girtî ne…Sûcê wan çiye? Abdulah Zeydan wekîlekî ciwan e, Piyanîşî ye û ji malbata Zeydan e, her kes nas dike. Zeydan sûcekî çilo kiriye ku ev qas ceza dane û li Edîrneyê tê girtin. Tekane sûcê Zeydan ew e ku li nasnemya xwe xwedî derketiye. Sê wekîlên Colemêrgê hene û du jê li Edîrne girtî ne. Ev helwesteke li dijî Kurdayatiyê ye. Dixwazin Kurdbûna wir biçewisînin. Ez bawer dikim Colemêrg wê di vê hilbijartinê de bersiva hewce bide. Ji gelê Colemêrgê ev helwest tê payin. Dîsa wê bikin 3-0 û li wekîl û doza xwe xwedî derkevin

DIVÊ TI HÊVIYA KURDAN JI AKP’Ê NEBE

Li Colemêrgê hin malbat û êl hene divê bi rastî jî êdî van lîstik û derewên Erdogan bibînin. Divê ti hêviya Kurdan ji AKP’ê nebe. Jixwe ti hêviya wan jî ji AKP’ê tine. Ji Kurdan re mirinê dixwazin. Divê her kes vê bibîne. Divê hemû endamên malbata Zeydan bibînin ku Şehîd Rustem (Yucel Zeydan) çima serê xwe daye vê rêyê.

Heqîqeteke vî welatî heye, nasnameyeke vî gelî heye; divê xwedî li nirx û sembolên xwe derkevin. Ez naxwazim navan bidim gelek êlên Kurdan hene û ji bo ku AKP wan bike namzet serî li AKP’ê didin. Jixwe, ku mirov bala xwe bidiyê, AKP, ku bi wan re bi qasî derziyê jî Kurdbûn hebe wan nake namzet. Li herêma Şemzînanê êla Gerdiya heye, ne bi hemû lê beşek ji wan bi salan e dengê xwe dini AKP’ê. AKP ji bo hemû Kurdan gef e; ji bo êla Gerdiyan jî wiha ye. Çima? Ji ber ku AKP êdî bûye MHP. Îro kî dikare bibêje MHP dostê Kurdan e?

Em hêvî dikin; êlên ku heta niha dengê xwe dane AKP’ê, bi taybetî jî êlên li herêma Colemêrg û Wanê vê rastiyê bibînin. Herêma Wanê jî girîng e, jixwe herêma Wanê Botan, Şemzînan, Colemêrg û Serhad e.  Ji bo vê, Wan sembol e. Divê helwesteke netewî derkeve. Ez bawer dikim ku hemû gelê meye welatparêz ê Colemêrgê li gorî navê xwe helwestekê diyar bike.

BOTAN WÊ BERSIVA AKP-MHP’Ê BIDE

Botan tevahiya dîroka xwe tim bûye xwedî roleke girîn. Li herêma Botanê; li Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Xerzan û beşek xeta Wanê polîtîkayên asîmîlasyonê yên mêtingeriya Tirk zêde geş nebûne. Ji bo vê jî, ji mêj ve ye tim xwedî taybetmendiyên cuda ye. Botan di mêjûyê de jî tim mîna keleha berxwedanê hatiye dîtin. Her demê wêrekî û lehengî hatiye nişandan. Dîsa di dîroka têkoşîna me de, di pêşketina gerîla de Botan bi heman rolê rabûye û pêşengî kiriye. Ji bo vê jî dijmin bi taybetî dixwaze bike hedef. Li ser Botanê pir radiwestin. Li wir jî me dît; li ser Ferhad Encû, Faysal Sariyildiz sûc li hev anîn û xwestin ku xizmeta wan rawestînin. Bi taybetî Botanê dikin hedef. Wek ku tê zanîn dema berxwedana bajaran Şirnex, Cizîr û Hezex berxwedaniyeke mezin nîşan dan û dijmin bi xwînxwarî êrîş bire ser van bajaran.

