Jiyanek ku heqê wê hatiye dayin – Engîn Sîncer

19 sal berê yek ji fermandarên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd Engîn Sîncer (Erdal) şehîd bû. Kesayeta Erdal, biryardariya têkoşîn û milîtaniya Erdal îro jî ji bo şopdarên wî dibe ronahiyek.

Em gotara Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ji bo şehîd Erdal (Engîn Sîncer) berhev dikin û diweşînin:

“Heval Erdal li herêma Gurgumê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bû û jiyan nas kir. Herêma Gurgumê herêmeke me ye ku di serdema koma îdeolojîk a tevgera me de jî ji têkoşîna me re vebû, bi keda gelek şoreşgerên pêşeng ên wekî Hakî Karer û Kemal Pîr hatiye strandin û li ser bingehê wê kedê zûtir tevgera Apoyî nas kiriye û tevlêbûn çêkiriye û yek ji wan herêmên destpêkê ye ku tevgera me gihiştiye asta herî bilind a girseyîbûnê. Di dîroka têkoşînê de gelek rêhevalên me yên li ser vê axê beşdarî têkoşînê bûne û xebat û pratîkeke girîng a milîtantiyê nîşan dane hene. Ji Besê Anûş’an heta Abbas’an gelek milîtanên şoreşger derketin holê û bi sedan şehîd daye, her wiha Erdalên ku li van xakan mezin bûne, hêza xwe ji berhevkirina dewlemendiya van xakan girtine û di milîtaniya şoreşgerî de derketine lûtkeyê, derketine holê.

ERDAL BÛYE ŞOPDARÊ MUSTAFA YONDEM

Erdalê yekemîn (Mustafa Yondem), dema ku tevger ji qonaxa bîrdozî derbasî qada siyasî bû tevlî tevgerê bû û bû milîtanekî çalak ê wê. Rêheval Erdal di pêvajoya vekişînê ya piştî derbeya cûntaya 1980’ê de cihê xwe di nav kadroyên ku di qada Filistîn-Lubnan de dihatin perwerdekirin girt. Rêheval Erdal (Mustafa Yondem) ku bi kesayeta xwe ya leşkerî, bi jiyana xwe ya bi disîplîn û bi sekna xwe ya milîtaniya şoreşgerî ya jêhatî û tûj derdikeve pêş, di pêvajoya vegerê de di nava komên yekemîn de bû ku berê xwe da welat. Bi gotinekê, di kesayet, jiyan û çalakiya yekemîn Erdal de, ku bi çalakiyên xwe yên li herêma Botanê ya Kurdistanê şopa xwe hişt û di bicihbûna mayînde ya gerîla de li Kurdistanê de roleke girîng lîst, di kesayet, jiyan û çalakiya xwe de bi yek gotinê egîdbûyîn çêkiribû. Yek ji kesên pêşî bû ku karî bibe leşker û fermandarekî leheng. Di Pêngava bi heybet a 15’ê Tebaxê de bi rêheval Egîd re bû yek ji plansazên çalakiya Dihê û dema ku rêheval Egîd fermandar û koordînatorê çalakiyê bû, heval Erdal jî weke fermandarê baskê êrîşê cih girt û bi ruhekî êrîşê, cesaret û biryardariyeke bilind ev erk bi cih anî. Ji ber ku ew fermandarekî qet bin nakeve ye ku di 1,5 deqeyan de qereqola cendirme ya navendî ya Dihê desteser dike û bi wêrekî, lez û beza xwe dijmin matmayî dihêle ye.

BÛN RÊHEVALÊN EGÎD

Şagirtê Erdalê yekem ê herî jêhatî ku ji axa Gurgumê derket û bi vî awayî bû fermandar, Erdalê duyemîn bû. Jixwe Erdalê duyemîn jî bi rengekî pir zana bûyîna şopdarê Erdalê yekem ji xwe re kire armanca sereke û rastiyekî ku bi şêwazekî zanebûn di pratîka xwe de jiyanî kiriye derxistiye holê. Her du Erdal ji herêma Gurgumê derketine û bi heman awayî li herêma Botanê bûne fermandar û leheng, bûyereke ku divê bi tena serê xwe bi cidî li ber çavan bê girtin. Dema ku Gurgum cihê derketina her duyan e, cihê fermandariya wan jî bû Botan, welatê Egîdan. Ev tercîhek pir bi zanabûn e. Bi taybetî ji bo Erdalê duyemîn ev rastiyek eşkere ye ku ev tercîhek bi zanebûn bû û wekî şopdarê Erdalê yekem hate pêkanîn. Her du Erdalên ku karîbûn bibin rêhevalên Egîdan, di şopa wî de bi ser ketin û bûn fermandar û bûn nimûneya lehengiyê, di heman demê de bûn nimûneyên herî xurt ên yekparetî û yekîtiya neteweyî û ji dawiya rojavayê Bakurê Kurdistanê heta rojhilatê wê bûn pirek.

