Ji 'pêvajoya çareseriyê' ber bi Qirkirina Kurdan; AKP-Erdogan -1

Dewleta Tirk, ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li dora maseya Lozanê Kurd xapand û înkar-tinekirin-asîmîlasyon li ser wan ferz kir, di Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ji ber ku nekarî Kurdan li dora maseya Îmraliyê bixapîne, dest bi şerê topyekûn kir.

Li Kurdistana ku sala 1639'an bi Peymana Qasr-i Şîrîn kirin 2 parçe, sala 1916'an bi Peymana Sykes-Pîcot re kirin 4 parçe, têkoşîna azadiyê her bi rê ve çû. Bi taybetî di nava 40 salên dawî de, têkoşîna bi pêşengiya PKK'ê hate meşandin, hem sînorên fîlî  hem jî yên di mejiyê mirovan de ji holê rakir. Gelê Kurd ku sêyemîn gelê herî mezin ê Rojhilata Navîn e, lê di nava 2 netewe dewletên Ereb, yek Fars û netewe dewleteke Tirk de hate parçekirin, ji bo mafên xwe têkoşiya. Lê herî zêde netewe dewleta Tirk nerazîbûn nîşanî vê têkoşîna Kurdan da.

DI PIRSGIRÊKA KURD DE LÊGERÎNA LI ÇARESERIYA SIYASÎ

Li hemberî polîtîkayên asîmîlasyon, înkar û tinekirinê yên dewleta Tirk ku li dijî Kurdan dimeşîne, bi pêşengiya PKK'ê zêdeyî 40 sal in gelê Kurd têdikoşe. Di nava vê dema berxwedanê de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim projeyeke siyasî ya çareseriyê pêşkêş kir. PKK, ku bi dawîhatina li şerê sar re paradîgmaya xwe guherand, israra xwe ya di çareseriya siyasî de ji aliyê dewleta Tirk ve weke "qelsî û pêvajoya tasfiyeyê" hate nirxandin.

DESTPÊKIRIN Û BIDAWÎBÛNA PÊVAJOYA OSLOYÊ

Salên 2009-2010'an de gava li Rojhilata Navîn pêvajoya şoreşgerî dest pê kir, di navbera PKK'ê û dewleta Tirk de ji bo çareseriya siyasî ya meseleya Kurd danûstandin zêde bûn. Pêvajoya Oslo ku bi tevlîbûna hin hêzên navneteweyî re dest pê kir, bi provokasyonên dewleta Tirk, êrîşên ji bo tinekirinê, operasyonên qirkirina siyasî yên bi navê 'KCK'ê û Şoreşa Rojava ya ku di Tîrmeha 2012'an de rû da, kir ku dewleta Tirk vê ekê bi awayekî yekalî biqedîne.

GEFA 'HERÊMA TAMPON' LI ROJAVA HATE XWARIN

Dewleta Tirk ku li pêşberî Şoreşa Rojava dît, ku statukoyên netewe dewletê yên di çaryeka destpêkê ya sedsala 20'an de ava bûn tên hilweşandin, weke helwesta destpêkê ya li dijî şoreşê, gefa 'em ê herêma tampon ava bikin' xwar. Piştî ku ev gef ji aliyê Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan û payebilindên din ên AKP'ê jî hate xwarin û êrîşên li dijî gerîla zêde bûn, gerîlayên HPG û YJA Starê, li navçeyên Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê û navçeya Elkê ya Şirnexê bi navê "Operasyona Şoreşgerî" dest bi operasyonekê kirin. Ev operasyona ku weke "Pêngava Şemzînanê" qeyd bû û ji meha Hezîranê heta Tebaxê dewam kir, gerîlayên HPG û YJ AStarê li herêmêkê bi rengekî fîlî "herêma tampon" afirandin.

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ YÊN LI GIRTÎGEHAN

Pêngav û berxwedana gerîla ya havîna 2012'an, di dema zivistanê de cihê xwe ji berxwedana girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê re hişt. Di 12'ê Îlonê de bi hezaran girtiyên PKK û PAJK'î û girtiyên di operasyonên qirkirina siyasî yên bi navê 'KCK'ê hatin girtin, dest bi greva birçîbûnê kirin. Dewleta Tirk ku li pêşberî grevên birçîbûnê hem li hundir hem jî li derve gelekî tengav bû, neçar ma ku ji nû ve bi Ocalan re dest bi diyalogê bike. Bi vî rengî hevdîtinên bi qedandina pêvajoya Osloyê re qut bûn, 28'ê Kanûna 2012'an ji aliyê her du aliyan ve ji nû ve dest pê kirin.