Em bawer dikin; di vê hilbijartinê de gelê me yê Botanê wê bersiva hewce bide AKP û MHP’ê. Wê hesabê jêrzemînan, hesabê Cemîleyan ku cenazeye wê di dolaba qeşayê de hate hiştin, wê hesabê dayika Taybet ku cenazeye wê bi rojan li erdê ma bipirse. Heke gelê Botanê di sendoqê de hesabê vê nepirse ev ê bibe şermeke mezin. Ji ber ku ev hemû li ber çavê gelê Botanê hate kirin. Li wir berxwedanî û egîdiyeke mezin derkete holê lê dijmin ev hovîtiya xwe kir. Niha jî gelê me li dijî hovîtiya AKP û MHP’ê divê helwesta hewce nîşan bide. Şirnex divê bike 4-0.

 

QORÎCÎ JÎ BIN HIN JÊ LI NASNAMEYA XWE XWEDÎ DERDIKEVIN

Li Botanê hin êl hene ku qorîcî ne û heta niha dengê xwe didan AKP’ê lê dizanim ku êdî wê nedin. Çima? Ji ber ku her çendî qorîcî jî bin li nasnameya xwe xwedî derdikevin û Kurdbûn bi wan re heye. Dîsa hin êlên dî hene, tim dudilî ne. Divê her kes vê zanibe; ev pêvajo ne ya dudilî û dualîbûnê ye. Ev pêvajo ya wê ye ku mirov li nasnameya xwe, li Kurdbûna xwe xwedî derkeve. Ango ên ku bi çavê serekê li êla xwe li xwe dinerin, divê ne li berjewendiyên xwe yên şexsî bin lê divê bibin xwedî helwesteke netewî. Endamên ku xwe namzetê nûnerê gel dibînin, divê ne li zengînbûna xwe bifikirin lê divê xizmetê ji gel re bikin. Divê ev gel kesên wiha bişîne Meclîsê. Em bawer dikin, di serî de Şirnex û Cizîr, hemû gelê Botanê di van hilbijartinan de wê bersiva hewce bidin.

EM NÎQAŞAN BIHÊLIN Û BIXEBITIN

Heman tişt ji bo Sêrt û Mêrdînê jî wiha ye. Berxwedana li Nisêbînê bi rastî jî dîrokî ye. Heke hesab bi hev re dîtina niha wê li ser sendoqê bibe, gelê me li ser sendoqê jî divê helwesta hewce nîşan bide. Bi qasî ku hate ber guhê me, bi taybetî li Şirnexê, li hin deveran li ser hin namzetan nîqaş çêbûne. Niha ew dem derbas bûye. Namzet kî dibe bila bibe, ji bo vî gelî ne girîng bê ka kî namzet e, a girîng encam e. Ji bo vê jî, divê her kes ji bo hilbijartinê bixebite. Bi taybetî devereke weke Şirnexê, nîqaşên navxwe çi dibin bila bibin, divê Şirnex li gorî rêça xwe ya berxwedanê tevbigere û bibînin ku ev dem ya yekîtiyê ye. Her kes bi hemû hêza xwe ji bo encamê divê bixebite.

Helbet şexsiyet û rolên namzetan girîng in lê heta niha kesî nepirsî ye bê ka namzet kî ye, a girîng encam e. Helbet, dibe ku di dilê hinan de namzetên dî hebin, ev pêkan e lê divê her kes bibîne ku ev ne hilbijartina bi rewşeke normal e, hilbijartineke bi zorê ye. Tê zanîn, saziyên têkildar li ser namzetan ew şertên nîqaşkirinê nebûne. Her tişt bi lezê çêbûye. Ji bo vê jî, mirov namzetan bike hincet an jî arîşeyên navxwe bide pêş û xwe tevlî xebatan neke ev nabe welatparêzî û ne rast e. Ez bawer dikim ku her kes wê vê rastiyê bide ber xwe û bi rengekî xurt xwe tevlî nav xebatan bike, bi rihê yekîtiyê.