Duyemîn Erdal, rêheval Engîn Sîncer, ku malbata wî hêj ew di temenê biçûk de bû birin Ewropayê û li Ewropayê perwerdeya xwe domand. Di hawîrdora Ewropayê de gelek hevalên Ewropî peyda kir û piştî ku vegeriya welat, van hevalan dilsoziya xwe ya bi rêheval Erdal re domandin û bi şahidiya derdora wî ya nêzîk re hevaltî ava kirin. Rêheval Erdal ê ku ji pozîsyona welatparêziya herêmê, derdor û malbatê bandor bû, her çiqasê ku refa amadeyî li Almanyayê qedandibû, lê gihiştibû asteke diyar ê çandî, li Ewropa û gelek derdorên din hevaltî kiribû, lê dilê wî ji bo welat ku di bin desthilatiyê de ye lê dixe, ji bo ku bigihîje welatê xwe, bi kelecaneke mezin û bi hemû hêza xwe tevlî xebatên sempatiya şoreşgerî dibe. Piştî salên 1988-89’an tevî hemû derfetên xwe yên jiyana şexsî, di sala 1990’î de yekem perwerdeya xwe ya bingehîn li Ewropayê dibîne û ji bo ku bibe kadroyekî welatê xwe û bibe milîtanekî baş ê tevgera Apoyî, dest bi şoreşgeriya profesyonel kir û kete nava jiyana profesyonel a şoreşgerî. Jİ bilî paşxaneya xwe ya çandî û zanîna zimanên biyanî, yekemîn çalakiya xwe ya şoreşgerî ya pîşeyî bi dîplomasiyê di buroya têkiliyên derve de destpê kir. Ligel ku ew pir ciwan bû, lê ew hevalek bû ku li hemû buroyên têkiliyên derve yên li Ewropayê lê digeriyan û daxwaz û pêşniyar dikirin ku di buroên wan de bixebite. Jidilbûyîna wî, hevaltiya wî, dilpakiya wî, jîrbûyîn, berhemdariya di ramanê de, xwedî hewldanbûyîniya wî, tûjbûyîn û biryardariya wî di sala xwe ya destpêkê de wek taybetmendiyên wî yên berbiçav derketin pêş. Lê ji çalakiyên ku li Ewropayê pêk anî ne razî bû, her tim pêşniyar û ferz kir ku were ser xaka welat û bi Rêbertî re hevdîtinê pêk bîne û herî dawî di nîvê sala 1992’an de tê Akademiya Mahsûm Korkmaz ku qada Rêbertiyê ye û li wir ji bo demeke kurt perwerdeya Rêbertiyê dît.

DI ROJÊN DESTPÊKÊ YÊN ŞERÊ BAŞÛR DE EW LI HEFTANÎNÊ BÛ

Komploya navneteweyî ya li dijî tevgera me yekem car di sala 1992’an de ket meriyetê û çalakiya yekemîn a vê komployê girtina Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê bû. Wê demê rêheval Erdal ku xwendevanê akademiyê bû, tevî xwendevanên din ên akademiyê ber bi Başûrê Kurdistanê ve bi rê ket. Di heman demê de, weke berdewamiya komploya navneteweyî, hem ji aliyê hêzên Başûr û hem jî ji aliyê artêşa Tirk ve ji aliyê Başûr û Bakur ve êrîşeke berfireh li dijî herêmên me yên li Başûrê Kurdistanê hate destpêkirin. Di destpêka vê pêvajoya şer de ku di dîroka me ya têkoşînê de weke şerê Başûr tê naskirin, rêheval Erdal bi koma xwe re derbasî Başûrê Kurdistanê bû, di rojên destpêkê yên şer de xwe gihandin eniya Heftanînê û yekser cihê xwe di nava şer û bicihkirina yekîneyên şer de girt. Di roja destpêkê de rêheval Rizgar ê bi wî re ji Ewropayê hat û li heman çeperî şer kir, li herêma ku yekîneya wî lê bi cih bûbû, di encama êrîşa hêzên xayîn de şehîd bû û bi xwe jî bi sivikî birîndar bû. Tevî ku li Ewropayê mezin bû û xwend jî, di roja destpêkê de ku lingê xwe danîbû welat, li hemberî bûyereke wiha bi moral û coşeke bilind têkoşîna xwe domand. Bi xurtkirina sekna xwe ya bi rêgez a şoreşgerî ya rast a li hemberî vê êrîşa xayîn a ku dema yekem car lingê xwe davêje welat, bi vê pratîka yekemîn ve hêwana milîtaniyeke qayîm li hemberî her cure nêzîkatiyên xayîntî û ji derveyî xetê avêt. Piştî wê, di tevahiya jiyana xwe ya têkoşîna şoreşgerî de bû yek ji kadroyên pêşeng ku bi sekna xwe ya tûj a li dijî her cure îxanet, neteweperestiya seretayî û meylên ji derveyî xetê tê naskirin.

