Ji zarê gerîla Rojhat Mamoste Çiyayê Cîlo û Zagros

Cîlo ew cih e ku sê parçeyên Kurdistanê li wê derê dibin yek. Ev herêm rê nade dagirkeran û deriyên xwe ji gerîlayan re vedike.

Cîlo çiyayekî tektonîk e û li ser wê hê jî cemed û şembelîlk hene. 4135 metre bilind e û di nav sînorên Colemêrgê de ye. Gerîlayê bi navê Rojhat Mamoste qala serma li Cîloyê dike.

Dîrokeke girîng a Cîloyê heye ya ku gelek çîrok tê de hene. Bi destpêkirina tevgera gerîlayan re van çiyayan çîrokên nû nas kirin.

Em bi vegotina gerîla Rojhat Mamoste, li Cîloyê guhdarî bikin. Gerîla Rojhat di sala 1990’î de li Colemêrgê ji dayîk bû. Di sala 2011’an de tevlî PKK’ê bû û di Îlona 2015’an de li Geverê di şer de şehîd bû. Dema ku tevlî gerîlayan bû li Zanîngeha Stenbolê dixwend. Piştî êrîşên dewleta Tirk berê xwe da nav refên gerîlayan.

Gerîla Rojhat beriya şehadê bi zarê xwe yê şîrîn qala bedewiya Cîloyê kiribû. Gerîla Rojhat dibêje ku, “Artêşa Tirk tu carî nekariya gava xwe biavêje vir. Gerîlayan destûr nedane ku artêşa Tirk têkeve vê herêmê. Em îro jî vê derê diparêzin. Zagrosan ji xeynî gerîlayan deriyê xwe ji dagirkeran re girtiye. Li vê derê em qala dîrokeke 20 hezar salan dikin. Vê derê di warê çandî de jî xwe parastiye. Di heman demê de eraziya vê derê gelekî tund û dijwar e. Ji axê zêdetir, dişibe kelehan. Kesên berxwedêr dikarin li vir bijîn. Ji ber vê jî pênaseya gerîlatiya Zagrosan bi xwe re aniye.”

Gerîla Rojhat beriya şehadeta xwe dibêje ku, “Emdixwazin ev der ji aliyê her kesî ve were zanîn. Divê her kes vê dergûşa şaristaniyê nas bike.”