Kalkan: Bi şoreşgerên mîna Ulaş şoreşa yekbûyî mirov dikare pêk bîne

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan di salvegera şehîdbûnê de Ulaş Adali vegot. Kalkan got, ''Bi hevrêyên şoreşger ên mîna Ulaş şoreşa yekbûyî ya gelan dikare were pêkanîn''.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunarên Şoreşger (DKP), Fermandarê BOG'ê û Berdevkê HBDH'ê Ulaş Adali, di salvegera duyan a şehîdûnê de bi bîr anî.

Kalkan têkilî Adali ku 22'yê Tîrmeha 2017'an şehîd bûyî wiha axivî:

''Ez careke dî soza me ya ku armanca hevrê Ulaş bi ser bixin û bîranîna wî bidin jiyîn dubare dikim. Bi rastî jî her çendî demeke kurt jî be, bi hevrê Ulaş re em rojên dîrokî jiyan. Me xebatên bi giringiya mayinde û bi mane kirin.  Berdevkiya damezirîner a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan kir û me bi hev re ragihand. Yek ji wan kesan bû ku pir keda wî li ser xebatên damezirînê, bi pergalkirinê hebû. Bi nêzîktêdayina xwe ya dahurîneriya mezin, sebr, kedkarî, berketî, girîngiyê dide yê pêşberî xwe, nirx didiyê, di çareseriya pirsgirêkan de, hema bibêje bi roleke kilîd rabû, bû hêza çareseriyê. Encamê çi çespand? Ji şehîdbûna wî û vir ve, di du salan de çi bû? Ev rastiyek e; li Tirkiyê tekane rêya xilasiyê şoreşa demokratîk e. Tekane alternatîf Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan e. Ji bilî HBDH'yê, ti hêza ku bibe alternatîfa rêveberiya berdest, rejîmê tine. Alternatîfa dewlekete wiha ku haveynê wê faşîzm, qirkirin û mêtingerî ye, encex dikare rêveberiya demokratîk a gel be. Dikare helwest, yekîtî, xwerêveberiya demokratîk a Yekbûna Gelan be. Dîsa alternatîfa hişmendî û siyaseta qirker a faşîst, tifaqa gelan a demokratîk a li ser biratiya gelaan, yekîtiya demokratîk e, ev têkilî ye, yekîtiya vê ye, rêveberiya demokratîk  a gel e. Pratîkê ev piştrast kiriye. Dema ku mirov bala xwe bie pratîka Tirkiyê zelal bûye tekane alternatîf tevgera şoreşger a yekbûyî ya gelan e, sefiraziya şoreşa yekbûyî ye. Ji bilî vê ti rêyeke xilasiyê ji vê pergala faşîst, mêtinger, qirker, komkuj, zextkar, êşkencekar tine. Ti dahatiyeke dî ya hişmendî û siyasî ya Tirkiyê tine. Ti rêyeke dî tine ku bibe welatekî ku mirov bikaribe lê bijî, bikeve halê civakeke ku bi demokratî dijî.''

FAŞÎZM WEKE KU TÊ ZANÎN NE KU NIKARE WERE HILWEŞADIN

Kalkan got mirov dikare faşîzmê hilweşîne û rêya vê jî rêxisniya gel e û domand:

''Dîsa ya ku hatî piştrastkirin çiye? Faşîzm dikare were hilweşandin, mirov dikare dîktatoriya berdest birûxîne, gel dikare were bîrewerkirin, rêxistiniya wê dikare were kirin, mirov dikare gel ji bo çalakiya şoreşa yekbûyî rake ser piyan. Bi rastî jî, şoreşa ku berhema girseyan e, bi afirandina tevgerên mezin ên gel dikare pêk were. Em li encama pêngava berxwedanê ya ''Em tecrîdê bişkînin, Faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin'' binerin, ku herî dawî Tevgera me danî bû holê, hemû hêzên şoreşger û demokratîk tevlî bûbûn.  Ev encam, li ser şikandina pergala tecrîda mitelq û êşkenceyê ku hewl dihate dayin li ser Imraliyê bi cih bikin bi çi rolê rabû? Dîwarên faşîst çawa hatin hilweşandin? Vîna faşîst çawa têk çû? Ev bi zelalî hate dîtin. Ev dertê holê; dîktatoriyên faşîst ku hin jê weke ku nikarin werin têkbirin dibînin, ne wiha ne ku nikarin werin hilweşandin. Bêguman ji ber xwe ve nayên hilweşandin lê dema ku mirov girseyan tevbigerîne, gel perwerde bike, zane bike, rêxistiniya wê bike û mirov pêşengiya şoreşgerî bike, bi helwesteke milîtanî, bi şêwazeke rast, xebateke şoreşger, li ser vê bi yekîtî û bihevrebûnê faşîzm weke ku hin wilo dizanin, ne ku nikare were têkbirin.''