EW JI BO ŞERVANAN ÇAVKANIYA BAWERIYÊ BÛ

Rêheval Erdal tevî ku ji çand û hawirdoreke cuda dihat jî, bi pratîka şerê şoreşgerî ya li qada Botanê meşand, ku di demeke pir kin dekarî xwe bibe xwedî pratîkekê ku xwe bide qebûlkirin. Wî erka xwe ya yekem bi wek fermandarê tîmê destpê kir, paşê bi lez û bez pêşketinek heta asta taxim, boluk û tabûrê dît û bi jêhatîbûn, kêrhatî, cesaret û taktîsiyeniya xwe ya di pratîka şer de nîşan dayî, ji bo tevahiya pêkhateya şervanan gihîşt asta fermandarekî ku çavkaniya baweriyê ye û fermandarekî ku her kes lê bigere.

Taybetmendiyeke balkêş e ku wî bi kesayeta xwe ya her kes lê digere ve nîşan da ku hêj dema li qada dîplomasiyê ku yekemîn çalakiya wî ya şoreşgerî ya pîşeyî lê dest pê kir û dema ku di xebatên leşkerî de fermandariya tîmê bû,  ji hêla gelek berpirs û fermandaran ve bi rengê “ev rêheval were cem me, ger were cem me wê gelek tevkariyê bide” dihate daxwaz kirin. Ji ber vê yekê bû yek ji rêhevalên me ku her ku diçû balê dikişand û eleqe nîşan dida, bi sekna xwe ya dilnizm ve karî performanseke pir serketî ya fermandartî û rêvebertiyekî ku bi herkesî û hevalên xwe yên ji hemû çîn û beşan re bibe yek û wan ber bi xeta şoreşgerî ya rast ve bikişîne, nîşa bide. Ji ber van taybetmendiyên pêşketî, di kongreya VI. a PKK’ê de bi piraniya dengan wek endamê Komîteya Navendî hate hilbijartin. Piştre di wê dema dijwar a sala 99’an de, di vê dema dijwar de ku komploya navneteweyî Rêbertiya me dîl girt, rêheval Erdal berpirsyariya Gabar û tevahiya eyaleta Mêrdînê girt ser milê xwe û di nîşandana sekna şoreşgerî ya li dijî komployê de bi ser ket. Rêheval Erdal ku di VII. Kongreya PKK’ê de ji nû ve weke endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê hate hilbijartin û di çarçoveya erka berdewamkirina çalakiyên şoreşgerî li wir ji bo qada Ewropayê hat vesazkirin.

