Ji Brîtanyayê bersiva pirsa Imraliyê

Wezareta Karê Derve ya Brîtanyayê li ser tespîta CPT'yê ya, ''li Imraliyê tecrîd mayinde bûye'', li şûna bersiveke zelal, gotinên giroverik kir û diyar kir ew ê destekê bidin polîtîkayên bi miemeleya mirovî.

Endamê Kamaraya Gel Lloyd Russell- Moyle di pêşniyarê de ku ji Wezîrê Karê Derve Wendy Morton re şandî, pirsa kir bê ka têkilî tespîta CPT'yê ya li ser tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Imraliyê wê çi were kirin.

Wezareta Karê Derve li şûna ku berpirsê bide ser pirsa bê ka wê çawa destekê bidin tespîta CPT'ê ya derheqê tecrîda li Imraliyê, ku gotibû, li asteke wiha ye ku nayê qebûlkirin, kumkumand û gotinên giroverik kir.

Wezîr Morton îdîa kir hêviya wan a derheqê mafê mirovan a ji Tirkiyê 'zelal' in, ew destekê didin 'rayedarên (Tirk)' li ser mijara mafê parastinê û tedawiya tibî  ya girtiyan, ya li gorî standarta mafê mirovan a navnetewî.

Balkêş bû ku bersiva Tirkiyê ya derheqê daxwaza ji Tirkiyê ya li ser rapora CPT'ê ya 2019'an ku gotibû, ''ji bo êşkenceyê toleranasa sifir û hevkariya bi CPT'yê re'', parast. Wezîr got ew ji bersiva Tirkiyê ''dilxweş'' in.

Di bersiva wezîr de hate gotin ji bo ku li gorî peymana peymanên Konseya Ewrpayê (KE) biçin, bi asta wezaretê ew ê 'destek'ê bidin. Di bersivê de her wiha hate goitn ev destek wê ji bo reformên berfireh ên têkilî mafê mirovan jî were dayin.