Johnson: Brîtanya wê 31’ê Cotmehê ji YE derbikeve

Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson ragihand ku wê welatê wî 31’ê Cotmehê ji Yekîtiya Ewropayê derbikeve.

Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson îro daxuyanî da û ragihand ku wê Brîtanya 31’ê Cotmehê ji Yekîtiya Ewropayê (YE) derbikeve.

Wezîr Steve Barclay yê ji Brexîtê berpirsyar wiha got; “Ev sînyaleke gelek diyar ji bo hemwelatiên vî welatî ne. Encama wê çi dibe bila bibe em ê 31’ê Cotmehê Yekîtiya Ewropayê biterikînin.”

Barclay 31’ê Cotmehê weke demeke dîrokî nirxand.

Johnson wê roja Çarşemê bi Serokwezîra Elman Angela Merkel re bicive. Piştre jî wê bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron re bicive. Johnson wê di civîna G7 ku wê li Bîarrîtzê were lidarxistin wê bi Serokê DYE Donald Trûmp re bicive. Tê payîn ku Johnson bi Trûmp re piştî Brexîstê mijara bazirganiya serbest bi DYE re bicive.