DEMA VEGERIYA EWROPAYÊ ROLA XWE LÎST

Di vê dema krîtîk de ku gelek kadro bê biryar ketine û di tevgera me de hejandin heye, ew bi sekna xwe ya bi tedbîr lê bi heman biryardarî bû xwedî sekna ku hêzê dide hawîrdora xwe û xeta rast ferz dike. Her çendî ev helwesta rêheval Erdal wê demê ji aliyê her kesî ve baş nehatibe fêmkirin jî, lê wî bi dirêjahiya salên 2000, 2001 û 2002’an bi ked û îradeya ku bi salan di qada Ewropayê de nîşan da bû kesayetek ku di pratîkê de kûrbûna dilsoziya xwe ya ji bo xet û Rêbertiyê nîşan da. Rêheval Erdal ku yek ji hevalên ku di kongreya VIII. a PKK’ê de weke endamê Desteya Rêveber a KADEK'ê hate hilbijartin bû, di dema xebatên xwe ya sê salan a li Ewropayê de, asta pêşengiya milîtaniyê di gelek qadên weke dîplomasî, endamtiya Konseya Rêveber a KNK'ê, Endamtiya Rêvebiriya Ewropayê û çalakiyên girseyî de nîşan da û şopên xebatên wî ku wê bi salan nayên reşkirin, bêguman bandorek girîng kiriye. Bi taybetî di wê dema ku bandora komploya navneteweyî ya jihevdexistin û îmhayê giran bû, rêheval Erdal bi kesayeta xwe ya komker û avakerê yekîtiyê û bi pratîka xwe ya serketî ya qet belav nabe ji hemû heval û pêkhateya xebatkaran re bû faktora herî mezin a yekgirtina gelê me yê welatparêz. Rêheval Erdal bi vê sekna xwe ya ku xebatên xwe yên li Ewropayê nîşan da, hem jî di demeke pir krîtîk de hem nûnertiya danehev û nirxên me yên têkoşînê kir; her wiha karîbû taybetmendiyên milîtanî yên Apoyî ku dikare bi her cure geşedan û nûjeniyê re bi serketî bibe yek nîşan bide. Belkî ji ber kesayetiya xwe ya dilnizm, nebû danasînkerê xwe û berhemên xwe, an jî ger gotin di cih de be nebû reklamkerê xwe, lê karîbû bibe yek ji nimûneyên herî bêhempa yên taybetmendiya bêdeng, kûr û mayînde yên xebata Apoyî. Di rastiyê de, îfadeya herî eşkere ya vê yekê eve ku di dilê ji welatparêzên herî kevn ên di xebata me ya Ewropayê de, heta namzetên kadro yên nû, ji endamên KNK'ê yên ji çar parçeyên Kurdistanê û ji kevneşopiyên siyasî yên cuda pêk tê û heta dostên Ewropî cihê xwe vekiriye.

Rêheval Erdal, rêhevalê ku bi cewherê xwe yê pêşvebir û kolektîf di komkirina xebatên me yên li Ewropayê de rola herî girîng lîst, di nîveka sala 2003’an de tevlî Civîna Desteya Rêveber a KADEK’ê ya dawî ya li saheya welat ku dubare lê vegeriya pêk hat bû û ji ber ku vesaziya wî ji bo xebatên gerîla ya herî zêde jê hez dikir çêbû ew pir kêfxweş kir. Li ser vê bingehê bi coş, xwestek û moraleke tije, beşdarî xebatên leşkerî yên HPG’ê bû. Dema ku vegeriya xebatên HPG'ê bi nîşandayina performans, tempo, moral û coşeke bilind a 15 rojan, karî di demeke kin de li qada Biryargeha Navendî karî bibe fermandarekî rûken û ji aliyê hemû şervanan û avahiya fermandariyê ve bê hezkirin. Ji ber ku di dema li ser erka Rêveberê Meclîsa Leşkerî û Alîkarê Fermandariya Giştî ya HPG’ê bû de şehîd bû, ji bo tevahiya pêkhateya HPG’ê û hemû milîtanên KADEK’ê xemgîniyek mezin çêkir, di heman demê de ji bo tevahiya pêkhateya me û ji bo her kesî bû peyamek. Şehadeta rêheval Erdal di serdema nû de ji bo hemû hêzên HPG’ê bûye peyamek ku divê bi çi îrade û moral, bi çi cesaret, bi çi şêwaz û pêngavê bi ser erka xwe ya demê ve bimeşin.

ERDAL ENDAMÊ RÛMETÊ YA MECLÎSA HPG'Ê YE

Tevahiya xebatên 15 rojan ên ku rêheval Erdal li HPG'ê pêk anî, perspektîf û talîmata xebata serdema nû ye. Lez, şêwaz, tûjbûn û jêhatiya ku wî da rûnişkandin di astekê de ye ku her dem ji me hemûyan re bibe pêşeng. Ji ber vê yekê II. Konferansa HPG’ê bi birina cenazeyê şehîd rêheval Erdal a li salona konferansê û bi deqeyek rêzgirtinê li pêşiya wî ku weke sembola nav û kesayeta fermandariya serdema nû hate qebûlkirin, dest pê kir û sonda vejandina bîranîna wî û bilindkirina têkoşînê di hemû xebatên HPG'ê de hate dayîn. Di hemû yekîneyan de sonda dilsoziya bi bîranînê re hate dayîn û soza wê hate dayîn ku fermandarê nemir rêheval Erdal di têkoşînê de zindî bimîne û ferman û talîmatên wî weke fermandarê pêşeng ê demê bi cih were anîn. Di rastiyê de di nîqaşên berdewam ên konferansê de biryar hate girtin ku rêheval Erdal weke fermandarê pêşeng ê xeta parastina rewa bê îlankirin û bi hevrê Mahîr re ku di heman dewreyê de şehîd bibû, bi yekdengî ji bo endamtiya rûmetê ya Meclîsa HPG'ê hate hilbijartin. Çawa ku fermandarê pêvajoya şerê gel rêheval Egîd bû, fermandarê şerê parastina rewa jî rêheval Erdal bû.