HEYET LI ÎMRALIYÊ NE

Hevserokê KCD'ê yê wê demê Ahmet Turk û Parlamentera Êlihê ya DBP'ê Ayla Akat Ata çûn Îmraliyê. Û bi vî awayî gavên destpêkê yên pêvajoya çareseriyê hatin avêtin. Tevî ku pêvajoyê dest pê kiribe, gava destpêkê hatibe avêtin jî, dewleta Tirk dest ji provokasyonan berneda. Di dema ku hevdîtin dihatin kirin de, ji Fermandarên HPG'ê Ethem Karabûlût (Nûman Amed) jî di nav de 11 gerîla li Licê hatin şehîdxistin. Li Parîsê jî yek ji kadroyên damezrîner ên PKK'ê Sakîne cansiz û du siyasetmedarên jin ên pê re hatin şehîdxistin. Ev yek bû bersiva destpêkê ya ji bo pêvajoya çareseriyê.

KUŞTINA SÊ ŞITLAN, SABOTEKIRINA PÊVAJOYÊ YE

Ocalan, li ser sûîqesta li 3 siyasetmedarên jin ku piştre derket holê ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin, di hevdîtina 23'ê Sibata 2013'an de ji heyeta HDP'ê re ev nirxandin kir: "Ya ku bûye hedef, diyaloga ku me danîne. (...) Ha em kuştine, ha jî Sakîne. (...) Sûîqesta Sakîne ji rêzê nîne. Gelekî bi plan hate kirin. Ji bo min ev yek sedema şer e." Tevî vê tespîtê jî, ji bo çareseriya pirsgirêka ku zêdeyî sed sal e bûye girêka kor, ji pêvajoyê venegeriya. Vegera ji pêvajoya li aliyekî, Ocalan di Newroza Amedê ya sala 2013'an de nameyek şand û anî ziman, ku pêvajoya çareseriyê bi awayekî fermî dest pê kiriye û bi vê gotinê, vîna xwe ya xurt nîşan da:

"Îro pêvajoyeke nû dest pê dike. Ji pêvajoya berxwedana çekdarî em berê xwe didin pêvajoya siyaseta demokratîk. Pêvajoyeke ku aliyên xwe yên siyasî, civakî û aborî giran e, dest pê dike; feraseteke ku mafên demokratîk, azadî û wekheviyê esas digire, dafire."

GERÎLA VEDIKIŞIN DERVEYÎ SÎNORÊ TIRKIYEYÊ

Piştî banga dîrokî ya Ocalan, beşek ji yekîneyên gerîla yên li Bakurê Kurdistanê, roja 8'ê Gulana 2013'an vekişiya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Lê belê, ji ber ku dewletê gavek navêt û di mijara berdana girtiyên nexweş de bi berpirsyarî ranebû, vekişîna gerîla hate sekinandin. Piştî Newroza Amedê ya dîrokî, heyetek ji siyasetmedarên DBP'ê û heyetek ji nûnerên dewletê, li Îmraliyê bi Ocalan re dest bi hevdîtinên li ser amadekirina nexşerêya çareseriyê kirin.

XETA SOR: ROJAVA

Li gel vê hevdîtina navbera PKK-Ocalan û dewleta Tirk, xweranegirtina dewleta Tirk a li Rojava dewam dikir û bi awayekî vekirî-veşartî piştgirî dida her hêza êrîşî Rojava dike. Di hevdîtinekê de, gotina "xeta me ya sor e" ku Erdogan têkildarî Rojava gotibû, ji Ocalan re hate ragihandin. Ocalan jî li ser vê yekê got, "Hûn jî ji Tayyîp Beg re bêjin, Rojava xeta sor a min e jî." Vê hevdîtinê hem rewşa xitimandî hem jî çareserî bi rengekî vekirî radixist pêş çavan.

