Jinên Kurd ên li Fransayê xwe ji bo Festîvala Rojbîn amade dikin

Jinên Kurdistanî û Fransayî yên li Fransayê xwe ji bo Festîvala Jinan a Rojbîn amade dikin ku wê 23'ê Hezîranê pêk were.

Festîvala Jinan a Rojbîn îsal cara sêyemîn pêk tê. Endamên komîteya amadekar Nûnera Têkiliyên Derve ya TJK-F'ê Hazal Karakûş, ji Berdevkên TJK-F'ê Şengul Karataş û endama TEVÇAND'ê Remziye Pîran; her wiha gelek jin û saziyên femînîst ên Fransayî jî ji bo festîvalê banga tevlîbûnê kirin.

Festîvala îsal bi dirûşma "Berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike" li Parîs Val de Marne Parc Interdepartmental Sportsê pêk tê.

TJK-F û saziyên jinan-femînîst ên Fransayî diyar kirin, "Festîvala me banga xwedîderketina li mîrateya jinên serhildêr e."

Kesayet û saziyên banga tevlîbûnê kirin, ragihandin ku ew Festîvala Jinan a Rojbîn ji bo azadiyê weke platformeke hevpar dibînin û diyar kirin, "Di festîvala xwe de em rastiyên jiyanê diqîrin û dibêjin 'Dinyayeke din pêkan e'. Bi navê jinên hatine kuştin, bi navê jinên berxwedêr em daxwaza azadiyê dikin."

Festîval wê Yekşemê saet 12'an dest pê bike. Pinar Aydinlar, Denîz Deman, Meral Alkan, Xecê Yaşar, Rûken Newa û Dîlana Rojarya wê hunera xwe pêşkêş bikin.

Ji bo zarokan jî wê li qada festîvalê parkek bê avakirin. Her wiha wê gelek stant jî bên danîn.

Karakûş li dijî kuştina jinê, zarokan, talankirina xwezayê banga tevlîbûnê ji bo festîvalê kir û got, "Em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku bi cihêrengî, bedewiya xwe, bi heybeta piştevaniya jinê tevlî festîvalê bibe."

Karataş û Pîran jî bang li jinan hemûyan kirin ku Yekşemê li qada festîvalê bin.

Festîval wê li navnîşana Chemin des Bœuf, 94000 Créteil pêk were.

Kesayet û saziyên ku piştgiriyê didin festîvalê:

Senatora Val de Marne Senetörü û Seroka berê ya Delegasyona Mafên Jinan Laurence Cohen, Seroka Lîga Mafên Jinan a Navneteweyî Annie Sugier, Hevkoordînatora Partiya Çep a Fransayê Danielle Simonnet, Kolektîfa Neteweyî ya Mafên Jinan (CNDF), Mala Jinan a Montreuil, Parlamentera Val de Marne Mathilde Panot, Senatriya Côtes d’Armor Christine Prunarud, Meşa Jinê ya Dinyayê, Mala Jinê ya Parîsê, Femînîstên France Insoumise, Tevgera Jinan a Sosyalîst (SKB), Tevgera Aştiyê, Tevgera dostaniya navbera gelan a li dijî nîjadperestiyê (MRAP), Tevgera Jinên Kurd a Demokratîk li Fransayê (CDK-F) û Yekîtiya Xwendekarên Kurd li Fransayê (UEKF).