ERDAL FERMANDAREKÎ KU DIVÊ MÎNAK BÊ GIRTIN E

Xeta tevlîbûn û pêşketinê ya rêheval Erdal xeteke ku divê ji bo tevahî pêkhateya me û ciwanên Kurdistanê weke mînak bê girtin û esas bê girtin. Di şexsê rêheval Erdal de rastiyeke îsbatkirî ye ku mirov dikare bi keda xwe ve bi pêş bikeve û mezin bibe, tevlîbûn bi baweriyeke rast û jidil û bêyî du diliyên ferdî pêk tê. Di vê xalê de xeta tevlîbûn û jiyana milîtaniya rêheval Erdal mînakeke berbiçav e. Siyasetmedar û dîplomatekî baş li Ewropayê bû, li Kurdistan û Çiyayê Botanê fermandarekî baş û jêhatî bû, di kesayeta xwe de karîbû nûnertiya kesayeta milîtan û fermandarekî pêşeng bike, di kesayeta xwe de piralî bû, di vê xalê de di xeta Apoyî de çeper girt û gihîşt asteke nemir. Rêheval Erdal xeleka dawî ya meşa leheng a kadroyê milîtan û pêşeng e ku ji aliyê tevgera Rêbertiya Apoyî ve hatiye perwerdekirin û bi bilindkirina jêhatiyên mirovî îrade û mezinbûniyê esas digire. Rêheval Erdal weke fermandar pênasekirin û bi wî awayî nêzikbûna li hemberî wî wê bibe wesfeke rasttir û di cih de. Kesayetiyek fermandar ku di xeta Apoyî de kûr bibe û li ser rastiya wê ya bîrdozî, siyasî û felsefî bisekine, tê wê astê ku dema pêwîst bike dikare bibe siyasetmedar, dema pêwîst bike xebatkareke gel, propagandekar û dema pêwîst bike dikare bibe dîplomat jî. Ji ber ku cewherîkirina vê kûrahiya bîrdozî-polîtîk tê wateya gihîştina tarzê jiyaneke kolektîf û lihevhatî ku tê de şaristanî, îrade, azadbûn, gihandina mêyzandineke wekhev û azad û peydakirina hevsengiyek herî baş ya ji bo di navbera takekesîbûn û civakbûyînê. Ev tê wateya ketina ser riya pêkhatina kesayetiyek ku di hemû qadên jiyanê de, ji pirsgirêkên hunerê bigire heta werzîşê û heta çandê;. ji çandê bigire heya pirsgirêkên jîngehê û her mijarên girêdayî wê, xwedî zanabûn, pêşbîn û tijî hest e.

ERDAL… HEVALEKÎ ŞEKIRE

Rêheval Erdal ê ku hezkiriyê hevalan e, di kesayeta xwe de, di dilsozî, hezkirin, rêzgirtin û nêzîkatiya bi pîvan a li hember rêhevalê xwe, di şexsê xwe de tîpeke mirovî ya kamil pêk aniye. Li hemberî zehmetiyan serî natewîne, îradeya xwe winda nake, di bin her şert û mercî de bi moralekî bilind, bi rûkenî nêzî pirsgirêkan dibe û hawirdora xwe bi moral dike, bi nêzîkatiyên xwe yên espîrî reng dide jiyanê û jiyanê xweşik dike, bi ûslûbê xwe hawirdora hevaltiyê ewle û balkêş dike û bi şêwazê xwe jiyana xwe ya partiyê gihandiye asta ku herî guncav nûnertiya wê dike. Di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de ti kesek ji şêwazê rêheval Erdal aciz û nerihet nebûye. Wî bi diyaloga xwe ya bi her kesî re, nemaze bi dilnizmî, vekirî axaftina xwe û karakterê xwe yê gelêrî, performansa rêbertiyek rastîn a gel temsîl dike bi dest xistiye. Gihîştiye asteke ku jîr û xebatkar e, tu carî karê li ber xwe taloq nekiriye, ji bo bi destxistin û bi dawî anîna wê ji dil û can kedeke mezin dide û di vî warî de gihêştiye wê karîna ku gelek xebatan bi hev re bi lez û bez pêk bîne. Dema ku ev hemû taybetmendiyên kesayetî li hev kom dibin, rêheval Erdal weke pênaseya herî guncav derdikeve holê ku weke 'hevalekî şekir e' bê pênasekirin. Ev yek êş û deynê me yê li hember wî hîn mezintir dike.