ROJÊN DAWÎ PIR GIRÎNG IN

Ji hilbijartinê re pir nema. Ev rojên dawî pir girîng in. Divê her kes xwe bigihîne derdor, dostên xwe, li dora xwe helwesteke nîşan bide û vê helwestê bibe ser sendoqê. Bi taybetî bi guherandina cihê sendoqan li dek û dolaban digerin. Ev bêhtir li Botan û Colemêrgê dibe ku bibe rewşeke dezavataj. Li bara vê divê her kes bihîstyar be û li sendoqan xwedî dekeve. Di vê mijarê de barekî giran dikeve ser pêşengên êlan, rewşenbîr, demokrat û welatparêzan. Divê xwedî li vîna vî gelî derkevin, divê fedekarî û helwesta hewce nîşan bidin.

TIFAQA GELAN ÇÊBÛ

Li Kurdistanê tifaqek çêbû. Tifaqa baş e tifaqa gelan e. Divê em vê tifaqê bêhtir xurt bikin. Bi tifaqan em dikarin biçin enamê. Bi tena serê xwe yek raman, yek tevger, yek êl na, tifaq girîng e, ev pêvajo ya tifaqan e. Şaşî, kêmasî dibe ku hebin. Ti kesek van kêmasiyan dive nede pêşiya tifaqan. Her kes divê bibe yek. Heke civaka Kurdistanê di nav xwe de bibe yek, li bara cîhan û her kesî dikare nasname û statûya xwe ferz bike. Ji bo vê jî tifaqên herêmê, yên netewî hewce ne.  Li nav civaka Kurdistanê Sinî, Elewî, Êzîdî, Xiristiyan hene. Çand û baweriyên cuda hene, ev hemû divê tifaqan çêbikim û bibin yek. Li dora armancên pîroz ên azadiyê divê bibin yek.

PARTIYÊN KURD DIVÊ DESTEKÊ BIDIN HDP’Ê

Me dixwest ku hemû partiyên Kurd bi HDP’ê re tifaqê çêbikin. Di vê mijarê de hinek gotûbêj hatin kirin, hêviyek çêbû lê piştre hin partiyan xwe dane alî. Em naxwazin wan nîqaş bikin lê diviya wan jî xwe tevlê bikira. Jixwe diyar kirin ku heta astekê wê xwe tevlê bikin. Gotin di serokkomariyê de wê destekê bidin Demîrtaş lê HDP girîng e. Faşîzma AKP-MHP’ê ya dagirker ji bo ku HDP’ê di bin bendê de bihêle, gelek zehmetî danîne. Heke HDP bendê derbas bike, ev ê bibe bayek, wê deriyekî li demokrasiyê veke. Wê rê li ber veke ku Kurd bibin xwedî vinek û azadiyan. Heke bendê derbas neke vîna Kurd wê li Meclîsê xuya neke, AKP jî wê ji vê sûd werbigire, gelek kursiyan zevt bike û dîktatoriyê bîne. Di rewşeke wiha de ti partî divê nebêje em ê tercîhên xwe yên partiyê serbest berdin.

NAMZETÊN SERBIXWE JI AKP’Ê RE XIZMETÊ DIKE

Bi qasî ku hate ber guhê me, hin cemeatan li Amed û Êlihê namzetên serbixwe danîne. Ev namzet wê bi ser bikevin? Na, ti hêvî tine. Ev ê xizmetê ji kê re bike? Ji AKP’ê re. Îzaha vê wekî dî tine, dawiya dawî wê xizmetê ji AKP’ê re ibkin. AKP bi zeta li ser HDP’ê, bi girtin, kuştin, zexta polîsan, bi dek û dolaban dixwaze HDP’ê di bin bendê de bihêle. Lê tu radibî namzetekî cuda nîşan didî, dikarî bibêjî, ‘Ez Kurd im, welatparêz im, li dijî dagirkeriyê me?’’ Hin tişt prensîb in, dibe ku bi hinan re tifaq nebe lê ji hêla xwe ve divê tu berjewendiya gelê xwe biparêzî.

