Ji bo vegera 5 milyona koçberan li Sûriye komîteya hikûmetê hate avakin

Rêveberên Sûriyeyê, di encama hewldanên Rûsyayê de ji bo vegera nêzî 5 milyon koçber, komîteya hikûmetê ava kir.

Li gorî nûçeya di ajansa SANA ya fermî ya Sûriyeyê de hatî parvekirin, hikûmeta Beşar El Esed, ji bo vegera koçberên derveyî welat komîteya bê avakirin erê kir.

Di belavokê de hate gotin ku ji bo vegereke bi hêsan a ‘Dostaniya bi welatan re’ wê hevdîtin bên zêdekirin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, nêzî 5,6 milyon Sûriyeyî di rewşeke koçber de ne.

Rûsya ya bi Sûriyeyê re di nava îtifaqan de ye, meha borî di nava civaka navnetewyî de ji bo vegera koçberên Sûriyeyî banga alîkariyê kiribû.

Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp û Serok Dewletê Rûsya Vîlademîr Pûtîn, li Helsînkiyê mijar gotûbêj kiribû û hatibû ragihandin ku Neteweyên Yekbûyî tevlî vê civînê nebibû.

Komîteya di bin serokatiya Serokê Rêveberiya Xwecihî û Derdorê Huseyîn Mahlûf de, wê ji gelek wezîr û nûnerên rêxistinên dewletan pêk were.

Li gorî SANA’yê avakirina komîteyeke fermî, wê rê li ber vegereke bi ewle ya welat veke.

Li gorî Komîseriya Bilind a Koçberan a NY’yê, di nava 6 mehên destpêkê ya îsal de, 13 hezar koçber vegeriyane Sûriyeyê. Têkildarî bê ka çawe vegeriyane agahiyên zelal nehatin parvekirin. Li qadên ku ji aliyê komên çete û dewleta Tirk ve hatine dagirkirin jî, malbatên çeteyan hatine bicihkirin.