PÊKAN E KU MIROV QELSIYÊN FAŞÎZMÊ BIBÎNE Û BIRÛXÎNE

Kalkan îşaret pê kir ku faşîzm dikare çawa were hilweşandin, got divê mirov ji faşîzmê netirse, nequtife, mirov qelsiyên wê bibîne û li dijî wê têbikoşe. Kalkan wiha got:

''Bêguman hêzeke wê heye, êrîşkarî ye, dîktatorî dieciqîne, dikuje. Her zext û êşkence û komkujiyê dike. Bi xwînê êr dibe. Bêguman divê mirov sivikatiyê lê neke. Lê mirov we cidî bibîne nayê wê maneyê ku mirov wiha bibîne ku nayê têkbirin, nayê hilweşandin û mirov nikare jê bibihure û nayê wê maneyê ku mirov je bitirse, biqutife. Weke Mao gotî bi rastî jî faşîzm pilingekî ji qertonê ye. Ji hêlekê ve dema ku mirov êrîşkarî û hovîtiya wê dibîne, mirov dikare jê re piling bibeje, lê hingî hêlên wê yên qels hene, ji gelek aliyan ve mîna pilingekî ji qertoê ye. Mirov dikare wan qelsiyên wê bibine û bi ser de biçe wê bibêje xurr û were xwarê. Ev jî hatiye çespandin. Lê ji van hemûyan em ê çi encamê derxînin? Belê tekane rê tevgera şoreşger a yekbûyî ye, geşbûna pergala jiyana nû ya li ser birtiya gelan, yekîtiya demokratîk, jiyana azad, wekhev û dadmend e. Ev dikare were pêkanîn, rêya vê vekiriye. Hişmendî û siyseta faşîst, qirker, mêtinger dikare were hilweşandin. Tirkiye ber bi dahatuyeke azad û demokratîk dikare bimeşe.  Dikare pêşiya Rojhilata Navîn veke, hêviyê bide mirovahiyê, bi ser pêşengiy bike û bibe navendeke azadî û demokrasiyê. Ev hişmendiya faşîst, qirker û mêtinger ku vê asteng dike dikare were hilweşandin. Mirov dikare ji nokeriyê, teslîmbûnê xwe xilas bike. Ev pergala mêtinger û zilmê dikare were hilweşandin. Ev pergala bavê pereyan ku mirovan birçî dihêle, bêkar dihêle, bêdahatu dihêle, jiyanê diherîmîne dikare were hilweşandin.''

ULAŞ ADALI LI DIJÎ FAŞÎZMÊ PÊŞENGÎ DIKIR

Kalkan got, ji bo hilweşandina faşîzmê pêdivî bi pêşengiyeke rast û xebateke şoreşger heye û ev tespît kirin:

''Pêdivî bi xebateke şoreşger a wiha heye ku rastiyan bigîne civkaê, civakê bi hemû derdor û çînan perwerde bike, bikişîne çalakiyê. Vê xebata şoreşger pêşengên şoreşger dikin, milîtanên şoreşger dikin, rêxistinên şoreşger ku ji wan milîtanan pêk tê dikin. Naxwe ji ber xwe ve girse tevnagerin, faşîzm ji ber xwe ve hilnaweşe, civaka azad û demokratîk ji ber xwe ava nabe.  Ev bi pêşengiyeke şoreşger a rast dikare pêk were. Dema ku pêşengiyeke wiha tê rojevê, hevrê Ulaş Adali, hevrêyekî wiha bû ku xwedî wan taybetmendiyan bû ku mînak pêşengiyeke şoreşger bû. Li ser hîmê Berxwedana Geziyê, bi Ulaş Bayraktaroglu re pêngaveke girîng danîn holê, rih, hewa û hîseke cidî afirandin. Rêyeke nû ya şoreşger vekirin. Hêvî dane her kesê ku lêgerîna wan a azadî û demokrasiyê hebû, bûne pêşengên pevgihandina mezin.''

GOTIN Û JIYANA WÎ YEK BÛ

Duran Kalkan têkilî jiyana Ulaş Adali wiha got:

‘’Çima?Ji bo ku gotinên xwe di jiyana xwe de pêk dianî. Bi vê maneyê gotinên wî û kirinên wî yek bû, li mirovê li pêşberî xwe guhdar dikir, fêhm dikir, bi mirovan re li hev dikir, bi hev re diafirandine, ev ji karakterê wan ê rêxistinî bû. Ji ber ku karaktrên wiha bûn ku ji têkoşînê bawer dikir û xwedî vîn bûn. Me di karaterê Ulaş Adali de ev dît. Piştre hinan bi hin rengî nîqaş kirin, dane nîqaşkirin. Nîqaşên ku Ulaş Adali heq nekiribû, ne layiqî wî bûn hatin kirin. Me ew rexne kirin. Em hîç ne li cem wan bûn. Ji ber ku rastfêhmkirina Ulaş Adali, bêguman, her demê dikare sepnandîneke rast derxistana hole, dikarîbû geş bike. Em alîgirê vê bûn. Hê jî em li ser vê xetê ne. Ji ber ku bi rastî jî temsîla helwesta xetekê kir. Têra xwe dilnizm, berketî, dirûst, xwedî disîplîn, kedkar, xebatkar bûn, dizanî bû bê ka divê çi bike, çawa bike, hem dibû çareserî û hem dibû care, xwedî karekterekî wiha bû. Nedibû pirsgirêk, li bara pirsgirêkan qurf pê nediket, xwe tengezar nedidît, li bara pirsgirêkên herî giran jî bi kûrlêfikirînê, bi nêzîkatî û rêbaza çareserkirinê çareserî didît, heke wî nedikarî çareser bibe, li gel yên li cem xwe, bi hevrêyê xwe re, bi yekbbûna hêzên şoreşger re çareserî dikir esas, pêşdîtina vVê dikin, ji vê bawer dikir û pêk dianî.

BI ŞOREŞGERÊM MÎNA ULAŞ ADALÎ ŞOREŞA GEL TÊ AFIRANDIN

Kalkan got HDBH alternatîfek e û dahatuya Tirkiyê ye û domand:

‘’Geşedanên dawî nîşan daye ku faşîzm dikare were hilweşandin. Dîktatoriya Erdogan-Bahçelî li gel hemû zilma xwe jî hatina dawiya rê. Êdî ya ku wê wan hilweşîne şoreşa yekbûyî ya gelan a demokratîk e. Tevgereke gel ku bikaribe vê şoreşê bike bi teqezî dikare were afirandin. Lê encex şoreşgerên mîna Ulaş Adali dikarin vê bikin. Ên ku her tiştê xwe dane jiyana demokratîk û azad a agelan, 24 saetan li vê difikirin, li gorî vê dijîn, xwe dane geşbûna têkoşînê, jib o vê şêwaza rast, tempoya têrker afirandin, a herî girîng jî ên ku dikarin rêxistinia vê bikin, bikaribin bi mirovan re bin, wan perwerde bikin, li ser armancê dikarin bigihînin hev dibine pêşeng. Ji vî alî ve, rizgariya ji dîktatoriya faşîst a Tirkiyê, geşbûna şoreşa yekbûyî ya gelan, bi mîsogerî, li gorî pîvan û helwesta milîtanên şoreşger ên mîna Ulaş Adali, bi şoreşgerên wiha çêdibin. Dema ku mirov şoreşgeriyeke wiha bîne Tirkiyê, dibe.’’

DIVÊ XWEDÎ LI ŞOREŞA YEKBÛYÎ WERE DERKETIN

Dûran Kalkan banga yekîtiyê li herkesê ku berjewendiyê xwe di şoreş, azadî û demokrasiyê de dibîne kir û wiha dawî li gotinên xwe anî;

“Divê bizanin ku çavkaniya çareseriya yekemîn a pirsgirêkan avabûna pêşengiya şoreşê ye. Pêşengtiya ji bo şoreşekî wiha kirin çawa dibe niha bi sedan, bi hezaran şehîd hene, şoreşgerên pêşeng hene, şoreşgerên mînak hene. Yek ji wan jî avakerê HBDH’ê, ji avakerên DKP-BOK yê di nava rêveberê de cih digir hevrê Ûlaş Adali bû. Mînak divê kesayetiya Ûlaş Adali were lêgerîn, lêkolîkirin û bi taybet were lê hûr bûyîn. Ez vêya pêşniyarî her kesê ku di şoreşa yekbûyî, azadiyê û demokrsiyê de berjewendiyên wan hene dikin. Serî de ji bo ciwanan, jinan, karker û kedkaran, ji bo hemû gelên bindest... Dîsan pêşniyarî mîlîtanên şoreşê yên di vê rêyê de têdikoşin dikim. Jİ ber ku çareserî wê li wê derê bibînin.

Carek din li ser vî bingehî hevrê Ûlaş Adali bi rêzdarî û heskirin bibîrtînim. Êşa heskiriyên wî parve dikin. Carek din îfade dikim ku em hevreyên hevreyê wî ne. Li ser vî bingehî bag li hemû gelan, ciwan, jin, karker û kedkaran dikin ku rastiya Ûlaş Adali baş bizanin, xwedî li xeta pêşeng a şoreşa yekbûyî ku Ûlaş Adali nûnertiya wê dike derbikevin, li ser bingehê têgiha şoreşa yekbûyî ya gelan li dijî siyaeta û hişmendiya qirker a faşîst, li ser xeta demokrasî û azadiyê yekgirtî bin, rêxistinbûyîn, faşîzmê hilweşîne yekîtiya demokratîk ava bikin, dikinm. Faşîzmê hilweşînn, gelê me wê biserbikeve.”