Heke ne wiha be neteweyîtî, demokratî nabe. Ez hêvî dikim ku di vê mijarê de her kes bi berpirsî tevbigere, tifaq nebe jî di pratîkê de tişta hewce were kirin, ev her wiha siberojê wê rihê yekîtiyê jî geş bike. Mijara tifaqê ne tenê ji bo Bakur, ji bo çar parçeyan hewce ye. Lê niha li djî faşîzma AKP-MHP’ê bi rastî jî yekîtiya Kurdan hewce ye.

QORÎCÎ JÎ ZARÊN VÎ GELÎ NE

Qorîcî jî Kurd in û helbet di nav tifaqê de ku em behsa wê dikin em behsa wan jî dikin. Li Kurdistanê pêşxistina pergala qorîcîtiyê lîstikeke dewleta Tirk bû. Dewleta Tirk ji bo ku Kurdan bi hev bide şikandin ev lîstik danî. Wan deman em hê ecemî bûn, gelê me jî ne zêde bîrewer bû. Di vê mijarê de gelek şaşî hatin kirin. Ên weke Hogir di vê lîstikê de bi rolekê rabûn. Wê demê zemîn ji van lîstikên dijmin re vekir. Lê ev 20-25 sal in, ji bo ku ev valahî were dagirkirin û ji bo ku kesek neye lîstika dimin, em polîtîkayên girîng li ber xwe datînin. Niha jî wiha ye. Bi çavê me, hemû qorîcî zarên vî gelî ne. Rast e; hinek jê zext li ser wan hatiye kirin, hin jê bi zorê bûne qorîcî, hin jê ji bo pêdiviyên madî. Lê divê ev li dijî gelê xwe ranewestin. Divê destûrê nedin kul i gorî daxwaza dijmin wan bikin kontra û li dijî gelê Kurd wan bidin xebitandin. Divê bikaribin bibêjin, em her çi jî bin, îxanetê li gelê xwe nakin, em parçeyek ji vîna gelê xwe ne. Divê ti kese şaşîtiya 30 salî nedomîne û li vê raneweste.

QORÎCÎ HELWESTA HEWCE DIVÊ NÎŞAN BIDIN

Em PKK di serdema xwe ya kamil de ne. Heta ku ji dest me tê, em hewl didin ku şaşîtiyê li bara ti êl û derdora qorîciyan nekin. Hin yekîneyên me, li hin herêman, bi astên cuda dibe ku hin nakokî û probleman bijîn, lê em li ser van radiwestin. Em niha dixwazin bi hemû gelê xwe re, bi qorîciyan re jî yekîtiyê ava bikin. Hin jê şaşiyan dikin, destê wan dikeve xwîna gerîla, an jî dibin kontra/sîxûr, divê kes nekeve vê şaşitiyê. Ên ku neketin vê rewşê divê zanibin, ti caran ne hedefa şoreşê ne. Ev şoreş her wiha şoreşa wan e jî, şoreşa vî gelî hemûyî ye.

GERÎLA FEDAIYÊ VÎ GELÎ YE

Îro gerîla, yên ku di nav şoreşê de ne mirovên wiha ne ku li ti berjewendiya şexsî nafikirin. Ew ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî tevlî şoreşê nebûne. Ev zarokên vî gelî, fedaiyên vî gelî ne. Ji bo avakirina welatekî azad xwe feda kirine. Divê her kes vê bibîne û li gorî vê tevbigere. Dema pergala qorîcitiyê xilas bûye û fîlm qediyaye. Ev lîstika dijmin deşifre bûye û me ev qevatiye. Êdî me avêtiye ser sergoyê. Dîsa ez bang li her kesî dikim ku bihistyar bin, divê qorîcî jî di hilbijartinan de helwesta xwe nîşan bidin.