Rêheval Erdal rêhevalekî xwedî hezkirineke bilind a welat û gel bû. Her çiqasî di bingehê xwe de çanda xwe ji dibistanên Ewropayê girtibe jî, lê jiyîna li xaka welat, bûna di nava hevalên xwe de û li hawîrdora şer bûyîn, ji bo wî bûye çavkaniya herî mezin a kêf û kêfxweşiyê. Di vê xalê de mînakek balkêş dikare were dayîn; rêheval Erdal ku di sala 92’an de li Ewropayê xebatên têkiliyên derve dikir, piştî ku weke komek heval hatin welat, sala 93’an hemû hevalên ku bi zimanên biyanî diaxivîn û di xebatên dîplomasiyê de xwedî ezmûn bûn, ji aliyê rêxistina me ya Ewropayê ve hatin xwestin. Hema bêje van hevalan ji bo xebatên dîplomatîk ber bi Ewropayê ve hatin şandin jî, dema ku rewşek wiha ji Erdal re hat ragihandin, wî bi gotina “Ji bo min careke din vegera wir, qutbûna ji xaka welat û jiyana gerîlatiyê nabe mijara nîqaşê” qet nexwest li ser mijarê nîqaş bike jî. Ew qas dilsoz û girêdayî welat û têkoşînê bû; ev rastiyek eşkere bû ku kesayetek xwedî hezkirin û hurmeta bilind a ji gel, welat, rêhevalan re wê di rastiya milîtantî û fermandariya Apoyî de kûr bibe û rabe ku di wê demê de jî dihat dîtin. Di rastiyê de wê demê jî pratîkî derket holê ku rêheval Erdal di vî warî de xeteke pêşketinê dişopîne. Ev taybetmendiyên kesayetî yên ku em behsa wan dikin, taybetmendiyên kesayetî yên ku ji aliyê Serokatiya Partiya me ve weke taybetmendiyên ku divê di fermandar û milîtan de hebin e. Li gel van taybetmendiyên kesayetî, perspektîfa leşkerî ya zelal, têgihiştina jiyanê ya bi çand û disîplîn, plansaziya tevgerê ya ku di leşkerbûyînê de tê xwestin, mêyzandina sîstematîk rêxistinbûn, bûne taybetmendiyên ku ji destpêkê ve di rêheval Erdal de pêşketiye. Li gel van hemûyan, xwe gihandiye kesayeteke fermandariya leşkerî ya xwedî şêwazeke lêxistinê ya tûj û teqez, ruh, wêrekî û jêhatîbûna pratîkî ku asteke wiha di şexsê xwe de derxistiye holê. Şêwaza destxistin û lêdana bi bandor a di şer de ya rêheval Erdal hêj di qonaxên destpêkê de weke taybetmendî derketine pêş. Şêwaza destxistin û lêdanê ya teqez ku di sala 1994’an de di çalakiya li dijî tabûra Serxatê ya Dihê de nîşan da, dikare wekî mînakek ku herî baş jêhatî û wêrekiya wî ya di vî warî de nîşan dide bê nirxandin.

