Karasû: Divê kincê bi yek tîpî bê qetandin

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, bang li girtiyên li girtîgehên Tirk kir ku li dijî zext û ferza kincê bi tek tîpî yên tên amadekirin li ber xwe bidin.

Mûstafa Karasû bibîr xist, ku yek ji pêkanînên li zindana Amedê dihate ferzkirin û bi Berxwedan 14'ê Tîrmehê hate têkbirin, ferza kincê bi yek tîpî bû û got, "Ev pêkanîn ne tenê mijareke kincekî ye. Şikandina vînê, misogerkirina serdestiyê û nêzîkatiya biçûkxistinê ye."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bû mêvanê bernameya Dilistan a radyoya Dengê Kurdistanê û bersiv da pirsên rojnamevan Ciwan Tûnç. Karasû, polîtîkayên zext û tepisandinê yên li girtîgehan nirxand û bal kişand ser pêkanîna kincê bi yek tîpî. Karasû ev yek bi bîr xist: "Di nava şert û mercên darbeya 12'ê Îlonê de xwestin kincê bi yek tîpî li me bikin. Li hemberî vê yekê berxwedaneke mezin hate nîşandan. Di vê oxirê de şehîd hatin dayin, êşên mezin hatin kişandin û berxwedan hate nîşandan. Ev pêkanîn hate redkirin. Ji ber ku ev pêkanîn ne tenê mijareke kinc e. Şikandina vînê, misogerkirina serdestiyê û nêzîkatiya biçûkxistinê ye. Ev yek, rewşeke ku di dema desthilatdariya faşîst a 12'ê Îlonê de hate ferzkirin. Lê belê bi saya berxwedana zindanan a li Kurdistan û Tirkiyeyê dest ji vê hate berdan."

ARMANCA BINGEHÎN ŞIKANDINA VÎNA KURDAN E

Karasû destnîşan kir, ku ev pêkanîn di şert û mercên zehmet ên 80'î de nehate qebûlkirin û niha jî ne ya qebûlkirinê ye. Mûstafa Karasû diyar kir, her çend pêkanîna kincê bi tek tîpî weke ku pêkanînek li dijî girtiyên ji hewldana darbeyê tê pêşkêşkirin jî, armanca bingehîn tepisandina Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Karasû wiha dewam kir: "Faşîzma AKP'ê pêkanîna kincê bi yek tîpî careke din ferz dike. Fetûllahiyan weke hincet ji vê re nîşan didin. Ya rast, faşîzma Erdogan-Bahçelî hewldana darbeyê ya binketî hincet nîşan dide û êrîşî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û Kurdan dike. Bi vî rengî dixwaze têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bieciqînin. Tevgera Fetûllah Gulen ji bo vê yekê êdî bûye paçekî nixumandinê. Ji ber vê yekê her roj qala wan dikin, wan mîna paçekî nixumandinê bi kar tînin û dixwazin Kurdan bieciqînin û tasfiye bikin."

DIVÊ GIRTIYÊN ŞOREŞGER LI XWE NEKIN

Karasû destnîşan kir, ku desthilatdariya Erdogan-Bahçelî dixwazin qirkirina Kurdan temam bike û got, lazim e girtiyên şoreşger qebûl nekin ku kincê bi yek tîpî li xwe bikin û li dijî vê li ber xwe bidin.

Karasû anî ziman, rêya vê yekê yekser rojiya mirinê û greva birçîbûnê nîne û got, "Divê kincê bi yek tîpî biqetînin û biavêjin. Êşkence jî li wan bê kirin, hevdîtina bi malbat û parêzeran re jî bê astengkirin divê vî kincî li xwe nekin û di pratîkê de li ber xwe bidin. Bi vî rengî divê rûyê rast ê faşîzma AKP-MHP'ê nîşanî raya giştî ya cîhanê bidin. Ji ber ku di şexsê vî kincî de dixwazin vîna şoreşgerî bişikînin. Lewma berxwedana li dijî kincê bi yek tîpî divê weke berxwedana li dijî faşîzmê bê dîtin. Girîng e berxwedan bi rêbazên dewlemend bê kirin. Ev berxwedan dikare bigihêje gel û hê bêhtir deng vede."

Karasû anî ziman, girtiyên welatparêz divê têkildarî vê mijarê bi rêxistinî têbikoşin û got, "Girtiyên welatparêz, parçeyekî têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Lewma divê li hemberî pêkanîna kincê bi yek tîpî li ber xwe bidin. Bang li wan dikim ku li hemberî gef û şantajên di vî warî de bên, tawîzê nedin û li ber xwe bidin."