JI DEREWÊN AKP’IYAN BAWER NEKIN

Hin rayedarên  AKP’ê û yên mîna Mehdî Eker ê ‘Kürt kökenli’ (‘Bi eslê xwe Kurd’ ) ku ez naxwazim bersivê bidim van kesên wiha, ji ber ku pir ketî ne, kesekî wiha ye ku vîna xwe û şexsiyeta xwe firotî ye û mixabin ji Amedê ye. Bala xwe bidinê; Erdogan di lîsteya nû ya namzetan de, di rewşeke ne baş de be jî, bi qasî serê derziyê yên ku dibêjin, ‘ez Kurd im’ cih nedaya wan. Lê ev şex (Mehdî Eker) kire lîsteya nû. Naxwe têkiliya wî ya bi dijin re pir kûr e.  AKP’yî diçine cem gelek êl û qoriciyan. Ji gelek kesan re dibêjin, ‘’Me xwest meseleya Kurd çareser bikin lê PKK’ê ev xira kir’’. Ev bi temamî derew e.

Ji bo çareseriyê demek dirêj em li ser Osloyê rawestiyan, piştre Rêber Apo li Imraliyê ev pêvajo bi berpirsyariya xwe rê ve bir. Mitebaqat xal bi xal hate nivîsîn. Hikûmet i aliyekî, şandeya HDP’ê li aliyekî xalên Mitebeqata Dolmbahçeyê xwendin. Ango nîqaş xilas û dor hatibû gavên pratîk.

Diviya dewletê gav biavêta. Rêber Apo jî wê bang bikira ku PKK kongreya mezin bike. Ji bo ku şer bi temamî biqede êdî gavên hewce wê bihatana avêtin. Mitebeqat 28’ê Sibatê hate xwendin. 18’ê Adarê 2015’an Erdogan got, ‘’Haya min ji tiştekî wiha tine û ez vê rast nabînim’’ û wiha pehînek li maseya dîyalogê da, red kir. Çima? Dît ku meseleya Kurd çareser bibe bi vê re, bi rastî Tirkiye wê demokratîk bibe, ev di berjewendiya xwe de nedît. Wî ne demokratîkbûna Tirkiyê lê dixwest pergala xwe ya dîktatoriyê ava bike.

DIVÊ MÎNAKA EFRÎNÊ HER KURD BIBÎNE

Erdogan ji bo berjewendiya dîktatoriya xwe pêvajoya çareseriyê qedand. Ne bi tifaqa bi Kurdan re û çareserî lê bi MHP’ê re tifaq danî û li dijî gelê Kurdistanê şer ragihand. Li ser vê bingehê bi MHP’ê re û bi beşên paşverû yên di nav dewletê de tifaq danî û li dijî me êrîşeke berfireh anî. Heqîqet ev e, kesek nikare berovajî vê bibêje. Belge û delîlên vê hene. Erdogan ji bo berjewendiya dîktatoriya xwe li dijî Kurdan şer ragihand û ev 3 sal in, li ser vî esasî hem li Bakur, hem li Başûr û hem li Rojavayê Kurdistanê li dijî Kurdan şer dike. Êrîşê dibe ser Kurdên derveyî sînorên xwe jî û dibêje, ez li dijî PKK’ê şer dikim. Rastî ne wiha ye; êrîşê dibe ser dahatuya hemû Kurdan. Hemû mirovên me yên Kurdistanê divê zanibin; êrîşa AKP’ê ya li ser Efrînê û hovitiya wê ya niha, ti wijdan, ti dîn û ti mirovahî qebûl nake. Li wir hovîtiyek heye. Efrîn li Sûriyê cihekî wiha bû ku yek gule nehatibû teqandin, bi aştî dijiya. Çima êrîş birin ser? Ji ber ku gelê wir urd bûn û Kurdayatî dihate jiyîn. Li wir êrîş tenê birin ser Kurdayatiyê. Niha her Kurd û qoriciyên ku dengê xwe didin AKP’ê divê vê rastiyê baş bibînin.