DORGIRTINA LI KOBANÊ Û SERHILDANA LI BAKUR

Di dema hevdîtinan de, çeteyên DAIŞ'ê ku Tirkiyeyê bi awayekî aktîf destek didayê, piştî xistina Mûsil û Şengalê, di 15ê Îlona 20142an de berê xwe dan Kobanê. Li hemberî êrîşên ku ji sê aliyan ve dihatin kirin, hêzên YPG û YPJ'ê yek ji berxwedana herî mezin a sedsala 21'an nîşan dan. Bêsamîmiyetî û xweranegirtina dewleta Tirk, bi vê gotina Erdogan "Kêm maye Kobanê bikeve" a li navçeya Islahiye ya Dîlokê li lêv kir, li Bakurê Kurdistanê rê li ber hêrseke mezin vekir. Serhildanên 6-8'ê Cotmehê dest pê kirin. Heman Erdogan, piştî ku Kobanê azad bû, ji bo gotina "Kêm maye Kobanê bikeve" wê bigota, "Min negot, Obama got."

AVAKIRINA QEREQOL Û KALEKOLAN

Sabotajên dewletê yên li hemberî pêvajoya çareseriya demokratîk û bêbaweriya gelê Kurd a ji dewletê, ne tenê bi gefên li dijî Rojava bûn. Dewletê di nava vê pêvajoyê de qereqol û kalekolên nû çê kir, rê û bendavên "ewlekariyê" ava kir û bi vî awayî li dijî gerîla dest bi amadekariya operasyonê kir.

Tenê di navbera salên 2013-2014'an de beşeke mezin a ji 341 kalekolên nû ku Wezareta Parastinê ya Milî bi 1 mîlyar û 455 mîlyon û 701 hezar 262 TL'yî pêşkêşî îhaleyê hatin kirin, di 'pêvajoya çareseriyê' de hatin çêkirin. Kalekol bi giranî li ser girên bilind ên navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê hatin çêkirin. Piştî ku pêvajoya vekişîna gerîlayên HPG'ê dest pê kir, Wezareta Parastinê ya Milî û Fermandariya Giştî ya Jendermeyan 341 kalekol pêşkêşî îhaleyê kirin û 102 ji van hatin çêkirin. Di navbera salên 2013-2015'an de li Kurdistanê zêdeyî 1600 qereqol û kalekol hatin çêkirin.

PÊVAJO WEKE FIRSENDEKÊ DÎTIN

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a li ser pêvajoya vekişînê, li Wanê 21 kalekol û 26 kûle, li Colemêrgê 189 qereqol û kalekol, li Şirnexê 10 qereqolên nû û kalekol, li Dersimê 5 qeleh, 16 qereqolên mobîl û 31 kûleyên leşkerî hatin çêkirin. Li navçeya Licê ya Amedê, dema ku gel çêkirina qereqol û kalekol protesto dikir, leşkerên Tirk li gel reşandin û di encamê de ciwanê bi navê Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da.

Wekî din Wezareta Parastinê ya Milî, ji bo 'rêyên ewlekariyê' yê 820 kîlometreyî protokol hate îmzekirin. Û beşeke mezin a van rêyan qediya ye.

DEWLET ÊRÎŞÎ PÎROZMENDIYÊN KURDAN DIKE

Di pêvajoya çareseriyê re dewletê êrîşî goristanên Kurdan jî kirin. Piştre di Kanûna 2013'an de li navçeya Gever a Colemêrgê, gel hilweşandina goristanan ji aliyê polîsan ve şermezar kirin. Lê belê polîsên Tirk li vir gule li mirovan reşandin û welatiyên bi navê Veysel Îşbîlîr û Mehmet Reşît Îşbîlîr kuşt. Di dema rakirina cenazeyan de welatiyê bi navê Bermal Tokçû jî hate kuştin.

Piştre Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar a li Licê û şehîdgehên li Gimgim, Gebar, Garzan, Faraşîn, Cûdî, Bagokê bi bomberdûmanê hatin xerakirin.

CIVÎNA EWLEKARIYÊ A MILÎ (MGK) YA 30'Ê COTMEHÊ

Piştî çalakiyên ku weke "Serhildana 6-8'ê Cotmehê" cihê xwe di hiştê gelan de girt, civîna herî demdirêj a Desteya Ewlekariya Milî (MGK) hate lidarxistin. Civînê 10 saet û 20 deqeyan dewam kir. Ev civîn 30'ê Cotmeha 2014'an de hate lidarxistin, ku biryara şerê li dijî Kurdan di vê civînê de hate girtin.

SIBE: Mutabaqata Dolmabahçeyê û înkarkirina wê, hilbijartinên 7'ê Hezîranê û şerê di 24'ê Tîrmehê de hat destpêkirin