Ji hêza jinê ditirsin

Çawa Kurd hêza herî dînamîk a demokrasî û azadiyê ne, di serî de jinên Kurd, jin jî wiha ne. Jin kelhên faşîzmê dihejînin. Jin bi hêza xwe nahêlin faşîzma AKP-MHP bigihîje armancên xwe.

Desthilata faşîst a AKP-MHP eşkere dijminahiya Kurdan dike. Li gel vê dijminahiya jinan jî ragihand. Jinên li Kurdistanê di saziyên jinan de kar dikin û siyasetmedarên jin binçav kirin û girtin. Bêguman bi bahaneyên pûç û bê bingeh. Lê em dizanin sedema bingehîn ew e, jin li dijî desthilata faşîst AKP-MHP hêza demokrasiyê ya herî çalak û dînamîk in. Çawa Kurd hêza herî dînamîk a demokrasî û azadiyê ne, di serî de jinên Kurd, jin jî wiha ne. Jin kelhên faşîzmê dihejînin. Jin bi hêza xwe nahêlin faşîzma AKP-MHP bigihîje armancên xwe.

Beriya bi mehan Suleyman Soylu jinên Kurd kir hedef û got, herî zêde jin tevlî meş û çalakiyên PKKʼê, ango gelê Kurd dibin. Bi vê yekê, mikur hat ka jinên Kurd di têkoşîna azadiya Kurdistanê de çend bi bandorin. Neçar li xwe danî ji dinyayê hemûyî re bibêje ka karakterê gelê Kurd yê azadî û demokrasiyê çend bi hêz e. Bi vî awayî raxist ber çavan ka ew çima dijminê jinan e.

Jixwe dijminê her tiştê Kurdan e. Di çi de navê Kurd bibîne, weke gayê rengê sor dîtî êriş dike. Dijminê zarokê Kurd e, dijminê dayîkên kefî spî ye, dijminê ciwan, kal û pîrên Kurdan e; dijminê siyasetmedarê Kurd e, dijminê rojnamevan, rewşenbîr û hunermendê Kurd e. Dijminê sporvan û yarîzanên Kurd e. Dijminê gora Kurda ye. Ev bê nirx û bê rûmetên faşîst û qirker ku dijminê her tiştê Kurdan in, bê guman dê bibin dijiminê jina ku ruhê azadiya Kurda ye.

Jinan bersiv dan vê dijminahiyê. Gotin, “Hingê em ê zêdetir li ber xwe bidin. Berê ji bo karkeran digotin, ”ji bilî zincîr û qeydan tiştekî ku winda bikin tine ye”. Ev gotin esas li rastiya jinan tê. Ji ber koleyên herî kevin yên dîrokê jin in. Zêhniyeta desthilat a zilam hîn jî jinê azad û wekhev nabîne. Nêrîn û helwesta koledar li dijî jinê dewam dike. Lê jinan ev mijar fêhm kirine û serwext bûne. Xwedawenda razayî şiyar dibe, şiyar bûye. Vaye ev yek zaliman hemûyan ditirsîne. Ji ber têkoşîna azadiyê ya jinê ti zext û zilmê qebul nake. Wijdana wê jina ku çavên xwe li azadiyê vekiriye, li dijî her rengê zilm û zextê radiweste. Desthilata qirker û faşîst a li Tirkiyê lewma li dijî jinê şer ragihandiye. Ji ber ku dibîne cesaret û berxwedana jinê çend vegire, ditirse.

Yek ji karakterên sekna azadiya jinê jî ew e, ji sînoran derbas dibe ango navneteweyî dibe. Her cure cudahiyên netewe, dîn û civakî derbas dike, xwe li hevkarî û hevgirtinê digire. Bi vî awayî li dijî her cure êriş, zext û zora desthilata zilam disekine. Ew hevkarî û hevgirtina ku karker, kedkar, sosyalîst û hêzên din yên demokrasiyê nikarin pêk bînin, jin nîşan didin.

Faşîzma AKP-MHP ji vê rastiyê pir ditirse. Peywendî û hevkariya demokratîk a di navbera jinên Tirkiyeyî de vê faşîzmê ditirsîne. Her çiqas gelek derdoran ji têkoşîna azadiyê ya Kurdan dûr digire jî, nikare vê polîtîkayê li ser jinan pêk bîne. Jixwe encam jî nagire. Jin pê li şovenîzmê dikin û diborin. Şovenîzm herî kêm bandorê li jinan dike.

Bandora jinên Kurd li tevgera jinên li Tirkiyê, hesabên faşîzma AKP-MHP xirab dike. Nikare di bereya jinan de tenêhiştina hêzên demokrasiyê bi ser bixe. Ji ber vê sebebê êrişên li dijî jinan zêde kirin. Em bala xwe bidinê, demên dawî li Tirkiyê siyasetmedar, rojnamevan û hunermendên jin zêdetir dibin armanca êrişan. Di jiyana civakî û siyasî de jî li Tirkiyê li dijî jinan kampanyayeke êrişan dane destpêkirin.

Her ku berxwedan û têkoşîn li dijî faşîzma AKP-MHP pêş dikeve, karakterê xwe jî zêdetir dide der. Kî weke AKP-MHP nefikire, ew wan weke dijminê xwe dibînin. Herî zêde jî dijminahiya Kurdan eşkere dikin. Niha jî dijminahiya jinan eşkere dikin. Bi vî awayî tenê ne li Kurdistan û Tirkiyê, li cîhanê hemûyî teşhîr dibin. Desthilatek ku dijminahiya jinê ewqas dide der, îflah nabe. Ev desthilatî bi van polîtîkayan dê serê xwe li lat û zinaran daba. Wisa jî bû. Serê wan li îradeya jinên sedsala 21’an bûne hêz û latên azadî û demokrasiyê ket. Jixwe jinên ku hêza cîhanê ya herî şoreşger û demokratîk in, dikarin vê desthilata herî faşîst a cîhanê rawestîn in. Desthilata faşîst a AKP-MHP ne tenê jinên Kurd û Tirkiyê, jinên cîhanê kirine dijberê xwe. Zelal e, ev desthilata faşîst dê bi hêrs û têkoşîna jinan zêdetir biheje. Heke hêzên demokrasî û azadiyê jî bikevin dewrê, tekoşînê xurt û mezin bikin, dê dawiya vê desthilatê bînin.

Bi wê hêviyê ku jinên sedsala 21. dikin sedsala jinê, dê hêzên faşîst ên desthilata zilam têk bibin û bigihîjin armancên xwe…

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA