Ji Ebadî gefa şer

Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî yê ku têkildarî referandûma li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da, gefa şer kir.

Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî yê ku têkildarî referandûma ku wê 25’ê Îlonê li Başûrê Kurdistanê bê lidarxistin daxuyaniyek da, gefa şer kir.

Ebadî yê ji ajansa Assocîated Press re axivî wiha got: “Bi pêkanîna referandûma serxwebûnê Kurd bi agir dilîzin” û wiha anî ziman: “Ji mudaxeleya leşkerî re amade ne.”

Ebadî di dewama axaftina xwe de ev tişt got: “Eger ku hûn li dijî Distûra Bingehîn bin, li dijî Iraq û sînorên herêmê bin, ev herêm îxlala welatê xwe û serweriya Iraqê dike, tê wateya alozî di astekî xeter de bilind bibe.”