ERDAL DI SALA 1997'AN DE MOHRA XWE LI GABARÊ XIST

Rêheval Erdal ne tenê bi mêyzandina xwe ya leşkerî, bi têgihiştina disîplîn, nêzîkatiya sîstematîk, bi sekna xwe ya eleqedar dibe û perwerde dike gihandiye asta fermandariyê ya pêşeng, di heman demê de bi mejî û dilê xwe şêwaza têkoşînê ya ku em her tim bi bikaranîna zîrekiya xwe di şer de îfade dikin, temsîl kiriye û di pratîka xwe de derxistiye holê bê ka taktîsiyenek çawa ye. Çawa ku rêheval Zîlan di salên 1996 û 1997’an de dema ku têkoşîna me herî zêde di aliyê taktîkî ve zehmetî dikişand bi çalakiya fedayî ya pêkanî ve derketineke taktîk kir û bi ruh û çalakiya fedayî ya nûnertiya wê dike rê li ber pêvajoyê vekir, rêheval Erdal jî ku tavahiya sala 97’an li qada Gabarê fermandarê bolukê bû, tevî hemû pirsgirêkên giran ên binesaziyê yên li herêma Gabarê, her tim hêza xwe moralîze kiriye, bi awayekî herî baş birêxistin kiriye, di çarçoveya sîstem û taktîkên leşkerî de kom kiriye û di aliyê berfirehkirina taktîkan de vekirinên di aste herî pêş de derxistiye holê. Di sala 97’an de bi dehan çalakiyên ku li herêma Gabarê pêk anîne, pratîkeke ku li ser esasê bidestxistina encamên teqez û bê windahî derxistiye holê. Bi lêhûrbûna li ser taktîkên şer, kesayetek fermandarî ya mînak nîşan da ku di taktîkan de dewlemendiyê bigire û teknîkê bi awayek herî baş bikar bîne û bixe xizmeta taktîkê. Di sala 97'an de bi vekirinên taktîkî û çalakiyên ku li Gabarê pêş xist, nûbûnên taktîkî yên girîng derxist holê. Ev pêvajo pêvajoyek çalakiyan bû ku herî baş rastiya kesayetiya fermandar û taktîkvaniya wî nîşan dide ku dikare bêyî ku hêza xwe di gelek çalakiyên ku kiriye de bixe xeterê, teknîkê bi bandor bikar bîne û armancê têk bibe, piştî îmhakirina wê here û kelûpelan hilde û şêwazê lêdana encamgir û teqez pêk bîne. Me îro ev vebûna taktîkî ya ku di sala 97'an de ji aliyê wî ve hatiye pêşxistin û nêzîkatiya encamgir a li ser teknîkê kiriye hedefa sereke ya xebatên xwe yên perwerdeyê. Niha li gelek yekîneyên taybet, akademiyên leşkerî û gelek yekîneyên perwerdeyê ji bo asta taktîkî ya ku heval Erdal di sala 97’an de bi kar anîbû bi dest bixin, xebatên perwerdehiyê yên lêhûrbûyî tên meşandin. Lê wî hêj di sala 97’an de xwe gihand vê sîstemê û vê astê, di vî warî de pêşengtî kir û bi pratîka xwe rêberiya me kir. Bû rêhevalekî me yê ku bi hostatiya taktîkî, hêza lêxistinê û bi bandorbûna asta fermandariyê temsîl kiriye.

TEMSÎLEKE BÊ QUSÛR A FERMANDARBÛYÎNÊ

Rêheval Erdal bi sekna xwe ya ku pêkhateya xwe perwerde dike, bi pêkhateya xwe ve dibe yek û bi kesayetiya xwe ya gelêrî re hemû pêkhateyê teşwîqê lêhûrbûnê dike, li gorî talîmat û perspektîfa Rêbertiya me ya ku di talîmatên xwe de diyar kiriye, “Divê fermandarek xwe bike şerbet û bikaribe bi pêkhateya xwe bide vexwarin”, bûye kesayetek fermandar. Gihîştiye asteke fermandariyê ku ji aliyê pêkhateya xwe ve herî zêde jê tê hezkirin û rêzgirtin, bi pêkhateya xwe re bi girêdanên rêhevaltiyê yên nêzîk ve girêdayî ye. Di vê wateyê de, di bûyîna xwedî feraseteke perspektîfê ya ku ji giştî heta bi hûrgilî bi hemû pirsgirêkan re mijûl dibe û esasgirtina zelalkirina mijarên rêxistinî, siyasî û leşkerî, ji ber vê yekê di pêşengtîkirina li her qada ku lê dimîne, di temsîlkirina taybetmendiya pêşvebir û bûyîna çavkaniya moral û cesaretê de gihîştiye astek bêkêmasî ya nûnertiyê.