LI EFRÎNÊ HOVÎTIYA SEDSALÊ TÊ JIYÎN

AKP bi derewên ‘’li dijî me taloke bû û êrîş dianîn se me’ êrîş bire ser Efrînê. Tiştekî wiha nebû. Niha malên Kurdan talan dikin, dest li ser mal, milk û namûsa wan datînin. Li wir Kurdan derdixin Ereban bi cih dikin. Dixwazin Efrînê ji Kurdan bistînin. Bajarê herî xweşik û zengîn ê Kurdistanê bû, li wir 400 febrîkayên zeytûnan hebûn, dest li ser hemûyan datînin û talan dikin. Niha tişta ku AKP li Efînê dike hovîtiya sedsalê ye, zilm e, qirkirin e. Kurd ji bo ku bi rastiya  AKP-MHP’ê zanibe divê çi were kirin? Delîla herî mezin êrîşên li ser Efrîn, Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Şirnex, Hezexê ye. Dîsa hewldanên dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.

KURDEK NIKARE BIBÊJE, ‘AKP DOSTÊ KURDAN E’

Mînak, li Iraqê federasyon heye, Başûrê Kurdistanê federe ye. Faşîzma AKP-MHP’ê wê dike hedef. Rayedarên Başûrê Kurdistanê biryarek dan û referandum kirin. Nêçîrvan Barzaî jî jê weye ku Erdogan dostê wî ye. Hê jî ne diyar e bê ka bi vê têkiliya ku jê weye têkiliya dostan e wê çi bike ne diyar e. Li gel vê jî AKP dijminatiya herî mezin dema referandûmê nîşan da, rayedarên Başûrê Kurdistanê kêm kir û leşkerên xwe heta bi Silopya anîn.

Gotin Iraqê ‘yan hûn ê dest li ser deynin an jî em ê ya xwe bikin. Yan hûn ê Kerkûkê ji wan bistînin, hemû balefirgehên wan qedexe bikin, deriyan bigirin an jî em ê werin bikevinê’’. Ji bo vê jî Iraqê êrîş bi ser Kerkûkê de bir. Ango her kes dizane; hemû tişta ku li Kerkûk û Şengalê bû, ji Iraqê bêhtir faşîzma AKP-MHP’ê dixwest. Ji bo ku hişmendiya AKP’ê were dîtin ev hemû ne ispat in? Naxwe ti Kurdan nikare bibêje, ‘AKP dostê Kurdan e’. Gotinên, ‘’PKK pêvajoya çareseriyê qedand’ hemû derew in. AKP-MHP hişkere dijminatiya Kurdan dikin.

GELÊ TIRKIYÊ DIVÊ ZANIBE KU EM ÇARESERIYÊ DIXWAZIN

Mijareke dî heye ku em dixwazi vebêjin; li Tirkiyê çi kesê li dijî faşîzmê û dixwazin Tirkiye bibe welatekî demokratîk, çi kesê ku jiyaneke hevpar û yek dixwaze divê rê nedin faşîzma  AKP-MHP’ê. Çima? Ji ber ku AKP-MHP dixwazin pergaleke dîktatorî ava bikin. Dixwazin têkoşîna azadiya Kurd jî bi rêya tundiyê tasfiye bikin.  Tenê tecrûbeya me ya leşkrî 35 salî ye û tecrûbeya me ya rêxistinî 45 salî ye. Em ne zaro kin ku bi êrîşa ser Qendîlê yan jî ser vir û wir me tasfiye bikin. Em dizanin ku em ê parastina xwe çawa bikin û çawa xwe nûjen bikin  û bi pêş ve biçin. Rawesta li ser polîtîkayên tundiyê, rawesta li ser dîktatorî û mirinê ye, rawesta li ser têkbirina aramiyê ye. Li Tirkiyê demokrasî tenê bi çareserkirina pirsa Kurd pêkan e. Ev teqez e. Erdogan ji bo ku Tirkiye demokratîk nebe maseya mitebeqatê ya Qesra Dolmbahaçeyê da erdê. Divê hemû Tirkiye vê bizanibe. Erdogan ji bo desthilatiya xwe ev şer da destpêkirin. Piştî nîqaş û diyoloa 6-7 salan mitebeqatek çêbû. Lê ji bo destilatdariya xwe şer ragihand. Em PKK û Kurd li ser Tirkiyê ne gef in. Ev hemû derewên AKP’ê ne. Em demokratîkbûna Tirkiyê û jidil yekbûnê û çareseriyê dixwazin. Divê hemû raya giştî ya Tirkiyê vê bizanibe.

HDP KÎLÎD E

AKP dixwaze bi dek û dolaban, bi kuştin û zextê HDP’ê di bin bendê de bihêle. Heke HDP’ê di bin bendê de bihêle hemû dengên li Kurdistanê ji xwe ber wê biçin ji AKP’ê re bibin parlamenter. Wiha wê ji bo hilbijartina serokkomariyê ev ê bibe hêz û tûra duyan jî bi ser bikeve. Heke HDP di bin bendê de bimîne ev ê ji bo AKP’ê ne tenê were maeneya 70-80 parlamenterî. Erdogan jî wê bi ser bikeve û tûra duyan jî bi ser bikeve.

DIVÊ NEYÊ HIŞTIN KU HDP DI BIN BENDÊ DE WERE HIŞTIN

Serkeftina tifaqa AKP-MHP’ê tê maneya serkeftina faşîzmê û dîktatoriê. HDP li vir kilîd e. Heke HDP bendê derbas bike hem wê biçe Meclîsê hem  li vir bibe hêza muxalefetê, hem jî di tûra duyan de wê bike ku di hilbijartina serokkomariyê de muxalefet bi ser bikeve. Xaleke wiha ya girîng heye. Ez bawer im gelek kes li ser vê difikirin. Ev ne tenê meseleya  Kurdan e, ev meseleya hemû Tirkiyê ye. Tirkiye wê bibe welatekî demokratîk an dîktatorî, bi hilbijartinê wê diyar bibe. Ji bo vê jî, hemû partî, rêxistin, hêlên çepgir demokratîk, ciwan, jian, çi kesê ku dixwazin li Tirkiyê aramî û demokrasî çêbibe divê li vê bifirkirin. Divê destûr nedin ku bi dek û dolabên AKP’ê HDP’ê di bin bendê de bihêlin.

AKP DIBE KU PIRSÛSAN ZÊDE BIKE

Heke partiyên muxalefetê li Pirsûsê xwedî dernekevin AKP wê Pirsûsan zêde bike, wê komkujiyan zêde bike. Ji ber ku dixwazin Kurdan biçewisîne. Ev mijareke girîng e, her kes divê berpirs be. Rastî ev e; di şertên berdest de, Kurd û Elewî wê wê di demokratîkbûna Tirkiyê de xwedî rol bin. Ne behsa Elewiyên Kurd dikim. Ez li vir behsa Elewiyên li Tirkiyê dikim. Dîsa , ên ku ji pergala AKP’ê ziyan dîtin; Asûr, Sûryan, Ereb û hemû hêlên li derveyî pergalê hatin hiştin, hewl didin li dora HDP’ê bibin yek. Ev pir girîng e. Ên ku demokrasiyê bînin Tirkiyê ev e. Kilîda demokrsiyê di destê van hêzan de ye. Heke ev hêz li vîn û sendoqan xwedî derkevin, tenê dengdan têrê nake, heke têkoşîneke xurt bikin, lîstikên faşîzma AKP-MHP’ê wê werin pûçkirin û bi ser bikevin.

DEMOKRATÎKBÛN GIRÊDAYÎ HDP’Ê YE

Serkeftina HDP’ê  ji bo hemû Tirkiyê girîng e. Demokratîkbûna Tirkiyê bi vê girêdayî ye. Ji bo vê jî hemû hêlên demokratîk divê tişta ku dikeve ser milê wan bikin. Ji bo şikestina faşîzmê û geşbûna demokrasiyê divê rola kilît a HDP’ê were dîtin û li gorî vê helwest were nişandan. Ji niha ve hilbijartina 24’ê Hezîranê li gelê Kurdistanê û Tirkiyê pîroz dikim û hêvî dikim ne faşîzm lê gelên me bi ser bikevin.