Kamara Avamê derbeke din li May xist

Eger Brîtanya Mezin neçar bimîne bêyî lihevkirinê ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve (Brexît), hikumeta May wê neçar be ku destûrê ji parlamentê bigire.

Peymana li ser derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê hatiye amadekirin, hîn li benda pejirandin Parlamenta Brîtanya Mezin e. Piştî nîqaşên îro û sibe, tê payin ku 15'ê Çileyê li Kamara Avamê pêşkêşî dengdanê were kirin. Doh hişyariyeke cidî li Serokwezîr Theresa May hate kirin.

EGER LI SER BREXÎTÊ LI HEV NEYÊ KIRIN, DIVÊ BI PARLAMENTÊ BIŞÊWIRE

Di dengdaneke din de ya li Kamara Avamê biryar hate dayin, eger Peymana Brexîtê li parlamentê neyê qebûlkirin, hikumet neçar e ji bo pêvajoya piştî wê, li gorî nêrînên parlamentê tevbigere. Di dengdanê de 296 endamên Kamara Avamê dengê 'Na', 303 endaman jî dengê 'Erê' dan.

Bi dengdana doh êvarê re, eger Peymana Brexîtê neyê qebûlkirin, hikumet neçar e di mijara derketin ji nava Yekîtiya Ewropayê de li gorî biryarên parlamentê tevbigere.

Li gorî vê yekê, eger Peymana Brexîtê neyê qebûlkirin, hikumeta Theresa May wê bi taybetî neçar bimîne ku di mijara bacê de destûra parlamentê bigire.

CORBYN: LIHEVNEKIRIN ASTEKE GIRÎNG E JI BO PÊŞÎGIRTINA LI BREXÎTÊ

Lîderê Partiya Karker a li mûxalefetê Jeremy Corbyn piştî dengdanê daxuyaniyek da û got, "Ev dengdan li dijî Brexîtê qonaxeke girîng e. Dengdan nîşan dide, mijara derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê li Parlamentê, li nava hikumetê û li gelemperiya welêt ne bi dilê piraniya mirovan e."