Rêheval Erdal ku leşker û taktîkvanekî baş e, bi ûslûbê xwe yê zelal, şênber û bi taybetmendiyên xwe yên gelêrî, bi kesayeta xwe ya pêşvebir û bi ûslûbê xwe yê balkêş bûye kadroyekî bi bandor ê xebata siyasî. Rêheval Erdal ti carî xwe nesparte raye û asta xwe, bi nêzîkatiyeke pir dilnizm xwe disparte hêza xwe û derdora xwe bandor dikir û li ser vê bingehê xwe gihand şêwaz û ûslûbekî ku dikare bibe rêveberekî serwer. Beriya her tiştî nêzîkatiya bi hurmet ya li hemberî pêşberî xwe nîşan dida, hurmeta yê hember jî li beramber xwe pêş dixist, bi kesayeta xwe ya demokrat û azadîxwaz û li gorî nirxên exlaqî bi her kesî re bi sekna xwe ya hevpar re xwe gihandiye asta pêşengiyê. Bi nêzîkatiya xwe ya rêzdar a li hemberî xeta azadiya jinê, bi helwest, sekn û tarzê jiyana xwe ya wekhevîxwaz û azadîxwaz, xwe gihandiye asteke milîtaniya ku bûye milîtaneke baş û pratîkkareke baş a xeta Şaristaniya Demokratîk a hemdem ku jiyan û pratîka wî vê yekê nîşan dide. Bêyî ku bi tu awayî bikeve nava oportunîzmê, tiştê ku dizanibû rast e, kir pratîkê, tiştê ku jê bawer dikir bi israr û cesaret pêk anî, di her platformê de hêza ku wê bi wêrekî îfade bike afirand û bi vî rengî gihîşt rastiyek ku temsîla asteke milîtan ê demê ya domdar dike. Di qada dîplomatîk de bi nêzîkatiya xwe bawerî dide yê rikeberê xwe, dikarî bi ûslûbê xwe yê dayina fêmkirinê bi bandor be, di warê siyasî de dizanîbû bê ka çawa tevbigere û bi vekirîbûna nîqaşkirina bi her cure têgihiştinê re karî di qada dîplomatîk de performansek pir pêşketî nîşan bide. Bi taybetmendiyên xwe yên rêxistinî derketiye pêş, xeletiyan dibîne û di xebatên rêxistinî de bi şêwazê xwe yê ku di her şert û mercî de pergala rêxistinê esas digire, derketiye pêş. Bi şêwaz û ûslûbê xwe karî bibe milîtanekê ku kadroyan dixe tevgerê, rêxistingerekî xurt e, rêvebir û şopînerekî xurt. Rêheval Erdal bi van hemû taybetmendiyan re, di rastiya xwe de, bi vegera xwe ya dawî ya ji Ewropayê re, di her qadê de lêhûrbûn kirî, ji derdorên ku tê de bû bandoreke neyînî nedît, berevajî bandor li derdorên ku lê bû kir, bêyî ku di kesayeta xwe de nerm bibe û bikeve nav lîberalîzmê, tûjbûna têkoşînê zêdetir kir û li ser vê bingehê di qadên leşkerî, siyasî û di xebatên dîplomasî û rêxistinî de gihişt astekê ku jêhatî û bi ezmûn. Ji bo tevgera me ku di demeke ku têkoşîna me herî zêde pêwîstî pê hebû û di ast û ezmûna ku gihaştibû de herî zêde karibû xizmetê bike, windahiyeke mezin bû. Ji ber ku di demeke ku bi zanebûn, tecrûbe û baldariya xwe karîbû herî zêde berhemdar be şehîd bû, ji bo me windahiyeke bi êş û nayê qebûlkirin bû. Lê belê ev şehadeta mezin erkên girîng dane me.

Bi yek gotinê, soza me ji bo Erdal ê ku rêhevalekî xweşik e, hevalekî ku mirov lê digere, ew e ku em ê heta dawî li ser şopa wî bimeşin, em ê fermandarê mezin rêheval Erdal di rêya bûyîna milîtanekî baş ê xeta Rêbertiyê de ji bo xwe bikin rêber û di rasteya pratîkekî ku wê li ser vê bingehê Erdalan nemir bike em ê bê dudilî û bê tirs, bêyî ku tiştekî li pey xwe bihêlin, bikevin nava têkoşînê. Di vê çarçoveyê de em careke din soz didin ku em ê bi bilindkirina ala şehîdan ve dilsoziya xwe ya bi şehîdan re îspat bikin û di pêngava serketinê de di bin fermandariya şehîdên qehreman de meşeke bibiryar û teqez li dar bixin û bîranînên wan di serketina têkoşînê de zindî bihêlin.”