Jinên DAÎŞ’î yên Swêdê yên li Kampa Holê wê bişînin Somaliyê

Hate diyar kirin ku jinên DAÎŞ’î yên Somalî ku hemwelatiyên Swêdê yên li Kampa El Hol a dibin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) wê bişînin Somaliyê.

Servîsa Nûçeya Ekot a Radyoya Dewleta Swêdê ragihand ku Serokkomarê Somalî ji bo anîna jinên DAÎŞ’î û zarokên wan ên Somalî ku hemwelatiyên Swêdê ne plana hatiye amadekirin erê kiriye.

Sefîrê Somalî yê Ewropa Alî Saîd Faqî ku ji Ekotê re axivî, got ku Serokkomarê Somalî piştî ku welatên Ewropa hemwelatiyên Somalî ji bo welatê xwe qebûl nekirin biryar daye ku wana bîne Somaliyê.

Faqî diyar kir ku jinên DAÎŞ’î ji ber ku li Somalî sûc nekirine ew ê neyê darizandin.

Li gorî rayedarên Kurd hejmera hemwelatiyên Swêd ên eslê xwe Somalî yên li Kampa El Holê nêzî 30-40’î ye.