Kamboçya jî naxwaze bibe ‘sergoya cîhanê’

Kamboçya ya ku naxwaze bibe ‘sergoya’ welatên cîhanê û bi hezaran çopa plastîk a ku bi rêyên qaçax ketine welatê wan bi paş ve bişîne.

Ji xeynî gelek welatên Ewropayê DYE û Kanada jî ji ber mesrefeta veguherandinê, çopên xwe yên plastîk ji welatên Asyayê re dişînin. Hikumet Kamboçyayê li hemberî çopa ku bi rêyên îllegal dikeve welatê wan, ket nav hewldanan.

Berdevkê Wezareta Jîngehê yê Kamboçyayê Neth Pheaktra diyar kir ku wan biryar dane plastîkên bi rêyên qaçax ketine welatê wan ew ê bi paş ve bişînin. Berdevk diyar kir ku wê ji bo şandina 600 ton çopa plastîk prosedurê bidin destpêkirin.

Hate hînbûn ku çopa bi rêyên qaçax hatiye roja Sêşemê li lengergeha Sîhanoûkvîlleyê hatiye dîtin. Di kontrolê de 83 konteynir hatine zeftkirin û 70 konteynir ji DYE’yê hatine.

WELATÊN ASYAYA BAŞÛRÊ ROJHILAT NAXWAZIN BIBIN ‘SERGO’

Li gorî daneyên Fona Xwezayê ya Cîhanê her sal li cîhanê 300 milyon plastîk tê hilberandin û gelek ji wan an diavêjin ser sergoyan an jî okyanûsan.

Di salên dawîn de welatên Asyaya Başûrê Rojhilat çopa plastîk a welatan ji bo veguherandinê werdigirin lê Çînê sala borî biryarek dabû û diyar kiribû ku êdî wan dev ji îthalata çopê berdane.

Malezyayê jî di meha Gulanê de biryar stendibû û bi sedan ton çopa plastîk vegerandibû. Fîlînpînê jî biryar dabû ku çopa ji Kanadayê hatiye bi paş ve bişîne.