Ji bo Zekî Şengalî li Mala Êzidiyan a Celle 4 rojan şîn hat danîn

Ji bo Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî ku ji ber sûîqesta dewleta Tirk de li Şengalê şehîd bû, li Mala Êzidyan a Celleyê 4 rojan şîn hate danîn.

Li bajarê Celle yê Elmanyayê, ji bo Endamê Koordînasyona Êzidiyan û Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî ku 15'ê Tebaxê li Şengalê bi sûîqesta dewleta Tirk şehîd bû, 4 rojan şîn hate danîn.

Bi hezaran Kurdistanê, xêrxwaz, nas û hevalên wî hatin serdanê. Gelek kes bi otobusan ji bajarên cuda yên Elmanyayê tevlî sersaxiyê bûn. Li şînê, hevalên wî yên zarokatiyê, hevrêyên wî, nûnerên rêxistin û saziyan axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku tovên şoreşgeriyê yên Mam Zekî li nava civakê hatine çandin û hate destnîşankirin ku xwedîderketina li doza Mam Zekî Şengalî bersiva herî mezin e.

Beşdaran diyar kirin ku Mam Zekî Şengalî şagirtê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Li merasîmê dirûşmên "Mam Zekî Şengalî wê her bijî", "Em xweseriya Êzîdxanê ava bikin", "Bijî berxwedana Şengalê" hatin qîrîn.

PLANSAZIYA ÇALAKIYÊN VÊ HEFTEYÊ

Kurdistanî bi taybetî jî civaka Êzidî wê vê hefteyê jî li gelek bajarên Elmanyayê dakevin qadan û Mam Zekî Şengalî bi bîr bînin.

Bernameya çalakiyên vê hefteyê wiha ye:

20.08.2018 roja Duşemê, saet 16:00 wê li bajarê Bremenê li pêşiya Hauptbahnhofê bi pêşengiya HCÊ (Hevgirtina Ciwanên Êzîdî) meş bê lidarxistin.

22.08.2018 roja Çarşemê, saet 18:00 li bajarên Celle û Braunschweigê bi pêşengiya Jinên Êzîdxanê û Kurdistanî meş wê werin lidarxistin.

25.08.2018 roja Şemiyê, saet 13:00 wê li bajarê Celle bîranîna navendî ji bo Mam Zekî Şengalî bê lidarxistin.